4 al û 4 Kurdistan

 

Pîrkemal

Gorbihuşt M. Mistefa Barzanî digot “di dilê her Kurdekî de Kurdistanek serbixwe heye”. Pêşewa Qadî Mihemmed digot “Kurdistan 1 e nabe 4“.

Helbet di dilê her Kurdê bi xîret de Kurdistanek yekgirtî û serbixwe heye, û di dilê her Kurdê bi xîret de Kurdistan yek e û ne çar e (Kurdistana sor jî pênc). Lê rastîya em tê de cuda ye.

Divê em ne xeyalperest bin. Kurd ne tenê bi parçeyên xwe, bi zimanê xwe, bi alfabeya xwe, bi çand û rabûn û rûniştina xwe, bi bahwermendî û olên xwe, bi daxwaz û armancên xwe jî ji hev cuda û parçe bûne. Ji ber vê, şert û mercên her parçeyî ne wek hev in, daxwaz û armancên her parçeyî ji hev cuda ne. Yanî, her parçe temsîla beşekî Kurdistanê dike û Kurdên her parçeyî jî li gor şert û mercên ku tê de ne daxwazên xwe didin pêş. Rastîya me ya îro 4 parçebûn e û Kurdên her parçeyî jî kefîlê xwe û beşê xwe ne.

Îro 22 dewletên ereban hene, xwedîyê 22 alên cuda hene. Yek al incex bi welatekî yekgirtî û serbixwe gengaz e. Ala Rengîn, a ku piranîya me Kurdan wek ala netewî dizane, di 2005an de hem di qanûna Iraqê de û hem jî di qada navdewletî de li ser Kurdistana Iraqê hatiye sepandin. Yanî, Kurdên parçeyekî din bi fermî nikarin wê alê wek ala beşê xwe yan jî wek ala federasyona xwe bi kar bînin.  Kengî ku her çar parçeyên Kurdistanê bûn yek û Kurdistanek yekgirtî û serbixwe damezirî, wî çaxî yek al dikare bibe sembol û nûnertîya Kurdistanê bike. Ew jî bi referandûmê û bi hilbijartina miletê Kurd dibe.

Di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Rojavayê Kurdistanê de tiştê ku bala min kişand ev tiştên ku ez dibêjim bû. Yanî daliqandina 4 alên cuda bûn. Ala Rengîn (Kurdistana Başûr), Ala Komara Mahabadê (Rojhilat), Ala Kesk û Sor û Zer (Ala Rojava) û Ala KCK-PKK (Kesk û Stêrk).

Bêguman Ala KCK-PKK Kurdistana Bakur û 30-40 milyon Kurdên Bakur temsîl nake, tenê temsîla KCK û PKK dike. Lê sembolîk be jî di konferansê de hat daliqandin (belkî bi zanebûn û yan bi zixta PKK) çimkî li Bakur îro hêza herî xurt PKK û dezgehên wê ne û ji wê pê vet u alternatîfek ku temsîla Kurdên Bakur bike tuneye. Ji ber vê rastîyê daliqandina ala KCK-PKK divê li zora me neçe. Di encamê de al ne pîroz û fîraz (miqedes in). Di dîrokê de gelek welatan alên xwe gelek caran guhertine û îro jî al tên guhertin. Herî dawî Hikûmeta nû a Sûrîyê ji xwe re alek nû hilbijart û îro ew al bûye sembola Sûrîyê. Ya girîng ne al in, yekîtî û yekrêzîya xakê û milet e, serxwebûna welêt e.

Dibêjin kes ji bereketa xwedê nareve. Maden Kurdistan 4-5 parçe ye, wê 4-5 alên me jî hebin, bela hebin. 22 welatên ereban hene, 4-5 Kurdistanên me hebin ne qebhet e. 2 Kore (Koreya Bakur û Başûr) hene, 4-5 Kurdistanên me hebin ne qebhet e. Di 1955an de Vîetnam bû du parçe û di 1976an de dîsa bû yek. Kurdistan îro 4-5 parçe be di pêşerojê de dikare bibe yek, ev ne qebhet e. Kibris îro du parçe ye, di pêşerojê de dikare bibe yek, ev ne qebhet e. Her tişt ne di destê meriv de ye. Gelek caran şert û mercên herêmî û gerdûnî zora meriv dibin û bi çarenûsa meriv dilîzin. Çawa ku ronahî li pey tarîyê be, tarîtî jî li pey ronahîyê ye. Her tişt tê guhertin û divê meriv li bendî şert û mercên wê guhertinê be.

Ez serê xwe û we neêşînim, her 4 alên ku di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Rojavayê Kurdistanê de hatin daliqandin rastîya me nîşan dide. Kurdistan parçe bi parçe rizgar dibe û parçe bi parçe wê bibe yek. Îsal dibe, 10 salên din dibe, 100 salên din dibe helbet em nizanin. Lê rastî tehl e û nayê veşartin. Divê em vê tehlîyê daxurtînin heta ku em gepa şîrîn û xweş bixwin.

Bi vê minasebetê ez Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Rojavayê Kurdistanê pîroz dikim û hêvîdarin brayên me yên Rojavayî di demek herî nêzîk de bigihên mafên xwe û di welatê xwe de, li ser xaka xwe, li Kurdistana Rojava bi azadî û serfirazî bijîn.

 

Mêrdîn

 

 

About The Author