
Nûrî Çelîk
Bi sedsalan, bi sedan gotar û rêzenivîs li ser girîngîya aştîyê hatine nivîsandin. Di seranserê dîrokê de, gelek ramanwer, dewletmedar û çalakvanên mafên mirovan yên ji çar alîyên cîhanê ev nerîn pejirandine, û angaşt (îddîa) dikin ku aştî her gavê bijarteya herî baş e. Yek ji mezintirîn karesatên dîroka mirovahîyê şer e. Ew dibe sedema mirin, birîndarbûn û koçberbûna bi mîlyonan kesan. Ew bajar û binesazîyê wêran dike, pêşveçûna aborî dirûxîne û civakê dixe nav trawmayek pir mezin. Şer di heman demê de zirarên girîng û mayînde dide jîngeh û xwezayê. Divê em ji bîr nekin ku ji bo mirovahîyê cîhanek din tuneye ku berê xwe bide wê, û ji ber vê yekê, girîng e ku em xweedî li aştîya gerdûnî derkevin.
Aştî yek ji pêdivîyên herî bingehîn yên mirovahiyê ye. Aştî dihêle ku mirov di ewlehîyê de bijîn, pêşkeftina aborî bi dest bixin û refaha civakî zêde bikin. Aştî her weha têgihiştina hevbeş, rêzgirtin û hevkarîyê pêş dixe. Aştî jiyana hevbeş ya çand û bahwerîyên cûda gengaz dike û toleransê bi pêş dixe. Divê em dubare bikin ku aştî di her şert û mercî de ji şer çêtir e. Helbet ev nayê wê wateyê ye ku aştî li gor dilê me û bê kêmasî be. Lê dîsa jî divê hewl bên dayîn ku em karibin ji encamên wêranker yên şer dûr bikevin. Heta aştîya herî xirab jî jiyana mirovan rizgar dike, êşê sivik dike û hêviyê xurt dike. Yek ji miletên ku herî zêde êş û azarên şer, wêrankarî û koçberîya şer jiyaye, em Kurd in. Bi taybet piştî damezirandina Komara Tirkîyê û parçekirina Kurdistanê, yek ji mexdûrên herî mezin yên şer em Kurd in.
Piştî destpêkirina şerê PKK, dîsa yê ku herî zêde mexdûr bû û qurbanî dan, koçber û malwêran bûn, dîsa em Kurd in. Belkî di dîroka serdema dawîn de, bi qasî ku şerê PKK zirar daye Kurdan tu şerekî din nedaye. Ji Tirkan zêdetir Kurd hatin kujtin, gund û bajarên Kurdistanê hatin şewitandin, wêrankirin, zêdeyî sed hezar Kurd hatin kujtin, bi milyonan Kurd koçber bûn, asîmîle bûn, civaka Kurd bi trawmayek mezin re rû bi rû ma. Wek dibêjin brîndar bi brîna xwe zane. Miletê Kurd bi vî şerî bû nîvmirî û brînek mezin di laşê wî de vebû. Rewşa navxweyî û herêmî, konjonktora cîhanê, pêşketina teknolojîya hewayî û bejayî, berjewendîyên dewletên desthilatdarên cîhanê û plan û projeyên wan, û gelek sedemên din, dihêlin ku meriv şer û fêde û xisarên şer di ber çav re derbas bike û li ser hewldanên aştîyê bifikire.
Çekdanîna PKK, rawestandina şer û hewldanên aştîyê (her çiqasî ne li gor dilê me û daxwazên me be jî) bêguman wê di xêra me Kurdan de be. Bi taybet wê di xêra Kurdên Bakur û Başûr de be, wê çek û sedema êrîşên dewleta Tirk ji destê wê derxe û wê Kurd heta astekê karibin bêhna xwe bidin û bistînin. Helbet guneh û zirarên ku PKK daye civaka Kurd ji xêrên wê zêdetir in. Paradîgmayên ku bi daxwazên xeyalî li ser Kurdan tên sepandin zirarek mezin dide Kurdî, Kurdayetî û Kurdistanîbûnê. Ne Kurdistanîbûn lê Tirkîyeyîbûn tê xwestin. Lê di her halûkarê de rawestandina şer û çekdanîna PKK wê derfetên nû ji Kurdan re veke, wê aramî û destpêkirina fikir û hişmendîyek azad û rê û rêbazên nû bi xwe re bîne. Her çiqasî piştî berdêlên mezin û çekberdana PKK wê di nav civaka Kurd de xeyalşikestin, bêhêvîtî, poşmanî û dûrketina ji hestên Kurdayetî û doza Kurdistanê dest pê bike jî, ji alîyê din wê rê û derfetê ji fikrên nû, lêgerînên nû, tevger û partîyên nû re veke. Ev yek wê bibe sedema şikandina qeyd û zincîrên ku PKK xistibû dest û lingên Kurdan bişkîne û hest û hişmendîye netewî û nûjen di mejî û laşê Kurdan vejîne. Divê neyê jibîrkirin ku pêvajoya berê (2013-2015) aramîyek mezin bi xwe re anîbû, bêhna Kurdan hatibû ber wan, tevger û partîyên nû û Kurdistanî hatibûn avakirin û derfeta fikar û hişmendîyek azad hatibû ber lingên Kurdan. Kurdan ev derfet bi kar anîn û di qada legal û siyasî de gavên erênî avêtin.
