Zinar Qelemşûr

 

Belê. Albayê artêşa Tirk Orkun Ozeller ji çapemenîyê re gotibû, Me digot qey serokê PKK Ocalan e, lê tu nabê Devlet Bahçelî yeû gilî û gazindên xwe kiribû.

Fîdel Castro digot, „Heger dijminê te pesnê te bide pûştîyek bi te re heye“. Piştre çima ku Mesûd Barzanî bi Erdogan re hevdîtinên dîplomatîk dikir, wekîlê Partîya DEMê Sezaî Temellî ev gotin ji bo Mesûd Barzanî bi kar anî bû. Temellî yê ku ji sibê heta êvarî qûna Erdogan û Bahçelî dalêse ne pûşt e, lê yekî wek Mesûd Barzanî kiribû pûşt. Û piştre jî bê şerm û fedî çû Hewlêrê ber lingê Mesûd Barzanî û pûştîtîya xwe sediqand.

Mesela me li ser Serokê PKK Devlet Ocalan e. Heger neyarekî wek Devlet Bahçelî pesnê te bide, jê re çi tê gotin nizanim. Lê dizanim ku tiştekî ji pûştîtîyê mezintir e.

Axir, Devlet Ocalan, li meclîsa virqo, di civîna koma parlamenterên xwe de dîsa qêrîya, dîsa verşîya, dîsa da lotik û zîtirkên bêîman û li ser navê Ocalan zirt li HSD û Kurdên Rojava kir.

Devlet Ocalan got: „Bi allahwekîl, bi serê Şêxê Ruhayê, provokasyonên HSD li dijî paradîgmayên Serokê Damezrêner yê PKK Ocalan e û sabotekirina pêvajoya aştîyê ye. HSD li dijî banga 27ê Sibatê tev digere û ev yek provokasyon û sabotekirina pêvajoyê ye filan û fîstan.

Bahçelî efendî behsa operasyonên leşkerî yên li Sûrîyê jî kir û angaşt kir ku HSD û YPG ji rojavayê Firatê hatine derxistin û rêxistinê danûstandin û pêvajoyên maseyê sabote kiriye.  Bahçelî efendî herweha got: „Ez bi serê Ocalan sûnd dixwim, brayên me yên Kurd tiştek in, HSD tiştekî din e“.  Ji alîyekî de rast e, ji ber nîvê HSD Erebên qûnreş in û yên mayî jî doza Kurd û Kurdistanê nakin.

Werhasilî kelam, Bahçelî yê ku li Tirkîyê heq û hiqûqê 40 milyon Kurdên Bakur înkar dike, ji Kurdên Rojava re dibêje brayên min. Aha Tirk û bratîya Tirkan ev e.

Belasebeb negotine nanê Tirkan li ser kaba wan e. Wek Ereboşkên ku xiyanet li Kurdên Rojava kirin, hûn 101 salî Tirkan xwedî bikin û wan bikin brayên xwe jî, roja ku fersenda xwe dîtin wê xiyanetê bi we re bikin û hûn sax..

 

Stenbol

 

 

About The Author