Nûrî Çelîk

Delîrîûm (de-lîra) têgeh û sendrumeke (pîskolojîk) bijîşkî ye. Delîrîûm tê wateya xwewindakirin, rêşaşkirin, windakirina hiş, nenaskirin, nebaşîyên têgihiştin û ramanê. Û gelek têgehên bi van tiştan ve girêdayî. Bi Kurdî meriv dikare jê re bêje „dînbûn“ yan jî „tevgera nêzîkî dînbûnê“.
Delîrîûm nexweşîyek derûnî ye, ango senderumeke psîkolojîk e ku bi tevlihevî û kêmbûna baldarîyê ve tê diyar kirin. Ev yek pirê caran bi axavtinên bêhêz û halûsînasyonan re tê. Delîrîûma ku ji nişka ve çêdibe di şiyanên derûnî de dibe sedema guherînek giran. Nîşanên delîrîûmê, gelek caran dişibin înkarkirin û qebûlnekirinê. Ev bi gelemperî di mirovên ji 65 salî û mezintir de tê dîtin.
Li gor pisporan, sedema delîrîûmê û xetera wê ya sereke pîrbûn e. Di heman demê de dikare ji ber jehrîbûn yan kêmxewîyê jî pêk bê. Nîşana delîrîûm ya asasî guhertina hişmendîya ku di naskirina kes û derûdorê de zehmetîyê dikişîne. Kêmbûna bal û balkişandinê, pirsgirêkên bîrhatinê, bêhntengî, nebûna konsantrasyonê, şaşbûn, xwewindakirin û tevgerên mîna wan hinek ji nîşanên delîrîûmê ne.
jî nîşan bide. Armanca dermankirina deliriumê ku dermankirina wê ya taybetî tune ye, ew e ku faktorên ku dibin sedema deliriumê nas bikin û derman bikin da ku nîşan û bandor kêm biki
Delîrîûm sendromek e. Hinek ji faktorên ku dibin sedema delîrîûmê ev in
Pîrbûn, sekta dil, birînên giran, nexweşîyên gurçik / kezebê, di xwînê de xirabûna rêjeya mîneralan, zêdebûn û kêmbûna şekirê xwînê, kêmbûna xewê, enfeksîyon, kêmxebata dil û nexweşiyên rîtmê, bikaranîna dermanên kîmyewî, kêmxwarinî, kêmbûna vîtamîn yan dermanên xewherimandinê û hinek sedemên din.
Niha hûnê bêjin çi eleqe û girêdana delîrîûm û Kurdan bi hev re heye, ez zanim. Lê rewşa me, hest û helwestên me, fikir û hişmendîya me, doz û armanca me, şer û siyaseta me, nîşan didin ku piranîya me Kurdan bi nexweşîya delîrîûmê ketine. Belkî înkar bikin, li xwe daneynin û sendruma xwe qebûl nekin. Belkî jî nizanin bê delîrîûm çi ye û henekê xwe jî bi min û delîrîûmê bikin. Lê rewşa me, gotin û kirinên me, hişmendî û tevgera me me didin dest û me nêzîkî delîrîûmê diki
Kurdan ji bo Selçûkîyan şerê Bîzansîyan kirin. Kurdan ji bo Osmanîyan şerê Rûsan, Îranîyan û Ewrûpîyan kirin. Kurdan ji bo Ereban şerê Ingilîz, Fransî û Almanan kirin. Kurdan ji bo Komara Tirkîyê şerê Fransî û Ingilîzan kirin. Û îro jî ji bo berjewendîyên Tirk, Ereb û Farisan şerê xwe û berjewendîyên xwe dikin. Ji bo berjewendîyên dagîrkerên xwe, ji derveyî Kurdayetîyê xwedî li her îdeolojî û bahwerîyê derdikevin. Dibin her tişt lê nabin Kurd. Bi navê bratîya xelkê û ummetê înkara hebûna xwe û dergevanîya sînorên dagîrkerên xwe dikin. Ji derveyî doza Kurd û Kurdistanê himaltî û barkêşîyê ji herkesî re dikin. Evên ku hewl didin himaltî û barkêşîya Kurd û Kurdistanê bikin jî (bi taybet li Bakur) bi helwest û hişmendîya xwe, bi bêtifaqî û bêçalakîya xwe, bi ezezî û berjewendperestîya xwe rasterast nebe jî nerasterast xizmetê ji heman navendê re dikin. Evên ku kezebşewitî ne, bê teref û ne xwedî partî ne jî, bi nehatina cem hev, bi nerêxistinbûna xwe, bi quretî û zimandirêjîya xwe, xizmetê ji heman navendê re dikin.
Ê baş e, go ev hemû ne nîşanên senderuma „Delîrîûm“ê bin, naxwe nîşanên çi ne? Ev hemû ne nîşanên nexweşîya derûnî û dînbûnê bin, naxwe çi ne?
Û balkêş e, sendruma delîrîûmê bi piranî bi mirovên 65 salî û mezintir re peyda dibe. Û mixabin, piranîya evên ku îro serkêşî û serwerîya partîyên Kurdistanî dikin jî di heman temenî de ne. Ne rewşa xwe qebûl dikin û ne jî dermanekî ji rewşa xwe ya sendrumê re peyda dikin (ji xwe dermanê sendruma delerîûmê tuneye). Sendruma delîrîûmê wek nexweşîya „ezezî û partîtîyê“ ketiye laş û mejîyê wan. Ne antîbîyotîk fêde dikin, ne jî psîkolog û psîkîyatrîs dikarin tedawî bikin. Ji xwe heger rastîya xwe, rewşa xweyî go tê qebûl kiribûna, wê senderuma delîrîûm û partîtîtîyê jî ji ber xwe ve rehet bibûya.

Pêvajoya tiroviro
Selo qûça wan rakir, îcar dora Leylo ye
Amedê me vê carê xweş kir