Xetên sor ew kirine kor

 

Ehmed Beyan

Dewleta Tirk qeyûmek li ku hebe danîye ser serê Kurdan. Kemalîstek li ku hebe kiriye şivanê Kurdan. „Kurdenrat“ek li ku hebe kiriye serok û rêberê Kurdan. Û bi van peyayên xwe Kurdan bi rê ve dibin, wan ji armancên resen dûr dixin û bi paradîgma û daxwazên xeyalî doza Kurd û Kurdistanê li Kurdan diherimînin. Ev qeyûmên ku bi paraşûtên dewletê dadikevin û yekser ji Kurdan re dibin serok û rêvebir, evên ku bezê bin guhê bavê wan ne kifş e lê bi navê Kurdan neyartîya Kurd û Kurdistanê dikin, çi li meclîsa Romê û çi li derve bê şerm û fedî neyartîya li hember Kurdistanek serbixwe didomînin.

Heger bê bîra we, berî çend salan wekîlê ÎYÎ Partîyê Yavuz Ağıralioğlu (Serokê Anahtar Partî) di meclîsê de zindî gotibû, “ Me xwest em di derbarê 29 rêvebirên HADEPê de dozê vekin û fezlekeyan amade bikin, lê me dît 29 karmendên dewletê (endamên MÎTê) derketin pêşberî me“.  Her çiqasî vîdeoya Yavuz Ağıralioğlu ji çapemenîyê rakirin jî, gotinên wî nayên jibîrkirin. Doh rêvebirên HADEPê ji alî Îmralî û MÎTê ve dihatin tayînkirin, îro jî heman pelûl bi serê Partîya DEMê de rijiyaye û dirije. Qeyûm ji alî Serokê Kantona Îmralîyê û bi riza û destûra MÎTê ve bi paraşûtan dadikevin ser serê Kurdên reben û xwelîser. Evên ku piranîya wan ne Kurd in, ji Kurdên cefakêş re bûne mîr û wezîr û berê Kurdan didin kaş û newalên xalî.

Axir..

Berdevka Partîya DEMê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, wek piranîya serok û rêvebirên DEM û PKK, di derbarê yekrêzîya Sûrîyê de çavên xwe girt û devê xwe vekir. Di warê yekrêzîya xaka Sûrîyê de wek wan ciwange û gamêşên Îspanyayê lê hat û xetên sor ew çavsorî kir. Dewleta Romê li Sûrîyê çi dixwaze, Ocalan û partîya wî li Sûrîyê çi dixwazin, Gulîstan Filan û Fîstan jî ew tişt xwest û got: „Yekparçeyîya axa Sûrîyê xeta me ya sor e“.

Balkêş e, Erdoganê ku lotikvanên HADEP û DEMê bi salan neyartîya wî dikirin û îro bûne destbrakên axretê, heman tiştan dibêje.  „Yekparçeyîya axa Sûrîyê xeta me ya sor e“.

Û dîsa balkêş e, Serokê Gur û Keftarên Tirkîyê û neyarê riknê miletê Kurd Devlet Bahçelî (ku îro bûye ezîz û hebîbê ber dilê Ocalan û lotikvanên Partîya DEMê), heman tiştî dibêje. „Yekparçeyîya axa Sûrîyê xeta me ya sor e“.

Û dîsa balêş e, Serokê DAÎŞ û HTŞ Ahmed Sara el Colanî jî heman tiştî dibêje. „Yekparçeyîya axa Sûrîyê xeta me ya sor e“.

Û hemû Romîyên dewşîrme û Kemalîst jî heman lotikan davêjin.

Werhasil, em Kurd bûne her tişt lê em nebûne Kurd. Me dev ji xetên xwe yên sor berdaye û me daye dû qûna xetên xelkê. Wek dibêjin masî ji serê xwe genî dibe. Heta serkêşên me sermasî û qoqê vala bin, emê jî di hewd û golên genî de avjenîyê bikin wesselam..

 

Enqere

 

About The Author