Leyla Qasim di dîroka rizgariya neteweyî ya Kurdistanê de, bi nasnameya/sifeta jin û ciwanîyê bûye sembola têkoşînê. Em dizanin ku helwest, têkoşîn û jiyana Leyla Qasim ne tenê ji biyografiyekê pêk tê. Leyla Qasim ne tenê li dijî rejîma Baas a Iraqê ya dagirker bû; di parçeyên din de jî bûye kesayetiyek girîng ku sembola berxwedan û biryardariyê ye. Çîroka têkoşîna Leyla Qasim, yek ji nimûneyên berbiçav ên fedaîtiyên bêhejmar û kevneşopiya berxwedanê ya neteweya Kurd di têkoşîna azadî û serxwebûnê de ye. Lewma, pêwîst e ku ruhê berxwedanê û mîrasa kevneşopiya têkoşînê ya Leyla Qasim bi hûrgilî li ser lêkolîn bê kirin, bi xwendinek nûjen bêşîrove kirin û bi nifşên nû bidin naskirin. Divê ked û xebata wê/wan, berxwedan û sekna şoreşgerî di nav nifşan de bê veguhestin. Bi xwendinên nû û bi lêkolînên rasteqîn wê bê zanîn ku Leyla Qasim di sosyoloji û hişmendîya kolektîf a Kurd de çawa bûye sembol. Em dizanin ku Leyla Qasim di dîroka me ya têkoşîna nêz de wekî „Bûka Kurdistanê“ û „mohra berxwedanê“ cih girtiye.
Şoreşa Îlonê ya 1961’ê ku bi pêşengiya Mele Mistefa Barzanî dest pê kir, rejîma dagirker a Iraqê û rêveberiya otorîter a Partiya Baas neçar kir ku li ber xwe bidin û mafên bingehîn ên miletê Kurd danûstandin bikin. Rejîma Baas, piştî pêvajoyek dirêj, li hemberî têkoşîna gelê Kurd neçar ma ku Peymana Otonomiyê ya 11ê Adarê îmze bike. Her çend peymana otonomiyê ya ku di sala 1970’î de hat îmzekirin di destpêkê de hêvîdar bû jî, di pratîkê de pirsgirêkên cidî afirand. Lîstika demê ya rejîma Baas û amadekirina êrîşên nû, peymana otonomiyê bêbandor kir. Polîtîkayên dewleta Iraqê yên li dijî nifûsa Kurd; di encama kampanyayên erebkirinê yên ji bo guhertina nifûs û demografiyê de rewşa heyî xirabtir kir û bû sedema pevçûnên nû.
Bi wan polîtîkayên hanê, hatibû armanc kirin ku bi zorê koçberkirina Kurd û komên din ên hindikahiyan û bicihkirina Ereban, bi taybetî li herêmên dewlemend ên petrolê yên wekî Kerkûkê, avahiya demografîk a herêmên Kurdan bi awayekî radîkal biguherîne. Kampanyayên erebkirinê ne tenê guhertinek demografîk bû, di heman demê de hewldanek asîmîlasyonê ya siyasî û çandî bû ku armanc dikir ziman, kevneşopî û têkiliyên Kurdan bi axa welatê wan re qut bike.
Bilindbûna îdeolojiya neteweperestiya Ereb a rejîma Baas, rasterast zemîn ji bo zextkirina nasnameya neteweyî ya Kurd û pêkanîna polîtîkayên erebkirinê amade kir. Prensîbên bingehîn ên Partiya Baas, stratejiya wê ya ku yekîtî û serweriya Ereb esas digirt, bi awayekî xwezayî bi daxwazên Kurdan ên ji bo otonomiyê û naskirina nasnameyek etnîkî ya cuda re nakok bû. Bi felcbûna peymana otonomiyê re, rejîma Baas di xala diyarkirina çarenûsa Kurdan de hîn tundtir û şidetkar bû û bi vî awayî gelê Kurd dîsa neçar kir ku bikeve nav pevçûn û berevaniyê. Cardin pêvajoya şer li ser gele Kurd ferz kirin.
Ev rewşa hanê careke din da nişan kirin ku rêya bidestxistina mafên neteweyî ji bo gelê Kurd berxwedan e, têkoşîn û berevanîya neteweî ye. Kampanyayên erebkirinê ne tenê guhertinên demografîk afirandin, di heman demê de bi armanckirina ziman, kevneşopî û têkiliyên Kurdan bi axa welatê wan re, bû awayek jenosîdê ya tinekirinê. Bi koçberkirina Kurdan û bicihkirina Ereban li şûna wan, rejîma Baas polîtîkayên ku armanc dikirin hebûna Kurd li herêmên sereke qels bike û bi kêmkirina bandora wan a çandî kontrola Ereb xurt bike, dimeşand.
