Li bazara ehmeqan aqil nayê firotin

 

Nûrî Çelîk

Her tişt di mejî de dest pê dike. Mejî maka hiş û navenda rêveberîya lêş e. Laş yan bedenek saxlem bi mejîyekî pak û zelal ve girêdayî ye. Mejî nexweş be laş nexweş e, mejî nexweş be laş rê û rota xwe winda dike û dikeve ast û pêvajoya ehmeqîyê.

Dagîrkerên me her tim xwestine bi hemû şêweyan me bişibînin xwe û bi vê yekê mejîyê me dagîr bikin. Çi bi rêya dem û dezgehên perwerdehîyê be, çi bi rêya çapemenî û siyasetê be, û ji her tiştî wêdetir jî, bi rêya rêvebir û siyasetmedarên Kurd û li ser navê Kurdan hewl dane ku mejîyê me dagîr bikin û me ji hişmendîya Kurd û Kurdistanî, ji hest û helwestên Kurdayetî dûr bixin. Çi bi neyartîya navxweyî be, çi bi cudatîyên îdeolojî û oldarî be, çi bi alozî cudatîyên zimanî be, dagîrker bi her haweyî Kurdan parçe dikin û per û baskên wan dişkînin. Îro rewşa ku em Kurd tê de ne raber dike bê mejîyê me çiqasî hatiye dagîrkirin, em çiqasî hatine lîztika dagîrkerên xwe û me çiqasî xwe şibandiye wan. Bi vê şibandinê herweha em bûne evîndarê celadê xwe jî û ev yek di hest û helwestên gelek rêvebir û siyasetmedarên me de xwe dide der.

Pergala zîhnîyeta serdest û têkçûna kesayeta bindest nahêle ku di hest û hişmendîyê de îradeyek serbixwe û resen çêbibe. Çi gava hest û hişmendîyek xweser di laş û mejîyê Kurdan de çêdibe, hew we dît paradîgma û perspektîfên dûrî xwezaya civaka Kurd avêtin holê û mejîyê ku piçekî bi ser xwe ve dihat dîsa çelqandin. Çelqandina mejîyê mirovê Kurd wî mecbûr dike ku bibe destbirak û hêsîrê paradîgmayên xeyalî û bibe xwedîyê kesayetîyek wek kesayetîya doltajî. Doltajîyê ku ne kûçik û ne jî tajî ye, di navbera her du celeban de diçe û tê, hem kesayetî û hem jî hest û hişmendîya xwe ya resen winda dike û bi vî haweyî di navbera nêçîr û nêçîrvên de dibe pir. Doltajîyê ku bûye biyanîyê kesayet û nasnameya xwe ya resen, xwe li ber nêçîrvên piçûk û bê qîmet dibîne, dixwaze têkeve çavê xwedîyê xwe, bi çarenûsa xwe qayîl dibe û wek gelek insan û lawiran dibe neyarê qewmê xwe.

Dagîrkerên ku bi xwe eşkere lê bi rêya peyayên xwe veşartî mejîyê me dagîr dikir, îro bêyî ku pêwistîyê bi veşartinê bibînin mejîyê me aloz dikin û bi rêya kurmên xwe dara me ji hindur ve dikevêjin.

Hebûna mirovên hestiyar hêvî ye. Mirovê bê hêvî mirovekî mirî ye, mirovê hêvîdar şerê bêhêvîyê dike û li benda ronahîya li pey tarîyê ye. Dagîrkerên me bi dagîrkirina mejîyê me hêvîyên me jî têk dibe, hêvîyên serbestîyê, hêvîyên serxwebûn û pêşerojek azad. Gava nikaribe vê yekê ji derve bike, îcar ji hindur de dest bi şer û operasyonan dike. Her çiqasî doh ev şer alenî nedihat kirin jî, îro bi eşkere û zelalî dike û dide kirin. Bi rêya kadroyên xwe yên di nava Kurdan de, bi rêya rêvebirên ku xwe di bin perdeya Kurdayetîyê de veşartibûn, bi rêya dezgehên ku xwe di bin dûrişmên Kurdistanek serbixwe de veşartibûn, hêvî û hişmendîya serxwebûnê ji qoqê serê me dişon û bi daxwaz û armancên xeyalî Kurdan bi Tirkîyê û Tirkayetîyê ve dizeliqînin. Hem bi xwe, hem jî bi rêya peyayên xwe, dixwazin bi Kurdan bidin bahwer kirin ku Kurd nikarin bibin yek, Kurd ne layiqî dewletek serbixwe ne, ji xwe dewletek wan bi navê Tirkîye heye û ji bilî entegrasyona statukoyê tu çareyek ji Kurdan re tuneye. Bi vê yekê dixwazin hizra serxwebûnê ji mejîyê Kurdan hilweşînin û wan di nav sînorên dagîrkeran de desteser bihêlin.

