Ehmed Beyan
Çûna Kantona Îmralîyê bûye wek otobanên Almanyayê, sînor ji çûn û serdanê re nemaye. Geh heyeta Partîya DEMê, geh Mehmet Ocalan, û gelek caran jî Omer Ocalan dibe rêwîyê Kantona Îmralîyê û serdana serokê sererd û binerd apê xwe A. Ocalan dike. A. Ocalan her hefte daxuyanîyekê diweşîne (helbet daxuyanîyên wî ne li gor dil û daxwaza dewletê be dewlet nahêle bê weşandin) û bi paradîgmayên nû serê Kurdan gêjomêjo dike û Kurdan dike wek mirîşka gêj.
Ocalanê ku ji serxwebûnê daket xişxişê û heta bi mafên çandî (kulturalîst) jî li Kurdan heram kir, vê carê Kurd ji miletbûnê daxist asta hebûnek ji civaka Tirkîyê, bi paradîgmaya „Entegrasyona Demokratîk“ hewl dide Kurdan entegreyî civaka Tirk bike û bi rêya asîmîlekirin û pûçkirina hestên netewî Kurdan bike Tirk. Lê brazîyê wî û wekîlê Partîya DEMê Omer Ocalan, bi şeş telaqên jinberdanê sûnd dixwe ku apê wî Ocalan van tiştan nake û Entegrasyona Demokratîk ne asîmîlasyon û tunekirina Kurdan e.
Parlamenterê Partîya DEMê û brazîyê A. Ocalan Omer Öcalan, di 31ê Cotmehê de dîsa çû Kantona Îmralîyê û serdana apê (mamê, amê) xwe Abdullah Öcalan kir û wek carên berê hevdîtinek wê „wêne“ kir. Ocalanê ku evîndarê xwe ye û di her serdanê de wêneyan bi serdêran re dikşîne, demek dirêj e bê wêne (yanî hebûn û tunebûna wî, sax û mirina wî ne kifş e) hevdîtinan dike û ev jî pirsek qerase ye. Omer Ocalan ku di 2019an de di X de bi peyamekê mirina apê xwe Ocalan ragihandibû, dîsa bê wêne ji cem apê xwe vegerîya.
Axir…
Omerê min û we, di derbarê hevdîtina xwe û apê xwe de ji Ajansa Mezopotamya re axivî û da lotikan. Omerê me got ku di şert û mercên Kantona Îmralîyê de tu tişt nehatiye guhertin û em nizanin wê di pêşerojê de çi bibe û çi tofan rabe.
Omerê min û we pişt re gotin anî ser „Entegrasyona Demokratîk“, bi şeş telaqên bê fitû sûnd xwar û got: „Bi allahwekîl, bi serê şêx, Entegrasyona Demokratîk nayê wateya ku wê Kurd belaş tev li dewletê bibin. Entegrasyona Demokratîk tê wateya ku dewlet we bi nasname, çand, raman, erdnîgarî, welat û bahwerîyên we qebûl bike. Ev nayê wateya ku hûn dev ji nasname, ziman, çand û bahwerîyên xwe berdin. Ev nayê wateya ku hûn miftîbelaş tev li dewletê bibin“ filan û fîstan.
Ê wele yabo tu xweş dibêjî, lê em ji kê bahwer bikin baban?
Tu tiştekî dibêjî, apê te Ocalan tiştekî din dibêje.
Belkî nêta te ji nêta apê te bakijtir be û tu gotinên apê xwe li gor dilê xwe şirove bikî. Lê apê te mafên çandî jî li Kurdan heram kiriye û dibêje mafên kulturalîst jî nexwazin û teslîmî dewletê bibin (yanî teslîmîyeta belaş û demokratîk).
Ê de ya bi xêr Omercan…
Em jî wek te di wê hêvîyê de ne ku gotinên te rast derkevin û dewleta Romê (ku Rom bêbext e) Kurdan bi hemû nirxên xwe yên pîroz nas bike û mafên miletê Kurd di zagon û makzagonan de bisepîne.
Enqere

Kurd û nexweşîya „delîrîûm“ê
Amedê me vê carê xweş kir
Rewşenbîrî yan dergevanî? Navekî giran û gundekî wêran