Hemi NANÊ SÊLÊ ne, kes nabe NANÊ TENÛRÊ

Em Kurd wek garan û kerîyên pez in, bê şivan û bê gavan in. Ji ber şivan û gavanên me tunene yan yên hebûn jî hatin xesandin, Tirk û Ereb û qûnreşên din ji me re şivantî û gavantîyê dikin. Ji ber şivan û gavanên me ne ji me ne û ji bo mirina me bi paraşûtên dewletê û taşeronên wê wek qeyûm daketine ser serê me, em rebenên xwedê jî bi korayî û mirîdî didin dû wan û dawîya xwe tînin. Em şeytanqûnî bûne, şeytanqûnî kirine. Em ne serê xwe û ne jî binê xwe ji hev nas dikin. Hema kî tilîyên xwe bilind bike, kî bi navê Jin, Jîyan, Azadîyê civata me beravêtî bike, kî mafê qûnek û qûndeyan biparêze, kî Kurdan bike bi qurbana xelkên dolheram, em jê re li çepikan didin û jê re dilîlînin. Xelkên ku kes nizane ne hene ne tunene, li pêşberî daxwaz û armancên miletê Kurd kirine asteng, Kurdan ji berjewendîyên xelkên dolheram û ummeta Ereban re dikin qurban. Ew xelkên ku ne haya wan ji Kurdan heye ne bala wan, ew ummeta ku dengê xwe ji kujtin û jenasîda Kurdan re nayne û wek wan qirdên li daristanên Afrîkayê li hember heq û hiqûqê miletê Kurd kerr û kor û lal e, ji me re kirine qible û me pê dixapînin. Hinek bi navê çepîtî û bratîya xelkên dinyayê, hinek jî bi navê îslam û ummetê.

Axir, miletê ku xwe nas nekiribe û nikaribe reş û spî ji hev cuda bike, çi bê serê wî misteheq e. Heger em ne misteheq bûna, wê evqas tofan û xwelîserî jî nehatiba serê me.

Gava ku HDP (Kurd) li Tirkîyê 82 wekîl şandin meclîsa Virqo û 102 şaredarî bi dest xistin, fersenda herî mezin ketibû destê Kurdan ku bibin şirîkê Hikûmeta Erdogan (AKP) û heta federasyonî jî bi dest bixin. Lê NANÊ SÊLÊ Selahattîn Demîrtaş lingê xwe li tasa tije xist, ji bo çend endamên xelkên dolheram fersenda ku ketibû destê Kurdan avêt teneka zibil û ji Erdogan re got „Emê te nekin serok“. Ev jî ne bes bû, gelek caran di çapemenî û kanalên televizyonan de got „Em nikarin tenê mafê Kurdan biparêzin û mafê xelkên din piştguh bikin“. Û gelek tiştên din. Îro jî ew qeyûmên ku dixwazin Kurdan bi Tirkîyê û xelkên din ve pîne bikin, bê rawestan Tirkîyeyîbûn û Tirkayetîyê wek toqa naletê dixin stuyê Kurdan. Bi navê Tirkîyeyek demokratîk û bi hişmendîya Kemalîzmê.

Axir..

Hevserokê Kurdên Partîya DEMê û xizmê Kevneserokê MÎTê Şengal Atasagûnê (li ser bextê xelkê be) ku îro şêwirmendê partîya nîjadperest MHP û serokê wê Devlet bahçelî ye, Tuncet Bakirhan jî wek Seloyê me ji demokratîzekirina dewleta Tirk û bratîya xelkên çeqilmast nayê xwarê û qedera Kurdan ji Tirkan û xelkên tune re dike qurban. Bakirhanê min û we di Ekol TV de çend lotikên ekolojîk û ultra demokratîk avêtin. Bakirhanê me dibêje ku ew ji bo Tirkîyeyek demokratîk li vir in û partîya wan DEM ne tenê Kurdan e, dengê hemû çeqilmastên Tirkîyê ye.

Cîgerim Bakirhan (ku ew jî wek piranîya rêvebirên HADEP û DEMê bi paraşûta dewletê daketiye ser serê Kurdan), di dawîya lotika xwe de heman gotinên Demîrtaş bi kar anî û got: “ Di nava partîya me de Tirk, Ereb, Elewî û jin hene. Hemû rengên Tirkîyeyê di bin banê me de bi hev re ne. Ma avahîyek wilo dikare tenê mafê Kurdan biparêze û bêje bela tenê Kurd bi ser bikevin? Ev nayê fêhmkirin. Ev kevneşopîya me ye“ û filan û fîstan.

Yanî, her çiqasî bingeha DEMê Kurd be jî, ew nikarin ji bo xatirê Kurdan dev ji mafên çend tirek û çeqilmastên xelkên din berdin.

Ez serê xwe û we neêşînim gurçikno, serkêşên me hemi NANÊ SÊLÊ ne, yek nebû NANÊ TENÛRÊ û ji Tenûra Kurdewarîyê derneket. Miletê ku xwe nas neke nabe milet û wê hefsarê wî her tim di destê şivan û gavanên xelkê de be wesselam.

 

Îzmîr

About The Author