Nûrî Çelîk

 

Me dabû dû xeyalekê, xeyalek pîroz, xeyalek bi nirx, xeyalek bi wate.

Û xeyalek mezin. Xeyala azadîyê.

Xeyala welatekî serbixwe, jîyanek sefiraz, xeyala qetandina zincîrên koletîyê, rakirina sînorên bindestîyê.

Me dabû dû xeyalekê..

Xeyala yekîtîya welatekî parçekirî, xeyala yekîtîya milet û zimanekî dabeşkirî.

Baş xirab, kêm zêde, bi rêxistinî yan bi takekesî, herkesî li gor xwe ked da, herkesî li gor xwe cefa kişand. Em di gelek tiştan de ne wek hev bifikirîyana jî, xeyala me yek bû. Hinekan rasterast, hinekan çepûrast dixwest xwe bigihîne wê xeyalê. Hinekan bi dilekî pak û safî, hinekan bi nêtek xirab û dijminane ew xeyal ji xwe re bi kar anîn. Hinek bûn bi qurbana dilê xwe yê pakij û têk çûn, hinek jî bi nêtên xwe yên xirab bi ser ketin û bûn mîr û wezîr.

Me dabû dû xeyalekê…

Belkî em xeyalperest bûn, belkî jî em di xewnek giran de bûn. Lê xeyala me jî xweş bû, xewna me jî. Hêvî û pêşeroja me di wê xewn û xeyalê de bû.  Man û nemana me jî. Xeyala vejîna dîrokek kevnare û azadîya miletekî qedîm, xeyala serxwebûna xakek pîroz ku di pirtûkên pîroz de wek maka mirovatîyê dihat hesibandin. Ew miletê ku jê re Kurd dihat gotin, ew xaka ku jê re Kurdistan dihat gotin, tac û cewherê xewn û xeyala me bû. Her çiqasî ew tac û cewher di xewn û xeyalên me yên îro de ketibin ber rewrewkên germa havînê û di serma mehên zivistanê de bûbin wek darek qeşagirtî jî, em dîsa li dû wê xewn û xeyalê ne. Li dû zîndebûna wê xewnê, li dû buhara wê xeyalê ne.

Me dabû dû xeyalekê…

Hinekan dan dû xeyala xwe, berdêlên mezin dan, qîma xwe bi her êş û azarê anîn û terka jîyana li ser xaka wê xeyalê nekirin. Gelekan ji me berdêla wê xeyalê hilnegirtin, digotin qey pêkhatina wê xeyalê bê berdêl e, wek şoreşa bê xwîn. Qîma xwe bi dana berdêlê neanîn, yek bi yek, kom bi kom terka xaka wê xeyalê kirin û revîyan. Erê li derve jî terka xeyalên xwe nekirin, lê bîra “dilê tirsonek sînga gewr nabîne” nebirin. Digotin qey ji derve bi “dûrguhêzkên televizyonê“ jî şoreş çêdibin. Lê bîr nebirin ku meydan ya kê be, ew hespê xwe dibezîne. Û kî li meydanê hespê xwe bibezîne, siwar jî dibe ew, şivan jî dibe ew. Tew ku çekdar û hêzdar be, xwedî ked û berdêl be, tu bi devê xwe çûkan jî bigirî êdî kes nade dû te. Zanyarî û fîlozofîya te, rastî û pakîya te fêde nake, têra razîkirina rastîyên li meydanê nake. Ji ber vê, em bûn wek çûk û teyrikên peritandî, bê per û bask man, me ne heval ji xwe re hiştin, ne jî em bûn xwedî heval û xurt bûn.

Me dabû dû xeyalekê…

Va me nîvê rê jî derbas kir, bûne wek wan dînazorên axirzemanan. Ne ji ya xwe tên xwarê, ne jî kesekî di ser xwe re dibînin. Lê pirêza me nîşana gotin û emelê me ye, nîşana hebûn û tunebûna me ye.  Em ewên ku me xortanîya xwe kir bi qurbana wan xewn û xeyalên xwe, hîna jî wek xeyalperestên xort yên 50-60 salî tev digerin.  Bêyî ku em dersê jê wergirin, di 50-69 salîya me de jî îhtîras û egoîzm zora me dibe. Halbûkî mirêk û neynik pirêze bi xwe ye. Heger me li pirêza xwe binerîya, meyê bidîta ku bi por û rîha spî, bi serê keçel û gurî, bi rûyê qermiçî û laşê çermolaqî ew xewn û xeyal pêk nehatine û nayên. Heger me li pirêza xwe binerîya, belkî meyê karîba dersek jê derxista, aqilek jê bistenda, yan rêyek bidîta, yan jî rêyek vekira.  Lê me li pirêza xwe nenerî, me di wê mirêka piçûk de xwe wek dêwê heftserî didît. Me ne warisek ji xewn û xeyalên xwe re, ji doz û armanca xwe re hişt, ne jî bermayî û mîratek berbiçav.

Me dabû dû xeyalekê…

Hinek nêzîkî wê xeyalê bûn, hinek ji bêderfetî û ezezîyê dûrî wê ketin. Ewên ku nêzîk bûn jî xeyala xwe ji xeyalên mirî û têkçûyî re kirin qurban, pêşkêşî paradîgmayên şikeftên xalî kirin. Êdî xeyala ku me bi dil û can, bi hest û hişmendîyek qewîn û bi hêvîdarî dabû dû, mixabin vegerîya asta xwe ya resen û bû xeyal.

Me dabû dû xelayekê..

Xeyala azadîyê, xeyala serxwebûnê..

About The Author