Rêveberîya Xweser lotikek li Ocalan xist

Bavê Cengo

Serşûnikê Devlet Bahçelî û dewleta sererd û binerd a Tirkîyê ji bo Kurdên Rojava nebin xwedî statu, çîroka pêvajok nû dan destpêkirin û xwestin bi çîrok û çîvanokên axirzemanan dîsa Kurdan bixapînin. Pêvajoya ku derî ji tu maf û çareserîyekê re venake û armanca wê tenê çekberdan û teslîmbûna Kurdên Rojava ye, heta îro jî bi dek û dolabên Osmanî û bi seqetî dimeşe. Lê daxuyanîyên rayedarên dewleta Tirko dek û dolabên wan eşkere dikin û xuyaye heta mijara Rojavayê Kurdistanê çareser nebe, wê çîrok û xapandinên wan bidomin.

Axir..

Bi saya serê Amerîka, Îsraîl û hevpeymanên wan, Kurdên Rojava destkeftîyên xwe diparêzin û nayên (nahêlin)têkevin xefika dek û dolabên dewleta Tirk û Devlet-Ocalan. Serokê Kurdên sererd û binerd A. Ocalan (ku hebûn û tunebûna wî di nîqaşê de ye û kes nizane bê sax e yan mirî ye) bêyî ku mafekî kulturalîst (çandî) jî ji Kurdan re bixwaze teslîmî dewleta Tirk bûye, daye dû berjewendîyên dewleta Tirk û çawa ku tekoşîna li Bakurê Kurdistanê beravêtî û pûç kir, dixwaze tekoşîna li Rojavayê Kurdistanê jî beravêtî bike û hefsarê Kurdên Rojava têxe destê Hikûmeta Enqerê û Şamê. Serokê MHP û neyarê riknê miletê Kurd Devlet Ocalan (Hevseroka Partîya DEMê Tulay xanim efendîlerî wilo gotibû) ha ha daxwazê ji Ocalan dike ku lotikek qerase li HSD û YPG bide, wan ji Amerîka û Îsraîlê dûr bixe û wan neçarî teslîmîyetê bike. Lê xwedê ji Amerîka, Îsraîl û hevpeymanên wan razî be, ciwanmêran lotikên Devlet-Ocalan paşûpê li wan vedigerînin û nahêlin ku HSD û YPG têkevin xefika gur û keftarên dewleta Tirko.

Werhasil, vê carê Rêveberîya Xweser a Rojava xwêsîya Devlet-Ocalan di qirika wan de hişt û bi nameyekê qûça wan rakir.

Dibêjin Rêveberîya Xweser a Rojava nameyek qerase ji Ocalan re şandiye, guhê wî kişandiye û gotiye. „ Rêberê hêja, erê wek serokê PKK em rêzê ji te re digirin, lê zêde pozê xwe nexe nav pirsgirêkên Rojava. Divê biryarên li ser erdê bi berçavgirtina ewlehîya giştî, paraztina destkeftîyên demokratîk û hevsengîya piştgirîya navnetewî bên dayîn. Divê tu bizanibî ku gavên lezgîn û yekalî dikarin hevgirtina herêmî û cîhanî qels bikin“ filan û bêvan.

Ez serê we neêşînim, Rêveberîya Xweser di nameya xwe de ji Ocalan re dibêje, “ Binere ya serok, biryarên li ser erdê ne tenê li ser îradeya navxweyî ne; ew ji hêla helwestên welatên cîran, nirxandinên aktorên navnetewî û dînamîkên ewlehîyê ve tên neqişkirin. Ev ne karê zarokan e babam, gavên lezgîn xetera têkbirina hêvîyên nifûsa herêmî û qelskirina hevgirtina gerdûnî diafirînin“ û pê de çûye.

Rêveberîya Xweser, di nameya xwe de gelek lotikên din jî avêtine û xewn û xeyalên Devlet-Ocalan pûç kirine. Ev jî sedema destpêkirina pêvajoya xapandinê û tirsa Devlet-Ocalan bi zelalî eşkere dike wesselam..

Ê de a bi xêr…

Wek dibêjin, hesabê malê û sûkê li hev dernakeve. Xuyaye wê hesabê Devlet-Ocalan jî li hev dernekeve.

 

Qamişlo

 

 

 

About The Author