Nûrî Çelîk
Tirs bandorek mezin li hest û hişmendîya meriv dike, bedenê ji taqat dixe, qidûm dişkîne û meriv ji desthilanîn dixe. Ev yek sedemek ji bindestî û kolonîzekirina insên û miletan e. Dagîrker, yan jî bi navê din kolonyalîst, bi girtin, perçiqandin, zilm, êşkence û kujtinê tirsê dixin dilê ferdên wî miletî û nahêlin ferdên wî miletî bibin xwedîyê feraset û vînek resen.
Faktora bingehîn ya parçebûn û radestîyê hebûna tirsên veşartî yên di laşê mirov de ye. Kes û civakên ku newêrin yan nikaribin wê zincîra tirsê bişkînin û xwe jê azad bikin, di nav çerxên rista tirsê de diperçiqin û di nava demê xwe dişibin dagîrkerên xwe, hewl didin ku bişibin dagîrkerên xwe da ku ji zincîrên tirs û koletîya tirsê azad bibin.
Em  Kurd bi sedê salan bi wê tirsê mezin bûn, bi rista wê tirsê bindest man. Çi cara ku me hewl da em ji çerxa wê tirsê rizgar bibin, em raserî tirsek din hatin. Wê tirsa ku bi sedê salan em kirine koleyên xwe, îro jî bi awayekî din, bi rengekî din li me vegerîyaye û toqa xwe ji stuyê me dernexistiye.
Tirsa ku piştî têkçûna serhildana Dersimê Kurd xistibûn nav çerxa diranên xwe, piştî salên 60î hêdî hêdî hat şikandin û xortên nûhatî bi ked û bedelek mezin xincîrên wê tirsê şikandin, dest bi sazkirina komele, rêxistin û partîyan kirin û doza Kurd û Kurdistana binaxkirî carek din zînde kirin. Bi qencî û xerabîyên xwe, bi kêmasî û xeşîmîya xwe, endam, kadir û rêvebirên her rêxistin û partîyê li gor karîn û derfetên xwe bedel dan û ji şikandina zincîrên tirsê re bûn alîkar. Helbet ev ked û bedel nayê jibîrkirin.
Piştî hatina 12ê Îlona 1980î û darbeya leşkirî, tirsa ku ji hiş û laşê me derketibû dîsa li xwe vegerîya. Çi ji ber girtin û êşkenceyên li zindanên dijmin be, çi ji ber tirsa girtin û kujtinê be, me meydan ji dijmin û rêxistinên wê re hişt, me qada tekoşînê terk kir û bûn şirîkê rewşa ku Kurd îro tê de ne. Tirsê zora me bir û bû sebeb ku em ji meydanê tune bibin, tune nebin jî bêdeng û bêhêz bibin û rêxistinên ku xêra Kurd û Kurdistanê nedixwestin li qadê bibin desthilatdar.
Ew tirsa psîkolojîk ya ku ji alîyê dewleta kolonyalît ve hest û hişê me hêsîr girtibû, di 1984an de ji alî PKK ve hat şikandin û bi destpêkirina şer Kurdên Bakur bi ked û bedelek mezin zora wê tirsa fîzîkî û psîkolojîk birin û heta li dijî wê tirsê li ber xwe dide. Di şikandina vê tirsa psîkolojîk ya dewletê de helbet em nikarin kes û berdêla PKK ji bîr bikin.
Di vê nivîsê de asasen qesta min partîyên derveyî PKK û dezgehên pê ve girêdayî ne. Çima di vê rewşê de ne, çima nikarin gavekê pêş de herin, çima wek berê nikarin li ked û bedela ku dabûn xwedî derkevin, çima bûne wek mamûrên dewletê û bi awayekî çalak nikarin xwedî li doza xwe derkevin, çima zarokên xwe ji doza Kurd û Kurdistanê, ji rêxistin û partîyên xwe dûr dixin, çima nikarin keç û xortan, xort û ciwanan tev li partî û tevgerên xwe bikin, cîhê pirs û meraqê ye. Ewên ku di paşeroja xwe de çalak û mirin jî têde her tişt dabûn ber çavên xwe, çima îro wek „cinên ku ji hesin bitirsin“ xemsar û sersarên dozek çalak bûne, cîhê pirs û meraqê ye.
Rewşa herêmê û guhertinên nû, banga dewleta Tirk û Ocalan, kongreya PKK, çekberdan û xwerûxandina wê, helbet wê li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê rewşek taybet derxe holê. Gelo ev partîyên ku ez behsa wan dikim ji vê rewşê re çiqasî amade ne, çi amadekarî kirine, ji bo pêşerojê çi plan û hesabê wan hene, dîsa cîhê pirs û meraqê ye. Gelo dîsa wê wek mamûrên dewletê tenê wextê xwe yê vala bidin doza Kurd û Kurdistanê, yan wê bi mejî û xwînek nû ji sifirê dest bavêjin meselê, dîsa cîhê meraqê ye. Gelo dîsa wê di nav wê tirsa psîkolojîk de bin (tirsa ku neyên girtin, neyên kujtin, pozê zarokên wan bi xwîn nebe) yan wê piçekî wîjdanê wan bijene û li keda derbasbûyî xwedî derkevin, dîsa cîhê pirs û meraqê ye.
Bi kurt û Kurmancî; barê Kurdistanê barekî giran û zehmet e. Jê re ked û berdêlek mezin divê, jê re tifaq û hevkarîyek berfireh divê. Ne partîya A, ne jî partîya B û C nikarin ji binê vî barê giran rabin. Berî her tiştî divê hemû partîyên ku navê Kurdistanîbûnê li xwe kirine vê toqa naletê (tirsa psîkolojîk) ji stuyê xwe derxin, bi rêvebirîyek nû û ciwan, bi hest û hişmendîyek netewî û xurt û bi fedakarîyek bê westan xwe ji mamûrtîya dewletê û siyaseta hobîyê rizgar bikin û bêjim em hene wesselam.
Yan na, çawa ku di qada şer de PKK li çira wan xist, wê di qada legal de jî nên ji wan re nehêle û Kurdên ku piçekî xîret pê re mabe ji bo berjewendîyên Tirkîyê di qadan de heba bike û hûn sax…
Gelo wê Barzanî dîsa têkevin xefika Ocalan?
Teslîmîyeta Demokratîk
HAK-PAR 1 PWK 0