Diyar Baban
Banga Dewlet Ocalan û Abdullah Bahçelî Kurd kirin wek mirîşka gêj û ji her serîyekî dengek derdikeve. Generalên şikeftên Qendîlê ji banga seroê xwe re gotin erê, kongre li dar xistin û gotin emê çekan deynin û xwe fesix bikin. Hinek dibêjin biryarek baş e, hinek dibêjin şaş û belaş e. Hinek dibêjin xiyanet û teslîmîyet e, hinek dibêjin taktîk e heval, hûn wek serok nizanin, ew xwedî ayet û keramet e. Û lotikên din.
Axir..
Partîya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK / ku yek ji şaxên PKK ye) di derbarê banga Ocalan û biryara PKK de bê helwest nema û ew jî ket nav karwanê lotik û zîtirkan.
Hevserokê (PJAK)ê Emîr Kerîmî (ji ber bahwerîya kesî bi kesî nayê, hevserokan ango komîser û qeyûmên siyasî dadîtin ser serê hev) diyar kir ku ewê çekan daneynin û xwe fesix nekin.
PJAK a ku tê gotin girêdayî Cemîl Bayik e, ragihand ku biryara PKK ya xwefesihkirinê wan girê nade û ewê çekên xwe jî daneynin.
Hevserokê PJAKê Emîr Kerîmî ji kanala Aryen TV re da lotikan û behsa pêşhatên pêvajoya aştî (aştîya bê daxwaz û bê tiştek) ya li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê kir û got: “ Bi allahwekîl, em vê qonaxa ku Rêber Apo dest pê kiriye, ji bo çareserîya pirsa Kurdên li tevahîya Rojhilata Navîn girîng û erênî dibînin. Êdî dema wê hatiye ku gelê Kurd di qada siyasetê de bêhtir rolê bistîne“ filan û fîstan.
Kakacan Emir Kerîmî, da zanîn ku biryara xwefesixkirinê biryara PKK bi xwe ye û got:
“ Bela kes kêfa xwe neyne û li dahol û zirnê nexe, em wek PJAK ne çekan datînin û ne jî xwe fesix dikin, em vê yekê bi eşkere dibêjin. Ew çeka ku di destê me de ye çeka xweparastinê ye, ne ya şer e“ û germ bû.
Lê lotika xweş û sosret di talîyê de ji devê Kerîmî derket û got:
“Em ne ji bo armancên siyasî şer dikin. Bernameya me jî nîne em êriş bikin û ji sala 2011an ve me agirbest ragihandiye, me gotiye heger êriş li ser me nebin em çalakîyan nakin” filan û bêvan,
Ê baş e bavê min, hûn ji bo Kurdistanek serbixwe şer nakin, hûn ji bo armancên siyasî şer nakin, hûn ji bo federasyon û xweserîyê şer nakin, naxwe çûn li ser nave Kurdan çi ji Kurdên reben dixwazin û çima zarokên wan didin kujtin? Heger armanc û mebesta we jiyana hevbeş a bi xelkên dolheram re be, çima şer lê ne xebata siyasî û bê şer?
Ez serê we neêşînim kezebno, ji bo Kurd doza Kurdistanek serbixwe nekin her dek û dolab tên gerandin, her çîrok û çîvanok tên gotin, her kiras li xwe tên kirin. Ji bo Kurd heta bi mirinê kurtanê kerên xelkê bin her her tirşik tê xwarin. Dibin her tişt lê nabin Kurd.
Aha mesele hemû ev e..
Mahabad
Gelo wê Barzanî dîsa têkevin xefika Ocalan?
Teslîmîyeta Demokratîk
HAK-PAR 1 PWK 0