Şermezarî têr nake bavê min!

 

Qûnreşên Bexdayê û tarikselatên Tehranê ha ha bi dronên bombekirî kanîyên petrol Herêma Kurdistnê bombe dikin. Piştî ku Serokwezîr Mesrûr barzanî bi du şîrketên petrolê re peyman îmza kirin û xwest bohrana aborî ya Herêma Kurdistanê baştir bike, neyarên miletê Kurd, bi taybet dolheramên Bexda û Tehranê dest bi êrîşên dronî kirin û kanîyên petrolê yên li Dihok, Zaxo û çend deverên din şewitandin.

Neşandina mûçeyên Herêma Kurdistanê bi serê xwe neyartîya Bexda û Tehranê nîşan dide. Mûçeyên ku ji petrola Kurdistanê tên şandin, wek çek û fîşek li Kurdan vedigere û Erebên dolheram dixwazin cîh li Kurdan teng bike, destkeftîyên wan têk bibe û wan muhtacî Bexdayê bike. Helbet di vir de sûc û gunehê Kurdan jî pir e. Kurdekanên ku ji her lotik û zîtirkên Bexdayê re serê xwe ditewînin û serê xwe didin ber şûrê wan, ji siyaset qurban û heyran pê ve tiştekî erênî û berbiçav nakin. Siyaseta oportonîst û teslîmkar ya Kurdekan wêrekî û cesaretê dide dolheramên Bexdayê û bîjîyên Saddam Hisên jî vê yekê baş bi kar tînin.

Axir..

Yê ku Bexdayê li ser lingan dihêle Kurd in. Yê ku Iraqê têr dike û aborîya wê geş dike petrola Kurdistanê ye. Lê yên ku mûçeyên wan tên birîn û birçî û parsek dibin Kurd in. Ev bi serê xwe ji bo Kurdan, ji bo helwest û siyaseta Kurdan sosret û rûreşîyek mezin e. Li hember vê neyartîya Bexdayê gerek Kurdan ji zû de terka parlamenyoya Bexdayê kiribûna û petrol ji ser Bexdayê qut bikirana. Çawa ku Bexda Kurdan tî û birçî dihêle, gerek Hewlêrê jî Bexda tîr û birçî bihişta ku hişê wan bbihata serê wan. Lê nakin. Hişmendîya bratîya Kurd û Ereban, hişmendîya Iraqek aram û dewlemend wek jehrê ketiye dil û mejîyê partîyên Başûrê Kurdistanê û ev jehr ji hiş û laşê wan dernakeve.

Ez serê we neêşînim, di derbarê êrîşên dronan û şewitandina bîrên petrola Kurdistanê de

Wezareta Çavkanîyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê daxuyanîyek da û got ku êrîşan zirarek mezin gihandiye binesazîya Herêma Kurdistanê. Wezareta Çavkanîyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê bi daxuyanîyek nivîskî ragihand ku zevîyên petrolê yên Tawke, Pêşxabûr û Eyn Sifnî hatine hedefgirtin û zirarek mezin gihandiye binesazîyê.

Wezareta Çavkanîyên Xwezayî dibêje: „Em van êrîşên terorîstî bi tundî şermezar dikin û bang li Hikûmeta Federal a Iraqê û civaka navnetewî dikin ku demildest tedbîrên „paraztina jiyana personelên ku di sektora enerjiyê de dixebitin misoger bikin, ewlehîya binesazîya enerjiyê bistînin û rê li dubarekirina êrîşên ser Herêma Kurdistanê bigirin“ filan û fîstan û jehr û ziqûm.

Kuro hey xwelîser!

Yê ku wan êrîşan dike yan dide kirin Hikûmeta Federal ya Iraqê ye bi xwe ye, hûn bangî kê dikin oxlim? Dizê malê ji malê ye pepûkno, yê êrîşan dike Bexda ye, bi destûra Bexdayê ye, yê mûçeyên we naşîne Bexda ye, yê petrola we ji xwe re difroşe Bexda ye, û yê ku we dike parsekê devê derîyê xwe dîsa Bexda ye.

Îcar hûn hawara xwe digihînin kê?

Ma dest û lingên we girêdayî ne? Bi sedhezaran pêşmergeyên we hene, ma hûn jî nikarin çend berik û fîşekan li Bexdayê biteqînin xwelîserno? Hûn jî çend cîhên wan bişewitînin ma dinya xirab nabe. Na wele na. Kurd bi vê qûşê nagihên Mûşê. Bi vî aqilî, bi vê hest û helwestê, bi wê hişmendîya çeqilmastî nabin tiştek. Tu gû ji me dernakeve û xelas…

 

Dihok 

 

About The Author