Pişo Mihemed
Em Kurd miletekî ecêb in. Ji xwe siyasetmedar û rewşenbîrên me ecêbtir in. Ne sar li wan tê, ne jî germ. Tu baş dikî rexne dikn, tu xirab dikî dîsa te rexne dikin û te dikin qirdik. Hunera wan tenê rexnekirin e. Li şûna ku temenê xwe bi rexnekirinê derbas bikin xwe bidana ser hev û hinek gavên erênî ji bo yekîtî û tifaqa hev bavêtina, belkî zêdetir xêra wan bigiha Kurdan. Gotina tifaq û yekîtîyê ji ser zimanê wan nakeve, lê di kiryar û pratîkê de pûç û vala ne. Helbet tiştên ku bên rexnekirin pir in. Lê gava alternatîfa te li hember wan şaşî û xeletîyên ku tên kirin tunebe, gotin û rexneyên te li ber bê diçin.
Axir…
Di pêşbirka Amedspor û Hataysporê de lotikvanên Amedsporê bi posterê qesas û mirdarê bavpîrên xwe Mistoyê Kor derketin gasînê û ew bi bîr anîn. Mistoyê ku qesas û dijminê riknê miletê Kurd e, îro di nav Kurdan de bûye (kirine) qehreman û Kemalîstên Kurd Kurê Pîrê li ber dilê Kurdên xwelîser dikin şîr û şekir. Mistoyê ku kes nizane kurê kê ye û kes nizane bê bezê bin guhê bavê wî ji ku û ji kê ye, bi destê hinek serok û partîyên dewleta kûr li serê Kurdan dikin taca zêrîn û berê Kurdan didin xiyanetek demokratîk û wan dikin evîndarê celadên xwe.
Werhasil, Kurdên ku qaşo xwe wek netewperest û Kurdistanî didin pêş û ji rexnekirin û lavlavê pê ve tu hunerek ji wan nayê, ji ber hildana posterê Mistoyê Kor Amedspor dane ber lotik û zîtirkan û ha ha antîpropaganda wê dikin.
Wulen oxlim!
Ma li Bakurê Kurdistanê kesekî ku ne Kemalîst be maye, kesekî ku Kemalîzm nexistibin serê wî hiştine, na wele. Ji PKK û Ocalan bigirin heta bi DEM û TEMê, ji Qendîlê bigirin heta bi zembîlên din, ji partîyên Kurdistanî bigirin heta bi cerdevan û eşîra filan û bêvan, kî ne Kemalîst e? Hinek eşkere û vekirî Kemalîst in, hinek jî veşartî. Haaaa, nebêjin partîyên Kurdistanî ne Kemalîst in ha, ew jî bi tiralî, zexelî û bêdengîya xwe rûn li ser nanê Kemalîzm û Kemalîstan dikin. Ango, îndîrekt Kemalîst in. Bela kes mirûzê xwe tirş neke, rastî tehl e. Belkî tu bi gotin û daxuyanîyên hewayî li dijî Kemalê Kor bî, lê bi pratîka xwe, bi zexelî û bêçalakîya xwe, bi bêarternatîfîya xwe tu jî (hûn jî) xizmetê ji siyaseta dewletê û Kemalîstan re dikin, ewqas.
Îcar gurçikno, Amedsporê nedin ber lotik û zîtirkên bergîlkî. Ma Amedspor ji Eyşika Ereb e babam? Ma Amedspor jî nikare „taktîkên demokratîk„ bike û bi xêra Mistoyê Kor gepek nan bixwe heyran.
Na na, dev ji Amedsporka me berdin heyran..
Amedspora me taktîk e dike lawo taktîk!
Taktîka Fûtbola Entegrasyona Demokratîk ha..
Xançepek / Amed

Kurd û nexweşîya „delîrîûm“ê
Amedê me vê carê xweş kir
Rewşenbîrî yan dergevanî? Navekî giran û gundekî wêran