Miletên razayî yan dimirin yan jî wek kole şiyar dibin 

 

Ehmed Beyan

Di demên kevnare de kesên ku di şeran de dîl dibûn, sûcên giran dikirin, deynên xwe nedidan û ji aliyê korsanan ve dihatin revandin kole dihatin hesibandin, ji hemû mafên xwe yên mirovî bêpar dihatin dîtin û li bazaran dihatin kirîn û firotin.

Mirovatîyê di ber koletîya kevnare de bedelên giran daye.  Azadî bi bedel û fedakarîyên mezin hatiye bidestxistin. Kesê ku stuyê xwe li ber xwedîyê xwe xwar kiriye kole maye, bûye evîndarê celadê xwe û qîma xwe bi qedera xwe anîye. Kesê ku qîma xwe bi koletîyê neanîye li ber xwe daye, bedel daye, her tişt daye ber çavê xwe û xwe ji koletîyê azad kiriye. Miletê ku xwe nas nekiribe û wek kole bi qedera xwe razî bûbe, têk çûye, winda bûye, ji nirxên xwe dûr ketiye, bi şiklî xwe azad dîtibe jî dîsa kole maye, çimkî hem ji dêrê bûye, hem ji mizgeftê. Ne şibiyaye serdestê xwe, ne jî wek xwe maye. Bûye wek doltajî, ne bûye tajî û ne jî kûçik. Di navbera Xelo û Celo de asê maye, ne dikare ji ruhê koletîyê azad bibe, ne jî dikare resenîya xwe biparêze. Milet û netew jî wilo ne.

Milet û netewê xwenenas wek mirovê kole ye, mehkûmê mirin û têkçûnê ye. Şibandin û dilbijandina neyarê wî mirina wî nêzîktir dike. Xemsarî û sersarîya wî pişavtina (asîmîlekirina) wî nêzîktir dike. Miletê xwenenas dibe evîndarê celadê xwe û qîma xwe bi mirina bi saxî tîne. Tofan û bahoza ku li serê me Kurdan (bi taybet Kurdên Bakur) rabûye xwedê neanîye serê tu miletên din. Ne welatê me yek e, ne zimanê me yek e, ne ola me yek e, ne bahwerî û ramanên me yek in, ne alfabeya me yek e, ne cil û berg û girêdana me yek e, û ji her tiştî wêdetir ne Kurdayetî û Kurdistanîbûna me yek e. Her tişt bûye wek pelûla germ  û tu bi kîjan alî bigirî dest û devê te dişewitîne. Ji ber vê jî hest û hişmendîyek netewî û yekgirtî, feraset û qewmîyetperestî, bratî û yekrêzîya me çênebûye û zehmet e çêbibe jî. Ji ber tunebûna van taybetmendîyan Kurdewarî, mirovatîya me zora qewmîyet û hestên me yên netewî dibe û dibe sebeba evîndarîya celadên xwe.

Zirbavê Romîyan Kemalê Kor dibêje (wek gelek gotinên wî belkî ev gotin jî ne gotina wî be û ji gotinên xelkê hatibe dizîn): „ Miletên razayî yan dimirin yan jî wek kole şiyar dibin“. Gotinek wek ayeta Tewrat, Incîl û Quranê ye. Tu dibê qey ev gotin ji bo me Kurdan hatiye gotin. Em di xew de ne, xewa bratîya filan û bêvan kesî, şiyar nabin. Û gava em şiyar dibin jî, dibînin ku em zincîrên koletîyê di stû û lingên me de ne. Emê kengî ji vê xewa giran, ji vê xewa mirinê şiyar bibin nizanim. Lê ez dizanim ku xwedayê erd û asîmanan (heger hebe) nalet li kes û miletê xewar û razayî anîye.

Di cenaze û şîngirtina S. Sureyya Onder de xwelîserî û koletîya me, evîndarîya celadên me û neyartîya li hember qewmîyeta me carek din derket holê.  Ruhê koletîyê ewqasî bilind bûye ku em hew karin dost û dijminê xwe ji hev nas bikin. Heger tabûta bi ala Tirkîyê pîroz bê dîtin û kesê di bin wê alê û di wê tabûtê de bi dûrişmên şehîd namirin bên oxirkirin, xwelîya ku bi serê Kurdan re rijiyaye hesab bikin.

Ji xwe re li merasîma cenaze û şîna yekî wek Mûsa Anter binerin, û li merasîma cenazeyê Kemalîstekî wek S. S. Onder binerin. Hûnê bibînin bê dewwlet bi rêya PKK û dezgehên wê çiqasî bi ser ketiye û çiqasî Kurd kirine Kemalîst. Ne tenê PKK û DEM, hûnê bibînin bê dewletê  Kemalîzm çiqasî li ber dilê serok û rêvebirên (Partîyên Kurdistanî) şîrîn kiriye heta ku karibin fatîhayê li ser ruhê Kemalîstekî wek Onder bixwînin û peyamên sersaxîyê biweşînin.

Werhasilî kelam, Şêwirmendê Ocalan û aqilmendê dewleta Romê Yalçin Kûçik belasebeb nedigot min Kurdên Tirkîyê kirine Kemalîst û roj bê ewê ji bo Demokratîk Cûmhûrîyetê xwe bidin kujtin.

Bela gotina dawî ji gorbihuşt M.Mistefa Barzanî re be:

“Heçê ruhê netewî pê re tunebe wê rojekê xiyanetê li miletê xwe bike!”

Amed

About The Author