Peyamên Demokratîk

 

Pîrkemal

Serokê nîjadperestên Tirk Devlet Bahçelî (Dewlet) lotikek avêt û Ocalan vexwend meclîsa Tirko. Piştre Serokê Kurdên Sererd û Binerd sayin Ocalan jî got “ehlen we sehlen” û bangek qerase kir, ji mirîd û hevalên xwe re got “heval çekên xwe deynin, xwe fesix bikin, tu gûyekî netewî nexwazin û Tirkîyeyek Demokratîk zêdeyî serö me û bavê me ye”. Piştre Serokkomar û Serokê Hikûmetê Dirêjo jî piştgirîya Tirkîyeyek bê teror (Tirkîyeyek bê Kurd) kir û pêvajoyek sererd û binerdkî dest pê kir. Pêvajoyek ku tu jkes tiştekî jib o Kurdan nexwaze û naxwaze. Ne mafên ziman û çandî, ne jî mafên netewî û mirovî. Ev lotika ku qaşo nave pêvajoyê lê tê kirin, kes nizane bê çi ye, kes nizane bê di pişta perdê de çi film û şano tên lîztin. Nav pêvajo ye, lê her tişt ji bo berjewendî û çarenûsa dewleta Tirk e. Ji lotikvanên PKK û DEMê bigirin, ji rewşenbîr û nerewşenbîrên wan bigirin heta bi çîrokbêj û hunermendên wan, bi paradîgmayên serokê xwe radibin û rûdinên û netew-dewletê ji bo Kurdan heram dibînin. Ewên ku di netew-dewletan de dijîn û dergevanîya sînorên netew-dewletên dagîrker dikin, hewl didin ku bi çîrokên bratîya Tirk û Kurdan Lozanên nû îmza bikin û Kurdan dîsa di nav sînorên çar netew-dewletên dagîrker de bikin piçik û parî.

Lê pêvajo dewam dike…

Pêvajoya ku xwedêgiravî navê aştîyê lê tê kirin, lê di naverokê de heta îro tiştek ji bo Kurdan nehatiye xwestin..

Axir…

Çekdanîna PKK wê ji bo Kurdan bi xêr be. Qe nebe wê Kurd ji tirsa dewletê zêdetir, ji tirsa mirina bi çekên PKK xelas bibin. Wê bêhnekê bistînin û belkî piçekî bi ser xwe ve bên. Rûxandina PKK û şerê çekdarîya bê wate û bê armanc (her çiqasî PKK zû bi zû bela xwe ji Kurdan veneke jî), belkî di qada siyaseta legal de rê ji alternatîfên nû re vebin, pozê Kurdên derveyî PKK bişewite û karibin xwe bi ser hev de bînin.

Werhasil, pêvajoya ku ji alî Devlet Ocalan û Abdullah Bahçelî ve dest pê kiriye, hema bêjin ji alî piranîya partîyên her çar parçeyên Kurdistanê û ji alî piranîya dewletên sereke ve hat destekkirin. Herkes di wê bahwerîyê de ye ku wê çekdanîn û fesixkirina PKK aştîyê bîne herêmê filan û bêvan. Çekdanîna PKK di serî de wê ji Kurdistana Başûr û Rojava re lotikek xêrê be. Belkî bi çekdanîn û xwerûxandina PKK re mîrkutên dewleta Tirk ji ser serê Kurdên Başûr û Rojava kêm bibin û tu mahneya êrîşan di destê dewleta Tirk de nemîne. Lê ev jî cîhê pirsê ye. Heçê bermayên Dewleta Osmanî û Roma Reş nas dikin, wê bizanin ku di Dewleta Elî Osman de dek û dolab, lîztik û xefik xelas nabin. Heger mesele bi çekberdana PKK û fesixkirina wê çareser bibûya me yê bigota şikir ji xwedê re. Lê Dirêjo doza çekberdana YPG û HSD jî dike ku asas û rastîya vê pêvajoya vala jî ev e. Lîztik hemû li ser serê YPG û Kurdên Rojava tên lîztin û tê xwestin ku PYG û HSD jî çekên xwe deynin û têkevin bin xizmeta Hikûmeta Şamê. Bêçekbûn jî bêguman tê wateya mirina Kurdên Rojava.

Dîsa werhasil, mesela me ji şer û lihevhatinên bi şêwir û mişêwir yên dewletê û PKK zêdetir, li ser Kurdekanên Başûrekan û peyamên wan yên demokratîk e.

Di serî de PDK û YNK, Barzanî û Talabanî, hema bêjin hemû partîyên Başûr piştgirîyê didin vê pêvajoya ekolojîk û demokratîk. Helbet Başûrî dixwazin toqa PKK û êrîşên dewleta Tirk ji stuyê xwe derxin û xwe ji wan bisitirînin. Ji ber vê piştgirîya çekdanîna PKK dikin. Ev temam. Lê div ê pêvajoya pişt perdeyê de çi ji bo Kurdan tê xwestin, ne di xema wan de ye. Bela PKK çek deyne û ji Başûr derkeve bes e, Kurdên Bakur tiştekî bi dest dixin yan naxin, ne pirsgirêka wan e. Heger hûn di pişt perdeyê de tiştekî dizanin ji me re jî bêjin bavê min! Ji me re jî bêjin ku em jî li dijî peyamên we yên demokratîk nivîsên antî demokratîk nenivîsin wî! Ne mafên ziman û çandî, ne mafên netewî, naxwe çi? Naxwe ev piştgirîya demokratîk ji bo çi ye canekem?

Werhasilî kelam, Bahçelî, Ocalan û şirîkên wan beroşa serê Kurdên Bakur danîne ser êgir. Îcar wê çi ji wê beroşê derkeve ne ez dizanim, ne jî Sofî Xelef û hûn sax..

 

Mêrdîn

About The Author