
Belê, merasîma çekberdanêli Silêmanîyê tê lidarxistin û dê weledê xwe davêje. Ji bo beşdarî merasîmê bibin, Partîya DEMê hemû partî û dezgehên dewletê, çep û repên Tirk, faşîst û nefaşîstên Tirk, heta bi dîk û mirîşkên wan jî vexwendine.
Ji partîyên Kurdan jî Partîya Kominîstên Kurdistanê (KKP), Partîya Însan û Azadîyê (PÎA), Partîya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK), Partîya Demokrat a Kurdistanê-Tirkîye (PDK), Partîya Azadî, Hereketa Azadî, Komeleya Şoreşgerên Demokrat ên Kurd (DDKD) û PDK-Bakur vexwendine merasîmê.
Belkî ev cara yekê ye ku Partîya DEMê van hêz û partîyên Kurd vedixwîne merasîmekê. Gava pêwistîya wan bi wan hebe û wan bikin şirîkê gunehên xwe, dibêjin werin. Lê gava pêwistîya wan bi wan tunebe, wan nakin şirîkê xêrên xwe. Taktîk e yanî.
Axir, sembolîk be jî wê komek çekdarên PKK çekên xwe radest bikin û peyamekê bidin. Îcar wê dewleta virqo li hember vê lotikê çi lotik û zîtirkan bavêje ne diyar e. Pêvajoya ku ji xapandina Kurdan pê ve tu tirşikek jê dernakeve, wê çi pelûlê bi serê Kurdan de birjîne ne kifş e. Wek dibêjin şar dûr e lê mişar ne dûr e.
Romîyên ku dijminê riknê miletê Kurd in, wê ji girtin û kujtinê pê ve tucarî tiştekî nedin Kurdan. Ez serê we neêşînim, pêvajoya ku Tirk û Ereb serkêşîya Kurdan dikin û kes nizane di bin perdê de çi dek û dolaban li serê Kurdan digerînin, şanoyek bê wate ye.
Serlîztikvan Tirk û Ereb, fîguran jî Kurdên xwelîser in. Heta pirê derbas bikin wê têra xwe fîguranên Kurd ji xwe re bi kar bînin û piştî karê wan qedîya wê lotikekê li der qûna wan bixin. Wê ev partîyên Kurd beşdarî merasîma çekberdana PKK bibin û bibin şirîkê paradîgmayên tunekirina Kurdan, nizanim. Lê ku beşdar bûn, bela bizanibin ku wê ew jî bibin beşek ji zibilxaneya (çopluka) Ocalan û tê de biherimin û xelas..
Ê de ya bi xêr….
Mêrdîn

Kurd û nexweşîya „delîrîûm“ê
Amedê me vê carê xweş kir
Rewşenbîrî yan dergevanî? Navekî giran û gundekî wêran