Statukoya Rojhilata Navîn tê guhertin, dibe ku sînor jî bên guhertin. Çirûskek ji Kurdan re pêketiye û derfet ji wan re tên afirandin. Piştî Başûr û Rojava niha jî Rojhilat di rojevê de ye. Dewleta Tirk xetera li pêşîya xwe dît û yekser bi rêya Bahçelî xwest hefsarê xwe li stuyê Kurdan bigerîne, wan ji tifaqa navxweyî û navdewletî dûr bixe û bi rêya xizmetkarên xwe dubare û sêbare mejîyê wan dagîr bike. Bi navê bratîyê, bi navê tifaqa Tirk û Kurdan, bi navê Tirkîyeyek bê teror (bê Kurd) paradîgma û perspektîfên dûrî berjewendîyên Kurd û Kurdistanê datînin ber Kurdan. Bi van paradîgmayên pûç û xeyalî, bi van paradîgma û perspektîfên dij Kurdistanî, dixwazin xewn û xeyalên Şêx Ubeydûllah, Qadî Mihemed, Ehmedê Xanê, Barzanî û bi hezaran tekoşer û şehîdên Kurdistanê binax bikin û bi alîkarîya „Kurdenrat“ an Peymana Lozana duyemîn nûjen bikin. Paradîgmayên ku bi devê dewletê, li gor berjewendîyên dewletê û bi navê bratîyek sexte ji Kurdan re tên pêşkêşkirin, rasterast  teslîmîyetê datînin ber Kurdan û bêyî ku gavek herî piçûk jî bê avêtin, dixwazin paşnavê hemû Kurdan bikin „Tirkîye„. Hilweşîn û hilweşandina hizra serxwebûnê ne tenê qelsîyek siyasî ye, herweha encama qelsîyek hest û hişmendî, çand û zimanî ye jî.

Asîmîlasyon bi serê xwe têkçûna kesayetîya Kurd û hişmendîya serxwebûnê ye. Asîmîlasyon dagîrkirina hest û hişmendîya Kurdistanî digihîne asta herî bilind û mejî ji qalibê xwe yê xwezayî dixe qalibekî din. Îro sosreta ku di nav civaka Kurd de rû daye ev malkambaxî ye. Aqil girikî, mejî aloz, hest têkçûyî, hiş û hişmendî jî beravêtî bûye. Yanî, ji ber ku her tişt li nav hev ketiye û her yek tiştekî dibêje yan dixwaze, hiş û aqil derbasî asta ehmeqîyê bûye û hew dixebite, Bixebite jî nizane çi dixwaze û wê çi bixwaze.  E

m Kurd gelek caran di van bohranên hizrî û siyasî re derbas bûne. Gelek caran têk çûyî û bêhêvî bûne. Lê miletê Kurd tucarî radestî dijminê xwe nebûye û ala teslîmîyetê bilind nekiriye. Çawa ku Pêşewa Qadî Mihemed gotiye, „Heger ji kujtina mirovan xerabtir sûcek hebe, ew jî xiyaneta bi miletê xwe ye„ û çawa ku nemir Mistefa Barzanî digot, „Di dilê her Kurdekî de Kurdistanek serbixwe heye„ miletê Kurd wê ji vê bohrana îro jî bi serbilindî derbas bibe û wê ji paradîgmayên dûrî berjewendîyên Kurd û Kurdistanê re nebe qurban.  

 

About The Author