Elî Efrînî

 

Kurd û Kurdistan, nirxên pîroz, hemû ji xiyaneta Ocalan û paradîgmayên wî re bûn qurban. Paradîgma û dûrişmên wek bratîya gelan û ummetê nîrên xulamtî û bindestîyê dixe stuyê Kurdan û rasterast xizmeta dewleta Tirk û berjewendîyên dagîrkeran Kurdistanê dike. Ocalan û PKK ji roja roj de ji bo van rojan, ji bo îro derketin holê. Destpêkê bi navê Kurdistanek serbixwe kir, îro jî bi navê bratîya gelan dergevanî û paraztina sînorên dagîrkerên Kurdistanê dike. Tiştek nemaye ku navê demokratîk bi qûna wê ve nezeliqandine. Ji bo Tirkîye, Sûrîye, Îran û Iraqek demokratîk hemû nirxên Kurd û Kurdistanîbûnê berteref kirin û giyan û hişmendîya netewî bi Kurdan re nehiştin.

Bi paradîgma û îdeolojîyên dij Kurd Bakur têk birin. Derfeta ku li Rojava ketibû destê Kurdan, dîsa bi paradîgmayên bratî û demokratîkkirina dagîrkeran beravêtî kirin û kirin qurban. Li şûna Kurdan bratî û dostanî bi hemû neyarên Kurdan re kirin, îro jî dikin. Li Bakur Tirkên dolheram û Erebên çeqilmast kirin serok û rêberên me, li Rojava jî Ereboşkên qûnreş û ewladên zinê li ser serê me kirin mîr û wezîr. Û ev jî parçeyek ji xiyaneta mezin bû.

Piştî ku Efrîn ji alî Ocalan û PKK ve hat teslîmkirin, Kurdên Helebê jî bi heman armancê û ji bo heman îdeolojî û paradîgmayên Ocalan û PKK  qurban kirin. Paradîgmaya Sûrîyeyek demokratîk û bratîya gelan bû sedemê dijminatîya Amerîka û Îsraîlê û hişt ku terorîstekî wek Colanî derkeve pêş û bibe bela serê Kurdan. Neyartîya Ocalan ya li dijî Amerîka û Îsraîlê û sersarîya HSD û Mazlûm Ebdî, kir ku Tirkîye, Îsraîl û Colanî li hev bikin û Kurdan derkenar bikin. Ji ber ku Ocalan (heger sax be) xizmetkarê dewleta Tirk û zilamê wan e, Tirk li ser navê wî siyaseta Kurdan ji bo berjewendîyên xwe dineqişînin û rê pêş wan dikin. Îro karesata ku li Rojava pêk hatiye encama paradîgmayên Ocalan û mirîdên wî ye.

Werhasil, mesela me li ser bratîya gelan bû.

Piştî alozîya Rojava, brayên Ocalan, PKK, PYD û YPG û HSD, yanî Ereboşkên dolheram xiyanet li Kurdan kirin, Kurd ji paş de xincer kirin û derbasî nav refên ÎŞÎDê û Hikûmeta Şamê bûn. Yanî bratîya gelan qûn li paradîgmaya Ocalan û HSD qetand û ew beravêtî kir. Carek din xuyabû ku bratîya gelan çîrokek xeyalî û beredayî ye û tenê ji bo xapandina Kurdan e.

Bi xiyaneta Ereboşên dolheram paradîgmaya Ocalan û PKK, bratîya gelan top avêt û quzilqurta paradîgmayê pê girt. Ji îro û pê de wê Kurdên Rojava dîsa bi paradîgma û maradîgma û çîrokên bratîya gelan bixapin yan nexapin nizanim. Lê heger ji vê yekê jî dersê wernegirin û biaqil nebin, çi bê serê wan misteheq in û xelas..

 

Efrîn

About The Author