Nûrî Çelîk

Di navbera xeyal û hêvîyê de xetek zirav û zîz heye. Kesên xeyalperest hêvîdar in, kesên hêvîdar jî xeyalperest in. Her du hevdu temam dikin.

Xeyal û hêvî gelek caran mirov li ser pê dihêlin, hestên jiyanê zêdetir dikin. Lê carna jî hêvî û xeyal xwêsîya meriv di qirika meriv de dihêlin û derûnîya meriv têk dibin, meriv qidumşikestî û ji mêranî dixin. Xeyal û hêvîyên bê encam di rêya bextewarî û serkeftinê de gelek caran dibin asteng û kirasê mirinê li meriv dikin. Heger armanca meriv jiyanek serkeftin û zîndebûn be, divê em xeyalên ku bigihijin armanca xwe bibînin û hêvîyên bi ser bikevin bikin. Yan na, emê di nav xeyal û hêvîyên xwe de xewr bibin û bifetisin. Rastî ev e, divê em bidin dû tiştên ku em dikarin bi dest bixin, ne ku bibin hêsîrê xeyal û hêvîyên dûrî aqilan.  Divê xeyal û hêvîyên me ji bo bahwerîyê, ji bo rastî û heqîqetê, ji bo xebatê û serkeftinê bin.

Dibêjin li gundekî du jinik hebûn. Yek jê çerm û hestî, jar û bêtaqat, û ya din jî qelew û têra xwe li ser xwe bû. Rojekê ji bo dadana sobe û tenûrê herdu diçin çolê û barê piştîyan bidin hev. Jinika qelew xwe bi xwe difikire û dibêje, „çawa be eva çerm û hestî û jar wê di rê de bikeve û bimire, ezê jî piştîyê wê bidim pişta xwe û herim malê, hewce nake ez bi dana qirşik û êzingan xwe biwestînim“.

Axir, jinika jar piştîyê xwe dide pişta xwe û berê xwe dide gund. Jinika qelew jî destvala dide dû û li benda ketin û mirina wê ye ku piştîyê wê ji xwe re bibe malê. Ha li vir û ha li wir, her du jinik digihên gund. Jinika qelew dimîne bê piştî, bê qirşik û êzing, bê agir. Yanî, xewn û hêvîyên jinika qelew pûç derdikevin û bêbextîyê lê dikin.

Victor Hugo di Les Misérables de gotinek xweş dibêje. Dibêje: „Meriv bi qasî xeyalên xwe dijî. Jiyana me temsîla xewnên me ye. Ya girîng ew e ku meriv bizanibe em ji vê jiyanê çi dixwazin û armanca me çiye. Pirsa bi gotinan tiştek e; pirsa ji dil tiştekî din e. Tiştê ku bi ziman tê gotin demkî ye, lê tiştê ku ji dil tê xwestin di pirtûka jiyanê de tê nivîsandin. Dema ku wext rast û kamil bû, ew di jiyana me de tê bicîhkirin“. Helbet her kes ji bo bidestxistina tiştên ku dixwaze pir dixebite, belkî bigihîje wê yan jî tiştekî nêzîkî wê. Hinek ji me (belkî jî gelek ji me) di cîhanek xeyalî de dijîn, hinek jî di cîhanek ku xewnên me dike rastî de dijîn. Hinek ji me tirs û xofa dilê xwe xwedî dikin, hinekên din jî hêvîyên ji bo pêşerojê diçînin. Ji ber vê, heger em nexwazin wek jinika qelew li me bê û xeyal û hêvîyên me bêbextîyê li me bikin, divê em rastî û armancên xwe destnîşan bikin, nedin dû xeyalên bê encam û jiyana xwe bi hêvîyên necirî (pêknehatî) heba nekin.

Mesela me li ser Bakur û hişmendîya gelek ji partîyên Bakurê Kurdistanê bû.

Mesela hinek kesayet, dezgeh û partîyên me Kurdên Bakur bûye wek mesela jinika jar û jinika qelew. Lê vajayî wê. PKK îro dezgeh û partîya herî xurt e. Wek dewletekê xwe bi rêxistin kiriye û bûye cîhê rant û berjewendîyek mezin. Çi bi leşkerî be, çi bi siyasî û aborî be, wek nîvdewletekê kar dike. Ev rastîyek e. Çekdanîna wê, xwefesixkirina wê (ku zû bi zû xwe fesix nake)paradîgmayên Ocalan û antî Kurdistanîbûna wan, nayê wateya ku wê zû bi zû PKK û bandora Ocalan ji holê rabe yan bê rakirin. Dibe ku gelek dilxwazên PKK û Ocalan ji siyaseta wan nerazî û aciz bin. Lê cîhê ku rant û berjewendî lê hebe, zû bi zû têk naçe. Nêzîkî têkçûnê be jî wê nehêlin têk biçe. Gelek bi saya serê Ocalan û PKK bûn holdîng û dewlemend bûn. Gelek bi saya wan bûn û dibin wekîl û jiyanek têr û bextewar dijîn. Gelek bi saya serê wan bûn xwedî şan û nav. Û gelek bi saya wan li serê Kurdan bûne mîr û wezîr û Kurdan bi rê ve dibin. Xeyal û hêvîyên ku wê PKK parçe bibe, belav bibe û wê endam û dilxwazên wê têkevin nav partîyên din, badilhewa ne. Mixabin îro gelek dem û dezgehên derveyî PKK, gelek partîyên derveyî PKK, bi vê xeyal û hêvîyê dijîn. Xeyal û hêvîya ku piştî parçebûn yan têkçûna PKK girseya wê têkevin nav partîyên wan û bi xêra wan karibin kabên xwe bavêjin. Lê wek min got, wek mesela jinika jar û jinika qelew, lê vajayî wê. Partîyên me yên ku îro di şûna jinika jar û çerm û hestî de ne, ji bo karibin li ser mîrat, ked û destkeftîyên PKK rûnên, di xeyal û hêvîya têkçûna PKK a qelew de. Ev xeyalperestî û hêvîyên bê encam hem wan ji xebatek çalak dûr dixe, hem jî wan ji qidûm û mêranîyê dixe. Ev xeyal û hêvîyên bê encam ji xebat û pêşketina wan re dibin asteng û li şûna têkçûna PKK, têkçûna wan bi xwe nêzîktir dike.

Ez serê we neêşînim, wek Vîctor Hugo gotiye,  „Meriv bi qasî xeyalên xwe dijî. Jiyana me temsîla xewnên me ye. Ya girîng ew e ku meriv bizanibe em ji vê jiyanê çi dixwazin û armanca me çiye. Tiştê ku bi ziman tê gotin demkî ye, lê tiştê ku ji dil tê xwestin di pirtûka jiyanê de tê nivîsandin. Dema ku wext rast û kamil bû, ew di jiyana me de tê bicîhkirin“.

Gelo dem û wextê hişyarbûna ji xeyal û hêvîyên bêencam hatiye yan na, nizanim. Lê ez dizanim ku xeyal û hêvîyên bê encam hem hest û hişmendîyek bê hedef diafirîne, hem jî merivên bê xislet û bê feraset…

About The Author