Aqûbeta Erebên qûnreş li serê Kurdên qûnspî be

 

 

Xelk çûne çûne hîvê, em mane li bin dara behîvê. Gava mijar dibe berjewendîyên netewî û qewmîyetî, xelk hemû berjewendîyên xwe yên şexsî, malbatî, mezhebî û partîyîyê didin alîyekî û li dora nirxên xwe kom dibin, tifaqê dikin yan jî dibin yek. Tenê miletekî xwelîser li dinyayê heye ku neyarê berjewendîyên xwe yên netewî ye, ew jî em Kurd in. Ji şexsan bigirin heta bi malbat û êl û eşîran, ji rêxistin û partîyan bigirin heta serok û elokên me, em Kurd (ku em hê nebûne milet) nebûne xwedîyê hest û hişmendîyek Kurdistanî, nebûne xwedîyê feraset û bahwermendîyek resen û bûne biyanîyên nirxên xwe yên pîroz û fîraz.

Ezezî û berjewendîyên partîtîyê di pêşberî tifaq û yekîtîya me de bûye astenga herî mezin. Ji neyaran zêdetir em neyarên qewmê xwe ne. Ji kurmên derve zêdetir em kurmên dara xwe ne. Em wek qijnikên qûna dewaran bi hev ve dizeliqin û xwîna hev dimijin, lingên hev dişemitînin. Ji ber vê jî hem naleta mirovan, hem jî naleta yezdan li me barîyaye û ha ha dibare. Em şeytanqûnî bûne, mejîyê me çelqîyaye, xwîna me girikî bûye, hestên qewmîyeta me bûye wek dewê çelqandî û ne mast jê çêdibe, ne jî rûn û nivîşkê malê.

Em li her cîhî ne yek in. Ne li Hewlêrê, ne li Silêmanîyê, ne li Amed, ne li Mahabad û Qamişlo. Bêtifaqîya me ji neyarên me re bûye wek rûne li ser nên (nan), bûye wek goştê ser savarê û bi kêfxweşî me dixwin. Em bûne kûrdanên (darikên dirana) ber diranên xelkê, bûne kurtanê kerên xelkê, ji xelkê re bûne hespên rewan, wan li xwe siwar dikin û wan digihînin meqsed û miradên wan. Lê ji xwe re em wek kewên kozikê ne, hevdu dixin dafik û xefikan û xwelîya heft gundan li serê xwe û serê hev dibarînin. Em nebûne em, em nikarin bibin em, em bûne xelk û xelk jî bûne em. Serê me bi gû ye, binê me bi gû ye. Em destê xwe bidin ku dilewite û bêhn bi me dikeve. Aha miletê ku xwe nasnekiribe, wilo ye, wek me ye. Na paş û pêş ji hev nas dike, ne jî dost û dijmin.

Erebên qûnreş ên Kerkûkê hemû nakokîyên xwe dane alîyekî û ji bo berjewendîyên Erebên Kerkûkê dest bi avakirina hevbendî û enîyek niştimanî kirine. Koalîsyona ku ji

Serokeşîr û kesayetên hemû beşên civakê pêk hatiye, bang li kesayetên akademîsyen, xwedî eşîr, kesayetên siyasî, rûspîyên civakî û çandî kiriye ku di nav koalisyona wan de cîh bigirin û xwedî li berjewendîyên Erebên Kerkûkê derkevin.

Ev tê çi wateyê? Tê wateya guhertina demografîya Kerkûkê, tê wateya zêdebûba nifûsa Ereb û têkçûna Kurdên Kerkûkê. Her çiqasî Kurdekan Kerkûk bi dil û can firotibin jî, bi bêdengî û xemsarîya xwe carek din difiroşin û dikin Ereb. Kerkûka ku xwedêgiravî dilê Kurdistanê bû, hêdî hêdî dibe dilê Erebên qûnreş. Kurdekan jî bela bi xwe xweş bînin û masturbasyonê bikin.

Werhasilî kelam canekem, hilbijartin çêbû û heta îro jî her du alî (PDK û NYK, Barzanî û Talabanî) negihanê wê feraseta ku hikûmetekê saz bikin. Çima? Ji ber nerjewendîyên malbatî û partîtî. Çima? Ji ber berjewendîyên Enqere û Tehranê. Ji ber îrade û feraseta  Kurdekan ne di destên wan de ye, hikûmet jî nayê sazkirin û erebên qûnreş jî ji vê yekê sûdê werdigirin, di serî de Kerkûk, hemû plan û projeyên kirêt li dijî Kurdan bi kar tînin.

Ê de ya bi xêr…

Aqûbeta Erebên qûnreş li serê me Kurdekanên qûnspî be rebbî!

 

Dihok

 

About The Author