Ehmed Beyan
Heta niha digotin Ocalan di bin tecrîtek giran de ye. Ji tecrîta ser Ocalan pê ve tu derdekî Apocîyan nemabû. Here tecrît, were tecrît. Doza Kurd û Kurdistanê kiribûn bi qurbana tecrîta ser serokê xwe. Lê Serokê Navenda Lêkolînên Stratejiya Bingehîn Abdurrahîm Semavî, di Xanî TV de gelek perde ji ser rastîya Ocalan û rewşa wî hilanîn û Apocî derewker derxistin.
Hebûn û mana Ocalan a li Îmralîyê di nîqaşê de bû. Ahmet Turk jî berî çend salan gotibû, “em ne li Îmralîyê, li cîhekî xweştir bi Ocalan re hevdîtinê dikin”. Û hinek parêzerên wî jî bêyî ku navê xwe eşkere bikin, anîbûn zimên ku gava “ew diçin Îmralîyê Ocalan bi helîkopterê tînin wir“.
Abdurrahîm Semawî ev perde jî rakir û pirs zelaltir kir. Xalê me Semawî di bernameya xwe ya bi Xanî TV de axivî û di derbarê Kongreya PKK a 12. de got ku “Ocalan li avahîya MÎTê û bi rêya telefonferansê beşdarî kongreya PKK bû û kongre li dar xist“. Bi vî haweyî zelaltir bû ku Ocalan ne li Îmralîyê dijî lê gava pêwist bû wî tînin Îmralîyê û hevdîtinan bi serlêderên xwe re dike.
Axir, ji me derew, li ser bextê Semawî û xalê me Ehmed Turk be.
Semawîyê min û we herweha dibêje ku Ocalan zixtê li Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (YPG-HSD) dike ku xwe û xweserîya Rojava hilweşîne û têkeve bin hikmê Hikûmeta Şamê. Herweha dibêje ku 28 milyar dolarên PKK (pereyên ku Kurdan bi ked û xwîna xwe dane) wê bikeve bin kontrola Ocalan û wê Ocalan bi van pereyan aborîya Tirkîyê xurt bike.
Û gelek lotkên din yên kesanedî.
Werhasilî kelam, Semawî yê ku haya wî ji gelek tiştan heye û gelek gotin û pêşdîtinên wî rast derdikevin, bi vê lotika dawî gelek çîrokên ku Apocîyan digotin derew derxistin û mîrkutek bêîman li nav serê wan xist. Bi vê mîrkutê wê hişê wan bê serê wan û rastîyê bibînin yan na nizanim. Lê dibêjin rasto di rastîya xwe re û xwaro jî di xwarîya xwe re derdikevin.
Hêvîdarim tiştên ku xalê me Semawî dibêje vê carê rast dernekevin. Bi taybet di mijara Rojava de rast dernekevin.
Heger hat û YPG û HSD bi ya Ocalan bikin û xwe hilweşînin, wê Kurd hemû bê bigrin û xelas.
De xwedê kerîm û rehîm e….
Enqere
Gelo wê Barzanî dîsa têkevin xefika Ocalan?
Teslîmîyeta Demokratîk
HAK-PAR 1 PWK 0