
Nûrî Çelîk
Piştî komkujîyên li Roboskî, Şengal û Kobanîyê, komkujîya Helebê carek din nîşan dide ku wê HTŞ bi hêsanî heq û hiqûqê Kurdan qebûl neke û di fersenda herî piçûk de jî wê topyekûn êrîşî Kurdan û destkeftîyên Rojava bike. Piştî radestkirina Efrînê û çend cîhên din, piştî şerê xendekan û wêrankirina Bakurê Kurdistanê, PKK û generalên şikeftên Qendîlê heman tofan bi serê Kurdên Helebê de jî anîn, xanîyên wan bi ser wan de herifandin, nêzîkî 200 hezar Kurd dan koçberkirin, zêdeyî 500 Kurdî dan nebedîkirin, sed dused şervan dan kujtin, keç û jinên Kurd di nav lepên hirç û hovên HTŞ de hêsîr kirin û aqûbeta Kurdên Helebê jî kirin wek aqûbeta Kurdên Efrîn û Kurdên Bakur. Û rêvebirê PYD Aldar Xelîl ev yek wek serkeftinek dîrokî pênase kir û çîrokên 40 salî dubare kir.
40 sal in bi heman çîrokên serkeftinê Kurd hatin xapandin û têkçûna xwe, neyartîya li hember doza milletê Kurd û destkeftîyên wî bincil kirin, xeletî, neyartî û têkçûna xwe wek serkeftin dan pêş. Her çiqasî rayedarê YPG Sîpan Hemo ji çapemenîya PKK re got ku „xeletîyên me hene û emê lêborîna xwe ji xelkê xwe bixwazin jî“, piştî tofana ku bi serê Kurdên Helebê de anîn, wê lêborîn nikaribe xelefa vê malkambaxîyê li Kurdan vegerîne.
Îdeolojî û paradîgmayên Ocalan û PKK 40 sal in berê Kurdan daye rêya çûn û nehatê û destkeftîyên herî piçûk jî ji bo berjewendîyên xwe û dewleta Tirk kirine qurban. Fersendên ku sedsalî carekê ketiye destê Kurdên Rojava, dîsa ji bo paradîgmayên dijî berjewendîyên milletê Kurd tên fedakirin û hewl tên dan ku berjewendîyên dewleta Tirk li Rojava û Sûrîyê bên misogerkirin. Paradîgmayên Ocalan û Qendîlê, zirt û gefên dewleta Tirk, hiştiye ku HSD û kesên wek Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed di nava taswas û sergêjîyê de bimînin û nikaribin rasterast doza mafê rewa yê milletê Kurd bikin. Zixt û bandora paradîgmayên Ocalan bi destê generalên şikeftên Qendîlê û dewleta Tirk li ser HSD û Kurdên Rojava tên sepandin û teslîmîyetek bê qeyd û şert wek ya Ocalan ji wan tê xwestin. Dudilî û bêhelwestîya HSD û bi taybet rêvebirên wek Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed, li cem dostên Kurdan û li cem Îsraîl, Amerîka û hevpeymanên wê bêbahwerîyekê çêdike û ji ber vê jî Ahmed el Şara (Colanî) wek yekem alternatîf derdikeve pêşberî awira gelemperî.
Peymana ku di 6ê Çile de li Parîsê di navbera rejîma Şamê û Îsraîlê de hat kirin, nîşana vê yekê ye. Di berdêla hêsankirina komkujîya Kurdan de, rejîma Şamê bi fermî başûrê welatê xwe da Îsraîlê. Sedema vê yekê jî bêguman paradîgmayên Ocalan û Qendîlê û bêhelwestî, bizdonekî û bêbiryarîya kesên wek Mazlîm Ebdî û Îlham Ehmed e. Her çiqasî Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed li ber xwe didin û ji bo naskirina mafên milletê Kurd zixtê li Colanî û hikûmeta wî dikin jî, di komkujîya Helebê û biryarên Qendîl û YPG de carek din eşkere bû ku heta ji Ocalan û PKK bê, wê nehêlin Kurdên Rojava bibin xwedîyê detfkeftîyên netewî. Ji xwe qîrewîr û bang û zixtên Abdullah-Bahçelî hemû ji bo vê yekê ye, ji bo teslîmîyeta HSD û bê qeyd û şert entegrasyona Kurdên Rojava ye. ikûmetaHikûmeta Şamê û ColanîColanîEv yek ne veşartî ye. Ne rayedarên dewletê vê yekê vedişêrin, ne jî çapemenîya wan. Bi ser vîqasî de jî, bi ser ku Kurdên Helebê û taxên wan ji çar alî ve hatibûn dorpêçkirin, biryara berxwedan û şerê li Helebê ji şirîkatîya komkujîya Kurdan pê ve ne tu tişt e. Ocalan, Qendîl û YPG nikare xwe ji şirîkatîya komkujîyê bişo û xwe pak û bêguneh bike. Divê neyê jibîrkirin, berjewendî û têkilîyên navnetewî ji prensîpan girîngtir in. Tiştê ku siyaseta dewletan, soz û peymanên wan bi rê ve dibin, berjewendî ne. Ji ber vê, li hember bêdengîya komkujîya Helebê û gelek komkujîyên din divê gazind ji dewletên ku em hêvîyê ji wan dikin, neyê kirin. Heger gazindek hebe divê ew jî ji me be. Ji tunebûna aqilmendîyek hevbeş û aqilmendîyek Kurdistanî be. Heger HSD û kesên wek Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed, ENKS û Kurdistanîyên din karîbûna aqilmendîyek hevbeş û li ser asasê berjewendîyên netewî ava kiribûna û xwe dûrî paradîgmayên filan û bêvan kesî bigirtana, belkî komkujîyên wek komkujîya Helebê çênebûna û wê dostên Kurdan jî zêdetir bahwerî bi wan bianîna. Lê mixabin tunebûna aqilmendîyek hevbeş û siyaseta bi wesayet û îcazeta filan yan bêvan kes û partîyê rêvebirên Kurd fehmankorî kirine û dest û lingên wan girê dane.
