
Xuyaye alerjîya kak Bafil Talabanî li hember mîkrofonan heye. Çi cara ku derdikeve ser dikê mîkrofonekê li erdê dide û dişkîne. Wek mesela „nikare bi kerê, dibeze kurtên“ hatiye serê serok Bafil. Xuyaye kerbê Ereboşkên Bexdayê û şaşiksorên Hewlêrê di serê mîkrofonan re derdixe. Kerba dilê xwe bi şikandina mîkrofonan rehet dike.
Axir..
Serokê YNK rêzdar û pir gewre Bafil Talabanî, vê carê li Xaneqînê derket ser dika siyasetê û bi minasebeta hilbijartinên Iraqê dest bi lotikên qerase kir. Bafilê ku berî demakê tir ji pismamê xwe Lahor Cengî berdabû û ew dabû girtin, Bafilê ku yek ji şirîkên firotina Kerkûkê bû, di axavtina xwe de xwedî li Kerkûkê derket û sincirî.
Bafilê min û we, di axavtina xwe de got: „Yan Kerkûk û Xaneqîn, yan heta hetayê şerî!“.
Yanî, yan wê Kerkûk û Xaneqîn yên me bin, yan jî heta hetayê emê şer bikin.
Wele nizanin emê çi bêjin kak Bafil.
Yên Kerkûk firotin Bexda û Tehranê yek ji wan tu û partîya te bû. Bi firotina Kerkûkê yên ku rê li ber serxwebûna Kurdistanê girtin yek ji wan tu û partîya te bû. Îcar heger niha hişê te hatibe serê te û tu li kirinên xwe poşman bibî, helbet baş e û xêr e. Mirov ji nîvê rê jî vegere dîsa mirov li karê ye.
Ê de ya bi xêr kak Bafil…
Hêvîdarim em berhema gotinên te di kirinên te de jî bibînin. Û dîsa hêvîdarim ku tu û partîya te YNK Kerkûk û Xaneqînê ji Ereboşkên qûnreş re nehêlin..
Kerkûk

Kurd û nexweşîya „delîrîûm“ê
Amedê me vê carê xweş kir
Rewşenbîrî yan dergevanî? Navekî giran û gundekî wêran