
Ji mêj ve ye mijara yekîtî, tifaq, hevkarî, xebatên hevbeş, têkoşîneke milî û avakirina enîyeke sîyasî bingeha gengeşî û rexneyan e. Ev mijar li hemû beşên Kurdistanê problemek bingehîn û sereke ye. Di heman deman de vê mijara hanê her rojeva sîyasî dagir kirîye. Pirî caran şert û mercên pêvajoyê, daxwazên raya giştî û pêwîstîyên têkoşînê, wêneyên cuda radixe ber çavan. Bersîv û daxwazên sîyasî yên rastaqîn di bin bandora hêz û berjewendîyên teng de asê dimîne; mijar û pêwîstîyên têkoşînê di nav tevlîhevîyek bê pîvan de hunda dibe. Heqî û neheqî tevlihev dibe; rexne û sitemkarî ji armancên xwe dûr dikevin. Dijberîyek bê aso, di kûrahîya salên derbasbûyî de li ser bingeha tolhildanê deng vedide. Ev dêrûnîya hanê neqebên asê derdixe holê û rê li ber dîyalogên çêker digire!
Di demsalên “normalîzasyonê” de, di dema “pêşketin” an “biharên sîyasî” de, şirîk û xwedîyên serkeftinan gelek in; lê di dema têkçûn û zivistanên sîyasî de “pêvajoyên birîndar” bêxwedî û sêwî ne! Di wan demsalan de paleyên gilî û gazindeyan zede dibin, Bi rexneyên nedicîh de agir bera daristanê didin, ter û hişkan bi hevra dişevitînin!
Gava em rastîya xwe û welatê xwe baş analiz nekin;, nexweşî û pirsgirekên xwe bi nav nekin;, em li teşhis û tedavîyan negerin, wê rewşa me her ku biçe xirabtir bibe. Ji ber wê yekê pêwîstîya me, bi hewldanên rasteqîn, bi hûqûq û armancên hevbeş heye. Ji bo peyderkirina rêgehên çareserîyê, ji bo bersîvên berhemdar û rasteqîn divê em goh bidin rexneyên çêkier, ji wan sûd bigirin! Di rêgeha çareserîyê de pêwîstîya me bi pirs û bersîvên muşterek heye.
Gelo ji bo çi, di nav tevgerên kurdî de yekîtî, hevkarî çênabe? Çima û ji ber kîjan sedeman e ku em nikarin xwe ji gêrînoka 50 salên dawîyê xilas bikin? Ji bo çi, em nikarin xwe ji demsalên kêmasî û şaşîyan azad bikin? Gelo ew kîjan hêz û faktorin ku sîyaseta Kurdistanî dîl girtîye? Ew çi sedem û demsalin ku bandora “qeyûman” ji ser sîyaseta Kurdî ranabe? Çima alternatîfên çareserîyê peyder nabin? Çima dêrûnî û sosyolojîya îdeolojîk piştî ewqas ders, tecrube û pêvajoyên girîng, hê jî li taxên sîyasî desthilatdare? Çima em nikarin xwe ji bin bandora sîyaseta barkirî, ji bin bandor û desthilatdarîya “qumsêr”(komser) û “abê”yan azad bikin?
Gelo berjewendîyên grûbî yan şexsî ne, yan jî karekterê murîdîyê ye dibe asteng? Ew çi egoye ku her tim rê li ber birq û brûskan xweş dike? Çima îdeolojîyên tundrew û hesabên biçûk li taxên sîyasî xwedî bandorin? Divê herkes neynikê deyne ber xwe û ji xwe bipirse, li ser bersîvên xwe biponije. Ev bixwe helwestek mirovahî, ûjdanî û hûqûqî ye.
Em hemû baş dizanin ku ev pirsên hanê pir girîngin û bersiv jî ne hêsanin. Dabeşkirin û sîstema dagirkerîyê rê li ber me asê kirîye. Lêgerîn û rêya çareserîyê her tim di quncikên tarî û di nav gotegotên vala de hatîye fetisandin. Sedemên ku di nav tevgerên kurdan de hewldanên bi hevra kar kirinê, karên hevbeş, yekîtî û xebatên hevkarîyê çima bi ser neketîye gelek in û xwedî bingehek dîrokî, siyasî û civakî ne. Divê em careke din bi hûrgulî bal bikşînin ser vê mijarê.

Kûçik mir, aqûbet li yên din be
Xaltîka me Mandana tir ji DBP berda
Leyloka me bûye JOKER