Serkundiro dixwaze Kurdan bifroşe

 

Bavê Cengê

Balyozê Amerîka yê li Enqerê û Nûnerê Taybet yê Sûrîyê Tom Barrack, ku li Şamê bi Serokê Sûrîyê Ehmed Şara û Mazlûm Ebdî re civiya, di hevpeyvînek taybet de gû xwar û ragihand ku li Sûrîyê pêwistî bi federasyonê tuneye.

Serkundirê Amerîkî Tom Barrack, ji ber ku nalezîne rexne li Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) kir û got: „Yekane rê rêya Şamê ye“.

Barrack ne tenê Nûnerê Taybet yê Sûrîyê ye, herweha Balyozê Amerîka yê enqerê ye jî. Ev jî pirs û gumanan di serê meriv de çêdike. Tirk jî, Ehmed el Şara jî, Ocalan jî li dijî federasyonê ne û dixwazin HSD bê qeyd û şert xwe radestî Hikûmeta DAÎŞ ya Şamê bike.

Serkundir Barrack, diyar kir ku federalîzm li Rojhilata Navîn kar nake û got: „Bi serê Dîko, gotinên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio yên di derbarê Kurdan de rêzgirtina ji bo nasnameyê nîşan didin, ne ji bo serxwebûnê“. Cîhan amade ye ku alîkarîya Sûrîyê bike, lê dem diqede“ û banga entegrasyona aştîyane kir.

Weyla ez bikutim entegrasyona aştîyane erê wele. Ma entegrasyona aştîyane tenê ji bo Kurdan heye oxlim? Yan Romîyan xurcika te tije dolar kirine ku tu li dijî federasyona Kurdan derdikevî kurê min!

Na na, bahwerî bi Dîko û Hikûmeta Dîko nayê. Dîko çi dîk be, lotikvanên wî jî ew mirîşk in û hew..

 

Qamişlo

About The Author