
Yekîtîya miletekî bi zimanekî yekgirtî pêk tê. Hikûmetên xelkê ji bo ziman û miletekî yekrêz û yekgirtî dixebitin, yê me jî xwelîya heft gundan li serê xwe dikin û ji bo Kurd nebin yek, zimanê Kurdî ji hev parçe û tar û mar dikin.
Heta niha me zanîbû ku 5 zaravayên sereke yên Kurdî hene. Zaravayê herî mezin Kurdmancî, piştre Soranî, Goranî, Kelhûrî û Dimilkî (Kirdkî-Zazakî). Lê me nizanîbû ku Badînî (Behdînanî) jî bûye zaravayek bi serê xwe. Behdînanîya ku Kurdmancî ye, ji alî Wezareta Perwerde ya Başûrê Kurdistanê ve wek zaravayek cuda hatiye pêşkêşkirin û xwelî li serê Kurdan hatiye kirin.
Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê ji bo fêrbûna zimanê Kurdî dest bi lotik û zîtirkên perwerdeyek online kiriye û Badînî (Behdînanî) jî wek zaravayek cuda xistiye nav perwerdeya online.
Kuro oxlim, Kurdmancî, Soranî, Goranî, Kelhûrî, Dimilkî û quzê kerê ne bes bûn îcar hûn dixwazin Badînî jî li serê me bikin bela kaka? Ji xwe bi wê “Sormancî” ya xwe we Kurd ji hev tar û mar kirine, we Kurd kirine wek mirîşka gêj û Kurdên beşên din hew ji we fam dikin. We toqa Sormancîyê xistiye stuyê me, îcar hûn dixwazin toqa Badînîyê jî têxin stuyê me Kurdmancan û me jî ji hev parçe bikin baba!?
Wey parçekirina Kurdî û Kurdan û perwerdeya we ya online ne li ser xêrê be rebbî!
Li şûna parçekirinê, perwerdeya zimanekî yekgirtî bidin oxlim…
Duhok

Devleto dîsa da lotikan
Bratîya gelan pê girt
Kê hêvîyên Kurdan şinandin xalê Ehmed?