Leyla Qasim, di sala 1952’an de li Xaneqînê wekî keça malbateke Kurdên Feylî ji dayik bû. Dema Leyla hîn çar salî bû, malbata wê bar kir Hewlêrê. Rewşa siyasî ya heyî ya Iraqê û atmosfera siyasî ya Kurdistanê bi awayekî xwezayî bandor li Leyla Qasim û hevalên wê kir û bi wan re hestên welatparêziyê û hişmendiya siyasî geş kir. Em dizanin ku hişmendiya neteweyî û pabendbûna bi nasnameya Kurd re di encama gelek faktor û ezmûnan de pêş ket. Germiya şoreşa Îlonê û atmosfera têkoşînê hestên welatparêziyê yên Leyla xurt kir. Ji temenê biçûk ve, welatparêziya Kurd û îradeya têkoşîna siyasî wekî her kesî bandor li Leyla û hevalên wê dikir. Malbata wê piştre bar kir çûn Bexdayê, li wir jiyana xwe domand û xwendina xwe berdewam kir. Leyla Qasim, di atmosfereke wisa de ku hişmendî û hestên xurt ên rizgariya neteweyî ya Kurd ên ku têkoşînê afirandî serdest bû, cihê xwe di nav refên berxwedanê de digire.
Leyla Qasim di sala 1971’ê de bar kir Bexdadê û li Zanîngeha Bexdadê sosyolojî xwend. Di sala 1970’î de tevlî Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû û bi awayekî aktîf tê de cih girt û bi awayekî bibandor hewl da. Partiya Demokrat a Kurdistanê di wê pêvajoyê de ala têkoşîna siyasî ya Kurd û berxwedana li dijî rejîma Baas bû û di heman demê de platforma herî girîng a têkoşîna siyasî temsîl dikir. Leyla Qasim û hevalên wê, wekî aktorên din ên siyasî, bi nivîsandin û belavkirina belavokên ku rexne li Partiya Baas û Seddam Huseyn dikirin û daxwazên azadî û serxwebûnê dihewandin, bi rêbazên têkoşîna rewa hewl didan dînamîzma ciwanên şoreşger ên Kurd tevbigerin, ku ev yek tirsên rejîma heyî zêde dikir.
Leyla Qasim di 28ê Nîsana 1974’an de bi tohmeta „hewldana revandina balafirê“ bi çar hevalên xwe re hat girtin. Em dizanin ku di hin çavkaniyan de jî tê îdiakirin ku ew bi tohmeta „plankirina kuştina Seddam Huseyn“ hatine tawanbarkirin. Piştî girtina wan, ew jî wekî girtiyên din ên siyasî li girtîgeha Ebû Gureyb a navdar bi îşkenceyên xwe ya li rojavayê Bexdadê rast hatin. Leyla Qasim û hevalên wê li seranserê Iraqê rastî darizandinek bûn ku „darizandina nîşandanê“ tê binavkirin, wekî lîstikek a şanoyê hatin darizandin. Rejîma Baas a faşîst bi vê darizandinê armanc dikir ku berxwedana neteweyî ya Kurd bêtesîr bike, bitirsîne û cehdê têkoşînê bişkîne, lewma Leyla û hevalên wê bi şêweyek lezgîn bi cezayê mirinê hatin mehkûmkirin. Armanca bingehîn a weşandina darizandinê li seranserê Iraqê ew bû ku bi propagandaya nîşandana hêza dewletê tirsê di nav hemû beşên civakê de belav bike û kesên ku li dijî dîktatoriyê çalakiyan dimeşînin bitirsîne.
Leyla Qasim di 12ê Gulana 1974’an de li Bexdadê hat daliqandin û îdamkirin. Di dema îdamkirinê de 22 salî bû. Bi wê re çar hevalên wê jî hatin îdamkirin: Cewad Hemewendî, Nerîman Fûad Mastî, Hesen Heme Reşîd û Azad Suleyman Mîran. Dema Leyla Qasim ber bi sêdarê ve dibin, Leyla bi helwesteke wêrek û serhildêr, li rûyê cellad dinhêre û „Ey Reqîb“ dixwîne û durûşmên xwe diqîr e. Leyla bi cil û bergên neteweyî yên Kurdî diçe ber sêdarê û bi gotinên xwe yên dawîn pabendbûna xwe bi têkoşîna rizgariya neteweyî û îradeya wê ya pêşeng diyar kir. Helwest û sekna wê ya li dijî dagirkeran dibe sembol û remza jinên Kurd li hemberî dagirkeran. Piştî îdamkirina wê dê bi hezaran ciwanên Kurd şiyar bibin û tevlî refên şoreşê bibin. Leyla Qasim bi helwest û berxwedanê, cih û rola xwe di dîrokê de nîşan da ye.
Leyla bi vê helwest û berxwedana xwe sifata „Bûka Kurdistanê“ wergirt û li seranserê Kurdistanê bûye aktorek sereke! Bi sempatiyeke mezin a li hemberî têkoşîna neteweyî û nerazîbûneke cidî li dijî dijmin rawestîya ye. Di rêxistinbûna jinên Kurd de Leyla Qasim wekî sembol û qehremanek cih girtîye. Li Kurdistanê navê LEYLA li bi hezaran keçan hatîye danîn. Bûye çavkaniya îlhamê ji bo gelek helbest, kilam û gotinên marşan; Bûye qehremana mijaran bo nivîskar û helbestvanê kurd. Li hemû parçeyan ji bo ciwanên Kurd bûye stêrka bakûr. Wekî yekem jina Kurd ku di dîroka têkoşîna Kurdistanê de hatiye îdamkirin, navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsand li ser rûpelên dîrokê!
