PDK-T yanî Partîya Demokrat a Kurdistanê-Tirkîye, kongreya xwe ya 4em li dilê Tirkîyê, ango li Enqerê li dar xist û lotikek avêt. Wek tê zanîn, partîyên yasayî, partîyên bi îcazet mecbûr in kongreyên xwe li Enqerê çêkin.
Axir, xalê me M. Emîn Kardeş bi yekdengî (ji ber kesekî din tunebû) carek din bi yekdengî bû serokê PDK-T û barê PDK-T hilgirt ser milên xwe.
Ez xalê xwe Kardeş û PDK-T pîroz dikim û ji wan re lotik û zîtirkên xurt û qewîn dixwazim.
Xalê min û we M. Emîn Kardeş, di axavtina xwe de behsa pêvajoya (nepêvajo) di navbera dewletê û Ocalan de kir û got: “ Bi gora Saîd Elçî, em di mijara Kurd û Kurdistanê de li her derê mixatab in. Em vî barî ji ser milên xwe navêjin. Lê di vê meselê (dewlet û Ocalan) de em xwe mixatab nabînin. Ji ber ku gotûbêja niha ne di navbera Kurdan û Kurdistanîyan de ye, di navbera partîyan de çêbûye, di navbera du alîyan de (Bahçelî û Ocalan) de tê gotûbêj kirin. Em nizanin ka wê ev gotûbêj bigihêjin çi encamê û çi tirşik jê derkeve” filan û bêvan.
Xalê me ji alîyekî rast dibêje, gotûbêj ne di navbera Kurdan de ye, di navbera Devlet Bahçelî (Dewleta Tirk) û Ocalan (PKK) de ye. Ocalan incex PKK dikare li ser navê xwe û mirîdên xwe baxive û bazarîyan bike, ne li ser navê Kurdan. Ji ber vê yekê, xalê me Kardeş xwe wek mixatabê lîztikên Ocalan û Dewletê nabîne û tew serê xwe jî pê naêşîne. Gotûbêj û pêvajoya ku kes nizane wê çi tirşik û pelûl jê derkeve, çima emê serê xwe pê bêşînin babam, ma xwedê ji me stendiye…
Na na, kevirê giran di cîhê xwe de baş e wî…
Stenbol
Merasîma çekberdanê, govenda bi def û zirne
Çûn heyfa bavê qûna dê jî li ser kirin
Me dabû dû xeyalekê…