Zinar Qelemşûr
Serokatî, û bi taybet serokatîya miletekî bindest, ne hêsan û rehet e. Jê re şarezayî, huner û cewher, feraset hişmendîyek kûr lazime. Herkes di zikê dêya xwe de nabe serok, lê ji bo bibe serok jî jê re taybetmendîyên girîng pêwist in. Ya herî girîng taybetmendîya qanîkirinê, zanyarîya kûr, texmîn û pêşdîtina pêşerojê ye.
Serokê mezin û gewre başkan Ocalan di dîroka Kurdistanê û belkî dîroka dinya û axretê de serokekî di asta serokê serokan de ye. Di wê ast û zanyarîyê de ye ku dikare heta bi faşîstekî wek Devlet Bahçelî jî bike Apocî. Ma ji vê kerametê, ji vê ferasetê mezintir huner û hişmendî heye? Bi serê şêx na!
Ka ji nav serokên Kurdan kîjan serokî dikarîbû dijminê xwe bike wek xwe? Kesî nikarîbû. Lê başqan kir. Yekî wek Devlet Bahçelî û Dirêjo kirin Apocî û ev çend sal in bi serê wî sûnd dixwin, bi zîrekîya wî siyasetê dikin û bi hikmet û kerametên wî desthilatdarîya xwe li ser pê dihêlin.
Niha hûnê bêjin başkan di banga xwe de ji bo Kurdan tiştek nexwestiye, ne wilo?
Law oxlim taktîk e taktîk!
Heger we kerametên paradîgma başkan fêhm bikira, wê îmana we jî xurt biba û bi telaqê bê fitû hûnê ji Bahçelî zêdetir bibûna Apocî, wî.
Ez serê we neêşînim kezebno, bi allahwekîl kes wek Apocîyan zîrek û şareza tuneye. Ne ez wek başkan û Apocîyan dikarim zîrek bim, ne jî hûn. Erê Apocî û başkan nabin Kurd, lê bahwer bikin dikarin herkesî wek xwe bikin Apocî û hûn sax…
Stenbol
Gelo wê Barzanî dîsa têkevin xefika Ocalan?
Teslîmîyeta Demokratîk
HAK-PAR 1 PWK 0