Gelek sedemên pir alî hene ku Leyla Qasim ji bo gelê Kurd bûye şehîdeke neteweyî û semboleke berxwedanê ya bihêz e. Ciwaniya wê, jiyana wê û pabendbûna wê ya bêhempa, bi doza Kurd re di civaka Kurd de dengekî kûr veda. Wêrekiya wê ya li hemberî îşkence û mirinê, wê kir nimûneya berbiçav a wêrekî û berxwedana Kurd. Di dawiyê de, cil û bergên Kurdî li xwe kirin û gotinên wê yên dawîn ên bihêz, wê wekî şehîdeke ji bo nasname û azadiya Kurd cih girt. Leyla Qasim, bi taybetî ji bo jinên Kurd, wekî sembola wêrekî, fedakarî û pabendbûna bêhempa bi doza Kurd re tê temsîlkirin. Ew wekî sembola rizgariya jinan û têkoşîna aktîf a di têkoşîna siyasî ya Kurd de tê dîtin.
Erka her welatparêzekî Kurd e ku xwedî li kevneşopiya têkoşîn û berxwedana Leyla Qasim derkeve, wê bîne hişê, mîrasa wê ya zindî ji nifşên nû re veguhezîne û bi bîranînên siyasî wê di dilan de cih bike. Mixabin, hîn jî derdor û kesên xizan ên hişmendiya siyasî hene ku ji girdaba fanatîzma siyasî û bandora xetên şikestinê yên îdeolojîk ên piştî salên 1970’î rizgar nebûne û hewl didin Leyla Qasim di herêmeke teng û çerçoveyek siyasî de bihêlin. Ev derdorên ku dîlê ezberên xwe yên rabirdûyê ne, di xala dijminatiya PDK û Barzaniyan de dîlê nexweşiya destpêkirina dîroka têkoşîna Kurdistanê bi xwe ne. Lê em dizanin ku têkoşîna Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê zêdetirî dused sal in berdewam dike. Têkoşîn û destkeftiyên ku li her parçeyekê hatine bidestxistin encam û mîrasa dîrokî ya aqilê hevpar ê Kurd e. Di vê çarçoveyê de, kevneşopiya têkoşîna Leyla Qasim û hevalên wê li her qada Kurdistanê bi bandor bûye û bi taybetiya xwe ya avaker di dilan de text daniye.
Kevneşopiya têkoşîna Leyla Qasim û hevalên wê îro bi awayên cuda tê bibîranîn û rûmetkirin. Gelek malbatên Kurd, ji bo rûmeta wê navê Leyla li keçên xwe dikin. Mîrasa Leyla Qasim: Têkoşîn û çîroka jiyana wê di edebiyata Kurdî de cih digire û hîn jî bandor li têkoşîna Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê dike û îlhamê dide nifşên pêşerojê yên ku bi biryar in têkoşîna diyarkirina çarenûsa miletê Kurd bimeşînin.
Bîranîna mîrasa berxwedanê û têkoşîna Leyla Qasim li zemîn û qadên cuda, ji bo xurtkirina hişmendiya nasnameya neteweyî ya kolektîf û veguhestina nirxên berxwedan û fedakariyê ji nifşekî bo nifşekî gelek girîng e. Xwedîderketina gelê Kurd li mîrasa têkoşîna Leyla Qasim nîşan dide ku ew wekî qehremaneke neteweyî bi fermî hatiye naskirin û rêz jê re tê girtin. Îro li Başûrê Kurdistanê, çi di jiyana civakî de be çi di qada giştî de be, hewlên afirandina hişmendiyê bi vî rengî yên di şiklê çalakî, proje û abîdeyan de, xizmetê ji xurtkirina hişmendîya kolektîf û şekilgirtina nasnameya neteweyî re dike.
Di encamê de, biryardariya têkoşînê, jiyan û fedakariyên Leyla Qasim û hevalên wê, di rûpelên dîrokê de wekî semboleke mayînde ya berxwedana gelê Kurd li dijî zext û zulmê cih girtiye. Destkeftiyên vê berxwedana biryardar di riya dewletbûnê de merheleyên cidî bi dest xistine û bi encamên xwe yên fiîlî li kêleka me radiwestin. Pabendbûna bêhempa, wêrekî û fedakariya dawî ya van qehremanan, bandoreke kûr li hişmendiya neteweyî ya Kurd kiriye û îro jî ji bo Kurd li pey xewnên xwe yên neteweyî bimeşin, îlhamê dide millete Kurd.
Di salvegera 51salîya îdamkirina Leyla Qasim û hevalên wê de, em Leyla Qasim bi helwest û biryardariya wê ya „Hûn dikarin min bikujin, lê hûn qet nikarin gelê min bikujin“ bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînin. 11.05.2025 Cano Amedî
Gelo wê Barzanî dîsa têkevin xefika Ocalan?
Teslîmîyeta Demokratîk
HAK-PAR 1 PWK 0