
Em Kurd miletekî ecêb û entîke ne. Belkî ew eşîrokên Lûlû û Zûlû yên Afrîkayê jî ji me biaqiltir bin allahwekîl. Gelek caran aqilê mirîşka ser sergo jî bi me re peyda nabe. Em xwe li ber her daholê dihejînin û li ber her zirnê diricifînin.
Rayedarên dewleta Romê bi şev û rojan diqîrin û dibêjin “ Wulen oxlim, ev ne pêvajoya çareserkirina pirsa Kurd e, pêvajoya xilaskirina terora li Tirkîyê ye ehmeqno“, lê dîsa jî gelek ji xwelîserên me ji wan re li çepikan didin, bê eraq serxweş dibin û dibêjin “me dewlet anî ber lingên xwe“. Çawa ku serokê gelê Tirk Ocalan dibêje “Hûn min fêhm nakin“, dewlet jî dibêje “Kurd min fêhm nakin“.
Axir..
Şêwirmend û aqilmendê Erdogan Mehmet Uçum carek din tilîya xwe xist çavê Kurdan û got: “Ew kesên ku hewl didin di navbera armanca ‘Tirkîyeyek bê teror’ û çareserîya pirsa Kurd de girêdanekê çêdikin û hewl didin ku li ser bingeha mafên nasnameyê danûstandinan bikin, yan ehmeq in û rastiyê nabînin yan jî bi zanebûn herdu mijaran tevlihev dikin û xwe dixapînin”.
Uçum angaşt (îdîa) kir ku êdî li Tirkîyê pirsa Kurd tuneye, lê belê “pirsgirêka Kurd ya derveyî” heye, û got: “Dema ku pêvajoya veguherîna ji bo Tirkîyeyek bê teror biqede, şert û mercên çareserkirina pirsa Kurd ya derveyî wê hema hema temam bibe. Ji bo her kesî eşkere ye ku heke Tirkîye vê pirsgirêkê çareser bike, wê komara me serdemek vejînê bijî” û da lotik û zîtirkên Osmankî.
Ango, Uçum begefendî rasterast tilîya xwe dixe çavê wan Kurdên ehmeq û xwelîser û dibêje Li Tirkîyê pirsek bi navê pirsa Kurd nemaye, heger pirsa Kurdên Rojava (Sûrîyê) jî çareser bibe (yanî YPG-HSD) çekên xwe deyne û teslîmî DAÎŞ a Şamê (Colanî) bibe, wê Komara Romê bigihê armanca xwe û ji nû ve ji dayik bibe.
Ez serê xwe û we neêşînim gurçikno, dibêjin heger ker hebin kurtankir pir in. Romîyên ku di her demên teng de Kurd bi gotinên şahîk û girover xapandine, îro jî bi heman lotikan Kurdan dixapînin. Ji vê zêdetir, Kurd bi xwe xwe dixapînin û bi navê bratîya xelk û ummetê dikevin xefikên neyarên xwe. Û ji vê jî zêdetir, evên ku qeyûmên dewleta Romê ne, evên ku bi paraşûtan daketine ser serê Kurdan û bûne serok û serwerên wan, êdî bêyî ku xwe veşêrin, rasterast bûne maşikên destê dewleta Romê û ji bo têkbirina hest û hişmendîya netew-dewlet a Kurdî her tirşikê dixwin. Û ehmeqên me jî bi şabaş û holan ji wan re dilîlînin.
Werhasilî kelam, herkes, her milet layiq û hêjayî çi be, xwedê wî misteheqî wî tiştî dike. Ji ber aqilê me ji kîsî xelkê ye, xuyaye em jî misteheqî koletî û bindestîyê ne û hûn sax…
Stenbol

“Partîya Ez Bikutim Bratîya Gelan” pîroz be
Oxlim dîsa verşîya
Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey serok!