Selocan tirba Misto ji Kurdan re kir qible

 

Pîrkemal

Wek me berê jî got, masî ji serê xwe genî dibe. Heger serok û serwerên Kurdan evîndarê celadên xwe bin û hest û hişmendîya netewperestîya Kurdî bi wan re tunebe, wê mala xwe jî û mala miletê xwe jî biviritînin û bişewitînin. Kemalîzm wek vîrûsa Koronayê ketiye xwîna gelek ji serwerên Kurdên Başûr. Bi taybet ev Kurdên ku çepên Tirk (sosyal faşîstên Tirk) serokatî û pêşkêşîya wan dikin, wek toqa naletê ketine stuyê Kurdan, li ser ked û xwîna wan diçêrin û berê Kurdan didin rêya çûn û nehatinê.

Ji Komara Îmralîyê bigirin heta bi Komara Hevserokatîya Partîya DEMê, Kemalîzm ji Kurdan re kirine qible û bê rawestan hewl didin ku Kurdan bikin evîndarê celadê xwe. Kemalê Kor, ewê ku li Dersim, Koçgirî, Zîlan û seranserê Bakurê Kurdistanê qira Kurdan anîbû, îro bi rêya serkêş û serokên ku qaşo serwerîya şoreşa Bakurê Kurdistanê dikin, li ber dilê Kurdan tê şîrînkirin û bi vê yekê lotik û zîtirkên (demokratîk) li Kurd û doza Kurdistanê tê xistin.

Axir..

Selahattîn Demîrtaş (wek Ocalan) her çiqasî berê jî xwedîyê heman hest û helwestê û bi heman hişmendîyê evîndarê celadê bav û kalên xwe (Mistoyê Kor) bû jî, kesî hêvîya van rojan û vê teslîmîyeta erzan û belaş jê nedikir. Seloyê ku me hemûyan jê hez dikir û hêvîyek dida Kurdên Bakur, îro bi daxuyanîyên xwe belkî ji Ocalan zêdetir berê Kurdan dide teslîmîyetê û Kemalîzmê bi wan dike wek şîr û şekir. Seloyê ku bi zagonên Mistoyê Kor nêzîkî deh sala ye di hepsê de ye, Anitkabîrê (tirba Misto) ji Kurdan re dike qibleyek pîroz û ji bo tewafê berê Kurdan dide wir.

Seloyê me vê talîyê bi daxuyanîyekê xwe hetikand û xwe di çavên hezkirên xwe de kir paçik. Di daxuyanîya xwe de berê Kurdan da ser tirba (qebir, gor-mezel) Adnan Menderes, Alparslan Turkeş û piştre ji bo tewafê jî Anitkabîr (tirba Mistoyê Kor) destnîşan kir. Bi lotik û xeyalên bratîya Tirk û Kurdan berê Kurdan da Çanakkaleyê ser tirba şehîdên dewleta Romê û bi rêya tîmên gok û fûtbolê jî rêya Trabzon û Kayserîyê da ber Kurdan. Û gelek lotik û zîtirkên din yên ekolojîk û demokratîk. Ev hemû ne bes bûn, mêro xwest ku tîma netewî ya fûtbola Tirkîyê li Amedê maça xwe bike û Kurd jî piştgirîya tîma netewî ya Tirkîyê bikin.

Seloyê me di daxuyanîya xwe de helbet doza tiştên xweş û maqûl jî kir. Lê tiştên xeyalî û dûrî hest û hişmendîya Romîyan. Bratîya ku Seloyê me xeyal dike ne tê bîra brayên wî yên Romî û ne jî Romî xwedîyê wê hest û hişmendîya mirovatîyê ne.  Kengî go gur û mîh ji hev re bûn xwişk û bra, kengî go qantir bizê, aha wî çaxî belkî xeyal û hêvîyên Selocan û Ocalan bicirin (pêk bên). Yan na, îro çîrok û çîvanokên bratîyê (nexasim jî bratîya Romîyan) ji xapandina Kurdan pê ve ne tu çîrok in.

Ez serê we neêşînim gurçikno, dibêjin filankeso wek qalibê xwe derneket. Seloyê me carekê gotibû (heger ez mirim, cendekê min misêwa-netewandî ji hepsê derxin (yanî bela serê min û laşê min netewe).

Lê heyfa te Selocan!

Te bi van daxuyanîyên xwe hem serê xwe ji celadê xwe re tewand, hem jî laş û bedena xwe wesselam..

 

Edîrne

About The Author