Pîrkemal
Ne rovîyek, 7-9 û belkî jî ji 20 rovîyan zêdetir di serê rayedarên Romê de digerin. Şareza û biaqil in. Xwedîye desthilatdarî, serpêhatî û dek û dolabên 600 salî ne. Li ber wan ne tenê plan û projeya A heye, plan û projeyên B, C, Ç û Z jî hene. Ji xwe yek ji kêmasî,nezanî û xwelîserîya me jî bêhasabîya me ye. Ew plan, proje û siyasetek dûvdirêj (stratejîk) û em jî plan, proje û siyasetek rojane (taktîkî) dimeşînin û dikin. Wek ku rovî bi mirîşkê bilîze bi me dilîzin, wek ku gur mîhê bixapîne me dixapînin. Bi aqilmendîya xwe me li ser tilîya xwe dizîzikînin. Bi dek û dolabên kesanedî, bi çîrokên brayetî û ummetî, bi gotinên germik û nermik me ji rê dibin û em jî vê yekê ji xwe re wek pêvajoya aştîyê, wek sazkirina brayîta Tirk û Kurdan û serkeftin dibînin. Halbûkî dijminê bavan nabin dostê lawan û çêlîkên maran jî bê jehr nabin. Lê em dijminê bavan jî wek dost û bra dibînin, çêlîkên maran jî wek dostemar dibînin. Kêmasî ne di wan de ye, di me de ye. Nezanî û xwenasîn ne di wan de ye, di me de ye. Bêaqilî û ehmeqî ne bi wan re ye, bi me re ye. Yên kurmê dara xwe ne ew in, em in.
Miletê ku xwe û dijminê xwe nas neke, miletê ku li ber derîyê dijminê xwe li aştî û bratîyê bigere, miletê ku biyanîyê xwe û qewmîyeta xwe be, wê tucarî îflah nebe û bi ser nekeve. Miletê ku doza xwe û welatê xwe kiribe bi qurbana kes yan serokekî, û ew serok jî di xizmeta berjewendîyên dagîrkerên xwe de be, îflah nabe. Û miletê ku reş û spî ji hev dernexe û serê xwe ji her tiştî re bitewîne, qet îflah nabe û nagihê meqsed û miradê xwe.
Pêvajoya ku navê aştî û bratîya Tirk û Kurdan lê tê kirin û di asasê xwe de li ser têkbirina destkeftîyên Rojava û HSD ava bûye, bi ser neket û neketiye. Ji xwe ev pêvajoya aştî û qaşo bratîyê ne li ser çareserî yan naskirina heq û hiqûqê miletê Kurd hatiye destpêkirin. Dewleta Romê xetera li Rojava û serkeftina Kurdan dît û xwest bi rêya Ocalan vê xeterê berteref bike. Yanî xwest rê li ber federasyona duyemîn (wek Başûr) yan jî Kurdistanek xweser (Rojava) bigire. Armanc hemû ev e, ne tiştekî din. Ji xwe rayedarên hemû partîyan (AKP, MHP, PKK, DEM) weke ku tif devê hev kiribin, bi şêwir û mişêwir, bi plan û projeyên dewletê, yekîtîya xaka Sûrîyê wek xeta sor dibînin û disepînin ku hemû jî xizmetkarên dewleta Romê ne û ji heman kanîyê avê vedixwin. Berdevka DEMê Gulîstan Kiliç Koçyîgît (ewa ku Barzanî wek xayîn û xwefiroş didît û bi dengê xwe yê wek dengê mirîşkan dikir qîrewîr) belasebeb nedigot „Yekrêzîya xaka Sûrîyê xeta me ya sor e“. Helbet yekrêzîya xaka Sûrîyê ji bo Erdogan û Bahçelî (Ocalan) jî xeta sor e.
Werhasil..
