Xweguhertin maka serkeftinê ye

 

Nûrî Çelîk

Dinya diguhere, teknolojî sînoran nas nake û bi pêş dikeve. Ev guhertin bi qudreta insên çêdibe, û insan jî bi guhertina xwe û bi hest û mejîyê xwe yê nû dinyê diguherîne. Ev guhertin bandora xwe li guhertina xweza, asîman, hewa, civak û hemû hêmanên ku girêdayî jîyana insên in, dike.  „Heger insan xwe neguherîne, wê bibe hêsîrê dubarekirina bêdawî“. Ev gotin tê wateya ku heke tu dixwazî ​​di jîyana te de tişt biguherin, divê pêşî tu xwe biguherînî. Û ev jî ji guhertina mejî û nûjenkirina hişmendîyê dest pê dike.  Bi gotinek din, heke tu bi berdewamî li ser heman tiştan gazindan bikî û tiştekî neguherînî, wê jîyana te bi dubare û sêbarekirinê bidome. Yanî wek beyarê ku her sal bi heman gayê pîr û xeta xwar bê cotkirin û tu berhemê nede. Heman pirsgirêk, heman çerx, wê her tim çêbibin. Tenê heke tu biguherî, heke tu perspektîfa xwe, tevger yan helwesta xwe biguherînî, wê jîyana te jî dest bi guhertinê bike. Bi kurtasî: Heke em guhertinê dixwazin, divê em ji xwe dest pê bikin. Wekî din, emê jîyana xwe wek fîlmê ku xwe dubare dike, bijîn.

Îro civaka me di nav çerxa nakokîyên bêdawî de tenê maye, bê temsîl hatiye hiştin, bê nûner tê hiştin. Heke em PKK û Ocalan ji nav derxin (ku ji xwe armanca wan pir zelal û kifş e),  partî, rêber û siyasetmedarên ku bi navê netewayetî û serxwebûnê jîyana xwe bi serdana filan û bêvan partîyê û çend daxuyanî û peyaman heba dikin û navê vê jî dikin tekoşîn û siyaset, bi mejî û xisletên berî 30-40 salî virde wêde dibezin û bahwerin ku ewê karibin Kurdên hêvî û xeyalşikestî bînin ser hev li Bakurê Kurdistanê şoreşê li dar bixin. Her çiqasî ew bi xwe jî ji bangên xwe yên sembolîk, hewlên nejidil, xweperestî û partîperestîyê, ji gotinên xwe yên xweş, qelew û girover ne bahwer bin jî, di hêvî û xeyala wê yekê de ne ku ewê karibin bi vê siyaseta germik û nermik bibin alternatîf û serwerîya Kurdên Bakur bikin. Lê ew bi xwe jî dizanin ku kes bi vê qûşê nagihê Mûşê û wê bi tena serê xwe nikaribin bahwerîyê bidin miletê Kurd, wê nikaribin 10 Kurdan bînin nav refên xwe.

Îro Bakurê Kurdistanê bi her haweyî diherife, çi di warê siyasî de, çi di warê ziman û çandê de, çi jî di warê hest û hişmendîya netewî de be, Kurd gav bi gav, roj bi roj berê xwe dane pêşerojek winda û bê armanc. Dewleta Tirk wek dem û dewranên berê bi rêya Ocalan û paradîgmayên wî hewl dide ku Kurdan ji hemû maf û daxwazên netewî bêpar bihêle û bi navê bratîya Tirk û Kurdan Kurd û Kurdistanê ji Tirk û Tirkistanê re bike qurban. Hevkarî, xizmet û şirîkatîya ku berê veşartî û sergirtî dihatin kirin, îro bi zelalî û eşkere tên kirin. Êdî pêwistî ji veşartinê re nemaye çunkî alternatîf û hêzek ku karibe jê re bibe asteng li holê tuneye. Evên ku hene jî, wek min li jor jî got, bi xwe û bi hev daketine, xwe di mirêka (neynika) dêwan de dibînin, bi hişmendîya „ez û ne kesekî din “ ketine govendê û çavên xwe ji vê tofana ku dewlet û Ocalan dixwazin bînin serê Kurdan re girtine. Wek mirovê ku 90 salî be, lingek wî li der û yek di gorê de be, û hîna jî bi hêvîya ku wê loto jê re derkeve û bibe milyoner. Tofana ku hatiye û tê serê Kurdên Bakur nabînin, naxwazin bibînin, yan jî li hesabê wan tê û ji vê rewşê razî ne, rasterast yan ne rasterast dibin şirîkê plan û projeyên dewletê û Ocalan. Li şûna ku li pêşberî vê tofanê xwe bidin ser hev û bibin barîkat, di xewn û xeyalên mezinbûna partîyên xwe de ne.

Îro tiştê ku bê kirin ne dubarekirina paşerojê ye, jê dersgirtin, xwedîlêderketina fikir û dûrişmeyên baş û redkirina fikir û dûrişmeyên xirab e. Divê fikir û dûrişmeyên baş li gor rewşa îro bên pîvan û bi hişmendîyek siyasî, nûjen û rewşenbîrî bi xebata îro ve bên hûnandin.  Heger birastî partî, rêber, siyasetmedar û rewşenbîrên me dixwazin ji rewşa malkambax ya îro re bibin rêgir û barîkat, divê xwe ji hişmendî, nostaljî û romantîzma berî 40 salî rizgar bikin û li rastîya xwe vegerin. Divê em ji bîr nekin, kesê li rastîya xwe venegere, kesên li rastîya xwe venegerin û li gor rastîya heyî, li gor rastîya ku Kurd tê de ne nefikirin û nexebitin, wê di nav herî û çiravê de biteqinin û wê nikaribin temsîlîyeta miletê Kurd bikin. Divê neyê jibîrkirin ku çarenûs û pêşeroja miletê Kurd ne dibin sîya hinekên din, lê bi heqîqeta rastîya xwe bi ser dikeve û ev jî bi zimanê Melayê Cîzîrî, bi hişmendîya Ehmedê Xanê, bi îradeya Mistefa Barzanî, bi wêrekîya Şêx Ubeydûllah, bi fedakarîya Qadî Mihemed, bi qehremanîya Ihsan Nûrî Paşa û bi netewperestîya Nûrî Dêrsimî gengaz e.

About The Author