Bi giştî rojeva Kurdan û bi taybet jî ya Rojava germ û sincirî ye. Dewleta Tirk û HTŞ piştî Hebebê niha jî dixwazin Dêr Hafir ji Kurdan xalî bikin û dest bi komkujîyek din bikin. Ji bo ku Kurd dîsa raserî komkujîyek din neyên, Amerîka û hevpeymanên wê HSD û Mazlûm Ebdî neçar hiştin ku hêzên xwe bikşînin wî alîyê Feratê, ango nav sînorê Rojavayê Kurdistanê. Belkî jî ev yek ji Kurdan re bixêrtir be. Bi vî haweyî wê Tirk û hevkarê wê HTŞ nikaribin zêde zixt û gefan li Kurdan bikin. Daxuyanîyên hinek senator û rayedarên Amerîkî vê yekê disepînin. Wê çi encam ji kombûna Nûnerê Amerîkayê Tom Barrack, Mazlûm Ebdî û Barzanî ya li Hewlêrê derkeve nizanim. Lê texmîna kêm yan zêde ev e ku wê Hikûmeta Şamê neçar bimîne ku Kurdan bike şirîkê hikûmetê û heq û hiqûqê wan di makzagonê de misoger bike. Ev jî wê ji bo pêşeroja Kurdên Rojava destkeftinek baş be. Tevlihevbûn û serhildanên ku li Îranê dibin, ji Kurdan re rêya destkeftinek din derdixe holê. Heger partîyên Kurdistanî xwe dûrî îdeolojî û paradîgmayên dij Kurdistanî bigirin û berjewendîyên partîyên xwe di ser berjewendîyên Kurdistanê re negirin, wê derfetek ji wan re jî çêdibe ku wek Başûr û Rojava hinek destkeftina bi dest bixin. Bi taybet heger PJAK a PKK li Rojhilat berjewendîyên Kurd û Kurdistanê ji paradîgmayên Ocalan re neke qurban, dibe ku li Rojhilat jî bêhna Kurdan bê ber wan. Di vî warî de divê partîyên Rojhilatê Kurdistanê hişyar bin û zêde pişta xwe bi PJAKê qewîn nekin.
Werhasilî kelam, îro pêşeroja Rojhilata Navîn û pêşeroja Kurdan bi hev ve hatiye girêdan. Kêm yan zêde heta Kurd negihên mafên xwe, wê herêm aram nebe û wê berjewendîyên hemû dewletên ku hesabên xwe li ser li Rojhilata Navîn dikin, di xeterê de bin. Tiştekî bê berdêl tuneye. Gav û destkeftinên piçûk rê ji gav û destkeftinên mezin re vedikin. Divê Kurd bi aqilmendîyek hevbeş, bi rêvebirinek hevbeş û pêbahwer û ji bo berjewendîyên xwe li ser sifreya guran rûnên wesselam.
Têbinî: Divê Kurd bi biryarnameya van 8 xalên ku Ahmed El Şara (Colanî) vê dawîyê ji bo bikaranîna zimanê Kurdî û hinek tiştên din îmza kiriye nexapin. Ev yek heman taktîka Hikûmeta Tirkîyê ye. Biryarname her kêlî, her seet dikarin bên çirandin û binpêkirin. Ya girîng ev e ku wek millet qebûlkirina nasname, mafê zimanê Kurdî û heq û hiqûqê Kurdan di makzagonê de bên misogerkirin.

“Partîya Ez Bikutim Bratîya Gelan” pîroz be
Oxlim dîsa verşîya
Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey serok!