Dewleta Romê ji bo ku Ocalan û paradîgmayên wî (mafên kulturî jî nexwazin) bi temamê Kurdan bide qebûlkirin, bê rawestan têdikoşe. Ji bo Selahattîn Demîrtaş teslîm bigirinû wî têxin bin kontrola xwe, rabûn yek ji damezrênerê AKP Bulent Arinç şandin girtîxana Edîrneyê û serdana Demîrtaş kir. Pêşî propaganda azadkirina Demîrtaş hat kirin û hêvîya azadîya Demîrtaş bi xelkê re çêkirin. Qaşo ha îro ha sibê wê Demîrtaş bihata berdan. Lê piştî ku Demîrtaş gotinên Bulent Arinç derew derxistînkar kir û ew derewîn derxist, perda Demîrtaş hat girtin û ser vê mijarê girtin. Piştî ku Mesûd Barzanî û pêşmergeyên wî (parêzerên wî) hatin Cizîrê û Kurdan pêşwazîyek germ li wan kir, dewleta Romê bi rêya Bahçelî nerazîbûna xwe nîşan da û bi hemû partî û çapemenîya xwe dest bi antîpropagandayê kirin. Ev dijberî di asasê xwe de ne li dijî Barzanî û pêşmergeyan bû, li dijî geşbûna hestên netewî û binpêkirina serokatîya Ocalan bû. Ocalan bi daxwaz, paradîgma û teslîmîyeta xwe di çavên piranîya Kurdên Bakur de pûç bû, bê qîmet bû. Ji bo ku kontrola Ocalan ji destê dewletê û kontrola Kurdan jî ji destê Ocalan dernekeve (yanî hest û hişmendîya Kurd û Kurdistanî bi pêş nekeve), hatina Barzanî û pêşmergeyan hesab û planên wan serûbino kir. Bi hatina Barzanî û pêşmergeyan, bi wê pêşwazîya girseyî û germ, carek din xuya bû ku Kurdên Bakur dev ji hest û hişmendîya netewî bernedane û
Paradîgmayên Ocalan (ji derveyî mirîdên wî) ji wan re bê qîmet û pûç in. Aha dijberîya Barzanî û pêşmergeyan ji ber vê yekê ye.
Piştî ku hêvîya xwe ji Selahattîn Demîrtaş qut kirin, îcar dest bi lêgerîn û planên din kirin. Ew jî zindîkirina Leyla Zana û amadekarîya vegera wê ya nav siyasetê û nav refê paradîgmayên Ocalan bû.
Dijberî û dijûnên ku di trîbunên Bûrsayê de li dijî Zana hatin kirin, ne belasebe û ne ji ber xwe ve bûn. Wek dibêjin tir li ku û das li ku. Du tîmên Tirkîyê bi maçê dilîzin lê dijûn û sixêf ji Leyla Zana re tên kirin. Daliqandina wêneyê E. Oktay Yildiran, Yeşîl, Jîtem û trimbêlên Torosan û neyartîya Leyla Zana bi hev re girêdayî ne. Ev helwestek bi rêxistinî û dewletî ye, neyartîyek bi zanebûn e û bi vê yekê dixwazin ku Leyla Zana carek din li ber dilê Kurdan şîrîn bikin, wê bikin yek ji parêzer û hevkarên paradîgmayên Ocalan û Ocalan dîsa di çavên Kurdan de mezin bikin.
Bêguman e, helbet xaltîka me Leyla Zana nirxek me Kurda ye û divê em tev lê xwedî derkevin. Erê di gelek civînên parlamentoyên Ewrûpayê de hinek xeletî kirin û derneket derveyî sînorên Ocalan û PKK. Mijara Kurd wek mijarek naxweyî bi nav kir, xwe dûrî daxwazên wek federasyon û serxwebûnê girt û nexwest ku Ewrûpî serê xwe bi mafên Kurdan re bêşînin. Wek Fîgen Yuksekdag, wê jî mesela Kurdan kir mesela navxweyî ya Tirkîyê û bahwerîya xwe bi çîrokên bratîyê anî. Xaltîka me Zana îro jî nikare xwe ji kirasê Ocalan û paradîgmayên wî derxîne der, nikare wan sînoran derbas bike. Lê Leyloka me xanimek Kurd e, (her çiqasî nikaribe rasterast bide der jî) xwedîyê hestên netewî ye, xanimek navdar û bi rûmet e, kedkar û hêjayî pesindanê ye.
Heger bê bîra we û we şopandibe, di diyalogên 14ê Çileya 2014an yên hevdîtinên Îmralîyê de, Ocalan ji Pervîn Buldan û S. S. Onder re gotibû:
„Ji Leylayê re bêjn ku meseleya hevdîtina bi Öcalan re ciddî ye. Ger hevdîtinên me nebûna ewê ne di pozîsyonên xwe yên niha de bûya. Rêxistin wê bi xebatên xwe ve girêdayî bimîne. Li ser vê yekê bi wê re bipeyivin. Mîna birêz Sırrı û xanım Pervîn divê ew hemê jêhatîbûna xwe bi kar bîne. Em tevgerek siyasî ne. Ger ew bi siyasetê bilîze, ewê bi canê xwe berdêlê bide. Ev ne lîztik e“.
Ango, Ocalan Leyla Zana bi mirinê, bi kujtinê gef lê xwaribû û piştî wê hefxwarinê jî xaltîka me Zana xwe dabû alîyekî û xwe kişandibû qalikê xwe. Lê xuyaye dîsa pêwistîya dewleta Romê û Ocalan bi xaltîka me Zana heye. Ji nedîtî ve dijûn û sixêfên ku li trîbunên bajarê Bûrsayê li xaltîka me Zana hatin kirin, ne belasebeb in wesselam…

“Partîya Ez Bikutim Bratîya Gelan” pîroz be
Oxlim dîsa verşîya
Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey serok!