Pişo Mihemed
Di destê me Kurdên Bakurd e tenê ziman û çanda me maye. Çeka me ya herî mezin ziman û paraztina ziman û çanda me ye. Mûzîk û hemû nirxên bi çandê ve girêdayî ne. Heger ev çeka mezin ji destê me derkeve û plan û projeyên dewleta Romê bi ser bikeve, emê jî wek gelek miletên din winda bibin û bibin Tirk. Ji xwe siyaset û armanca dewleta Romê û partîyên ku taşeronîyê jê re dikin jî ev e. Tirkkirin û Tirkîyeyîkirina Kurdan.
Lê wê Romî û taşeronên wê bi ser nekevin. Bi pêşketina hest û hişmendîya netewî, ewên ku asîmîle bûne jî rojekê wê li kesayetî û qewmîyeta xwe hişyar bibin û li Kurdayetîya xwe vegerin. Ev jî bi tekoşînê ve, bi xebatê ve girêdayî ye.
Di derbarê zimanê Kurdî de zildarên zimanê Kurdî ji bo ku Kurdî li Tirkiyê bibe zimanê perwerdeyê û zimanê duyemîn ê fermî, li Qada Şêx Saîd a Amedê civîyan û ji bo Kurdî daxwaza statûyê kirin. Di meşê de bi her du zaravayên Kurdî, Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) de stran hatin gotin û dûrişme hatin bilindkirin.
Piştî meşê li ser navê girseyê bang li dewletê hat kirin ku hemû astengîyên li pêşîya perwerdeya bi zimanê Kurdî bên rakirin.
Di vê çalakîyê de lotika herî xweş û bi wate ji alî Hevseroka DBP ya Amedê Rûçem Elyakutê ve hat avêtin. Lotikek pîroz û têrwate.
Rûçema me di axavtina xwe de mîrkutek li nav serê rêvebirên dewleta Romê û taşeronên wê xist û got: „Mafên neteweya Kurd yên zimanî, çandî, siyasî, hiqûqî û xwebirêvebiriyê, ne mijara bazarê ne. Divê hemû astengîyên li ber bikaranîna van mafan ji holê bên rakirin û zimanê Kurdî bibe xwedî statu“.
Parlamenterê DEM Partî yê Amedê Serhat Eren jî destnîşan kir ku ewê ji niha û pê de li parlamentoyê ji bo naskirina zimanê Kurdî zêdetir bixebitin û got:
„Emê ji îro û pê de ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, bibe zimanê perwerdeyê, emê têkoşîna xwe bi pêş bixin“.
Çalakvana ziman Dîlan Guvençê jî bal kişand ser statu û bikaranîna Kurdî û got:
„Ev 100 sal in pişaftina ku li ser Kurdan tê meşandin mixabin ji ber ku ziman ne zimanê perwerdeyê ye, helandinek mezin li ser zimanê Kurdî çêbûye. Mixabin nifşên nû bi zimanê xwe naxivin. Ji bo vê yekê jî divê di vê sedsala ku Komara Tirkiyê dixwaze xwe ji nû ve saz bike, divê zimanê Kurdî qebûl bike, statuya Kurdî nas bike û perwerdeya zimanê Kurdî jî mîsoger bike“ filan û bêvan.
Axir, ev çalakî çakakîyek pîroz bû. Hêvîdarim yezdanê pak xêra wan binivîse û 72 Horî û Nûrîyan bike nesîbê beşdaran.
Lê wek ku lotikvana me Rûçem Elyakutê dibêje, „mafên neteweya Kurd yên zimanî, çandî, siyasî, hiqûqî û xwebirêvebiriyê, ne mijara bazarê ne“. Divê her Kurdê bi xîret doza van mafên xwezayî bike û van mafan nekin mijara bazarê û hûn sax…
Amed
Gelo wê Barzanî dîsa têkevin xefika Ocalan?
Teslîmîyeta Demokratîk
HAK-PAR 1 PWK 0