Bavê Cengo
Belê, piştî xirecir û lotik û motikên dûdirêj, şanda ku wê biçe tewafa Şama şerîf û mizakereyê bi Ereboşkan re bike, eşkere bû. Asasen diviyabû Ereboşkên qûnreş bihatina ber lingên Kurdan, lê em Kurdên xwelîser her tim dirin ber lingên xelkê. Yê bi çek û hêza xwe, bi aborîya xwe xurt in em in, yê ku diviyabû sergiranîyan bike em in, lê yê sivik bûn em û emê herin ber lingên Ereboşkên bêderpî.
Axir, wek dibêjin tiştê çû nedin dû. A girîng ev e bê ka wê şanda me li Şamê çi tirşikê belav bike û ji bo Kurdan çi bixwaze.
Şanda ku ji PYD 3, ji ENKS 3 û ji kesên serbixwe jî ji 3 kesan pêk tê, wek nûnerên Kurdan wê li Şamê dest bi lotik û zîtirkên mizakereyê bikin. Helbet şandeyek bi vî haweyî cîhê kêfxweşîyê ye. Lê kêfxweşîya herî mezin wê di daxwaz û destkeftîyên ku ji Şamê bînin, kifş bibe.
Dibêjin heger ne ji Beko Ewanan be, heger ne ji Darikên Hewdelê be, wê gur û mîh bi hev re biçêrin. Îcar bi taybet heger Beko Ewanên Bakurî tilîyan navêjin bin dûvê vê şandeyê û destêwersanan di kar û daxwazên wan de nekin, belkî şanda me ji bo Kurdan destkeftinek maqûl bi dest bixin. Na heger bi paradîgma, maradîgma û quzilqurtên nû bên xapandin û wek mirîşka gêj li wan bê, wê Kurdên Rojava di xewna xwe de garis û gilgilê Stenbolî bibînin û wê Kurd hemi pê bigirin.
Berjewendîyên netewî û destkeftinên ji bo Kurd û Kurdistanê di ser hemû paradîgma û quzê kerê re ye, di ser hemû serok û merokan re ye, di ser berjewendîyên hemû partîyan re ye. Heger mijar bû berjewendîyên Kurd û Kurdistanê, berjewendîyên Xelo û Xelo teferûat in. Divê nûnerên şanda me hem bi Beko Ewanên derve û hem bi Beko Ewanên navxweyî neyên xapandin û hûn sax..
Qamişlo
Gelo wê Barzanî dîsa têkevin xefika Ocalan?
Teslîmîyeta Demokratîk
HAK-PAR 1 PWK 0