Di pêvajoya îro û piştî çekdanîna PKK de helbet dê derfet dîsa ji Kurdan re çêbibin ku karibin li xwe vegerin, yan rêyek nû bibînin, yan jî li rêyek nû bigerin. Pêkanîna aştiyê ne pêvajoyek hêsan e. Jê re sebir û diyalog pêwist e, hevnaskirin, hevhezkirin, hevfêhmkirin pêwist e. His û hestên hevpar pêwist e. Pêkanîna aştîyê her weha misogerkirina edaletê, paraztina mafên mirovan û çareserkirina newekhevîyên civakî jî dihewîne. Hewldan û avakirina aştîyê berpirsiyarîya her kesî ye. Û ji herkesî zêdetir, ji bo bidestxistina mafên çandî û netewî berpirsiyarîya me Kurda ye. Belkî em di daxwaz û meqsedên xwe de bi ser nekevin, belkî dîsa wek gelek caran em bi dek û dolabên dewleta Elî Osman bên xapandin. Lê wek dibêjin tu ji berêz mûyekî jî hilkî ji bo me kar e. Çi di asta perwerdeyê de be, çi di guhertina makzagonê û sepandina nasnameyê de be, bi xebat û berxwedanek siyasî, wê ji şer zêdetir aştî di berjewendîya me de be. Bi pêkhatina aştîyê, yan jî bi kêmanî bi destpêkirina pêvajoyê, wê êdî xwendevanên zanîngehan neçar nebin ku biçin serê çiyê. Şerê ku zanîngeh ji xwendevanên Kurd xalî kiribûn wê dîsa tije bibin. Xwendin zanîn e, zanîn jî mifteya serkeftinê ye.
Dibêjin heçê ne li şer e şêr e. Şer jî ne hêsan e, pêkanîna aştîyê jî. Jê re fedakarî û berdêl lazim e. Bi çend twît û peyamên şerxwazîyê, bi çend tîpên klavyeyên telefon û kompûterê ne şer dest pê kiriye, ne aştî pêk hatiye, ne jî guhertinek mezin çêbûye. Av diherika û coka xwe dibîne. Ewên ku heta doh dijberîya PKK û şerê çekdarî dikirin, îro ji ber çekberdana wê naletê lê dibarînin. Lê ji bîr dikin ku rewş, derfet û berjewendîyên dewletên mezin dikarin bi qedera şer, bi qedera partî yan qedera miletekî bilîzin. Di 1975an de çekdanîna Mistefa Barzanî jî wilo bû. Tonek edalet bû bi qurbana bermîlek petrol. Di têkçûna şoreşê de gelek pêşmergeyan xwe kujtin, hinekan serbazên xwe kujtin. Lê piştî salekê (1976) pêşmerge dîsa li hev kom bû û dest bi şoreşê kir. Yanî, rewş, derfet û konjonktûra cîhanê dibin sebebê gelek tişan. Îro aştî be, sibê dikare şer be. Hinek tişt ne di destê meriv de ne. Werhasilî kelam, çekdanîna PKK wê di xêra Kurdan de be. Hêvî ev e ku piştî vê seetê PKK û bermayên wê wek ku di qada şer de kirin, di qada siyasî û demokratîk de jî xwe li ser serê Kurdan ferz nekin, bi tirs û xofê rê li ber bratî û hevkarîya Kurdan negirin. Çawa ku destê bratîyê dirêjî AKP û MHP dike, destê bratî û aştîyê dirêjî hemû Kurdan jî bike.
Marcus Tullius Cicero gotiye: „Aştiya herî xirab ji şerê herî dadwer çêtir e.
Mistefa Barzanî gotiye: „Xweda şahid e ku ez ji şer hez nakin. Lê ji me re tu rêyek din nehiştin„.
Mesûd Barzanî gotiye: „Seetek aştî û diyalogê ji deh salên şer çêtire„.
Û Abdûrrahmen. Qasimlo jî: „Kurdan heta niha tiştek bi dest nexist, çunkî di siyasetê de ji aqil zêdetir his û hesten xwe dan pêş. Gotin yan hemû yan hêç„.
Divê êdî em Kurd tiştekî bi dest bixin, di siyasetê de bi aqlêselîm tev bigerin, nebin bi qurbana his û hestên xwe. Tiştên mezin bixwazin, lê ji tiştên piçûk re jî nebêjin na. Şewitandina qebdeyên çekan, mihandina devê keleşan, bêdengîya saroxan belkî yekser dad û wekhevîyê bi xwe re neyne. Lê hêvîdarim bi vê nêta pak ji bo pêşerojê bersivek erênî bibîne.

Xweş xeber e, lê me ne bahwer e
Tu çi ji „mîkrofonan“ dixwazî kaka!
Selocan tirba Misto ji Kurdan re kir qible