
Wek hûn zanin, Serokek ji yên dolheramên ÎŞÎDê û Serlotikvanê Hikûmeta Sûrîyê Ehmed el Şara Ibin Colanî, bi navtêdan û zixtên dolheramên Romê, xwe ji Kurdan dûr dixe û naxwaze Kurdan nas bike. Ê helbet, gava rîhdirêjo Kurdan wek milet û pêkhateyek cuda nas bike, dive wan bike şirîkê hikûmetê û mafê wan jî bide wan. Ji verb ê, oxlim sergiranîyan li Kurdan dike. Lê wê heta kengî û heta ku karibe çavên xwe ji Kurdan re bigire, heta ku wê karibe serî li ber Amerîka, Îsraîl û hevpeymanên wan netewîne, kes nizane. Wê ev tir jê re bimîne yan nemîne xwedê zane.
Axir, xanima germik û nermik û xweşik û Cîgira Nûnerê Taybet ê Amerîka ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Morgan Ortagus, 15ê Gulanê ji kanala Televizyona LBC ya Lubnanî re axivî û çend lotikên germ û nerm avêtin. Morganka me ji LBC re got: „Amerîka ji Serokê Sûrîyê Ehmed Şara dixwaze ku Kurdan û pêkhateyên din yên wî welatî di nav rêveberîyê de biparêze û wan bike şirîkê hikûmetê. Me lîsteyek daxwazan ji bo paraztina Xiristiyan, Kurd, Durzî, Elewî û yên din amade kiriye û ew lîste daye Mîster Şara“.
Xanima germik û nermik Morgan Ortagus, godi lotika xwe ya duyemîn de got: „Em dixwazin belqitîyê Şara Sûriyê bi awayekî ku berjewendîyên hemû alîyan garantî bike, bêyî ku hefsar têxe serê wan û li wan siwarê, ne tenê ji bo paraztina wan, lê herweha ji bo misogerkirina beşdarîya wan a di hikûmeta Sûriyê de, bixebite“.
Morganka min û we di lotika talî de got: „Bi şeş telaqên mêrberdanê, heke Şara ji rê derkeve û xwe dînomîno bike, emê dev û pozê wî tije îsotên Ruhayê bikin ku heta 9 mehan jî hew karibe bi xwe de birî“.
Em lotika xanima germik û nermik û delala ber dilê Dîko Morgan Ortagus pîroz dikin û niyazê ji yezdanê pak dikin ku li axreta gewrik 73 Nûrîyan bike nesîbê wê.
Waşîngton

Kûçik mir, aqûbet li yên din be
Xaltîka me Mandana tir ji DBP berda
Leyloka me bûye JOKER