Aha îcar mesele safî bû ha..

 

 

Dibêjin li şûna şêran dixwînin kundên serê şikêran. Îcar ev jî mesela me ye. Şêr di nav me Kurdan de nemane. Ji ber vê jî, kundên serê şikêran, çiqas dîk û mirşkên ser sergoyên xelkê hebin, çiqas kêzikên gûgerîn hebin, hemû dibin nûner û berdevkên me û li ser navê me biryaran didin. Ewên ku li gund û bajarên xwe, li tax û civaka xwe nikarin bibin muxtarek jî, li ser pişta me Kurdan dibin mîr û wezîr, dibin wekîl û xwedî paye. Û piranîya wan jî ne Kurd in, parsekên vir û wir in û ji bo Kurd nebin xwedî tiştek çi ji destê wan tê dikin.

Yek ji wan jî S. S.Onder bû (xwedê bi rehma xwe şa bike). Û yên wek wî Kemalîst û zilamên dewletê di nav me de zêde ne û ne kêm in. Piranîya serkêş, serok û hevserokên xwe ne Kurd in û bi paraşûta dewletê daketine ser serê Kurdan. Ji ber vê jî, ji çîrokên demokratîk cûmhûrîyet û bratîya gelan pê ve tu tiştekî çandî û netewî ji Kurdan re naxwazin.

Axir…

Piştî mirina Sirrı Süreyya Önder, meraq dihat kirin bê ka wê kî şûna wî dagire tev li şanda Îmralîyê bibe. Digotin belkî gunikreşekî Kurd be. Lê eşkere bû ku li ser daxwaza Ocalan Mîthat Sancar ê Ereb wê bibe qaşo qasidê mizakere û aştîyê û çareserîyê ji Kurdan re bîne. S. S. Onder Tirk, Perwînkê Ereb, Mîthat Beg Ereb, Ahmet Turk (fîftî fîftî).

Mîthat Sancar ê ku berê yek ji Hevserokên Partîya DEMê bû û îro jî wekîlê wê ye, heta niha çi tirşik belav kiriye û wê îro çi tirşikê ji Kurdan re belav bike nizanim. Yekî Kurd têketa şanda Îmralîyê dîsa wê mikarîba tu pelûl bixwara. Lê dîsa jî qe nebe wê nave wî Kurd bûya. Ji ber ku Ocalan tu carî bahwerîya xwe bi Kurdan neanîye û nayne,  tenê pişta xwe dide kesên ne Kurd û kadroyên dewletê.

Werhasilî kelam, baş e ku Mîthat Sancar abê ketiye şanda Îmralîyê. Heger li şûna S. S.Onder Umît Ozdag bibûya wekîlê Ocalan me yê çi gû bixwara nizanim..

 

Îzmîr

 

 

About The Author