Mihemed Soran

Serokê Giştî yê Partîya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd, diyar kir ku bahwerîya wan bi Iraq, parlamento, hikûmet û rêveberîya niha ya Iraqê nemaye û got: “ Em Kurd nikarin bi van ewladên zinê re bijîn. Heger karta referandûmê bê danîn, wê Iraq li hember Herêma Kurdistanê bikeve rewşek dijwar“ filan û bêvan.

Xalê me Mehmûd, tekezî li ser wê yekê kir ku hemû karên siyasî yên netewa Kurd li ser mijara bûdçe û mûçe maye û got: „Nabe Kurd êdî xwe li ber Bexdayê rûreş û piçûk bikin. Bi dîtina min hemû şaşî di destê Bexdayê de ne. Ti tiştek ji Kurdan re nemaye, Kurdên xwelîser her tiştên xwe radestî Ereboşkên Bexdayê kir“ û çend lotikên rast avêt.

Xalê me Mehmûd ji çapemenîyê re gelek tiştên rast û xweş gotin. Lê ka ê ku bi a wî bike?

Mehmûd, anî zimên ku Herêma Kurdistanê dikare bi dahata xwe mûçeyan bide û got: „Me berî mehekê li Selahedîn civînek li dar xistibû, endamên desteya danûstandinan li wir bûn û gotin, „400 hezar bermîl petrola me heye, em dikarin mûçeyan bidin. Piştre dev jê berdan. Em di wê bahwerîyê de ne ku bi qasî Sûrîye, Lubnan û Urdunê pereyên me hene û em dikarin mûçeyan bidin“ filan û wekî din.

Ango, pereyên Herêma Kurdistanê bi qasî budçeya Sûrî, Lubnan û Urdunê hene, lê rayedarên Herêma Kurdistanê vê yekê ji xelkê vedişêre û wek parsekan Kurdan muhtacî Ereboşkên Bexdayê dikin.

Xalê me Mehmûd anî zimên ku karta referandomê ji qul û kewêran dernakeve û nayê ser maseyê û got:  „Bi şeş telaqên jinberdanê, heger karta referandomê û kartên din bên ser maseyê, wê qûn li Ereboşkên Bexdayê biqete û wê Iraq li hember Herêma Kurdistanê bikeve rewşek dijwar“ û mîrkutek li nav serê Rayedarên Herêma Kurdistanê û bi taybet jî li nav serê Barzanîyan xist.

Erê ya xalê Mehmûd! Ma rayedarên me dev ji dawa Ereboşkan berdidin xwedêhişto?

Ma referandom û serxwebûn di xema kê de ye ezbenî?

Hindik û rindik, zik û berzik, wekî din çîrok û çîvanok in û tu sax….

 

Silêmanî

 

About The Author