Diyar Baban
Dîko (Donald Trump) û Berano (Benyamîn Netanyahû) dest bi lotik zîtirkên şer kirin û berê xwe dan sofîk û melayên Îranê. Bi balafir û bombeyên kesanedî Îran serûbinê hev kirin û qûn li Sofîk û melayên Tehranê qetandin.
Li gor fitne û fesadên kolanên Tehranê dibêjin, di serî de xwedayê Îranê Ayetûllah Alî Xamaney û nêzîkî 50 girgirek û sermezinên Îranê bi bombeyên Dîko û Berano mirar bûne û niha di nav agirê cehnemê de dişewitin.
Wek tê bîra we, melayekî Îranî gotibû “Zimanê cehnemê Kurdî ye”.
Li got zebanîyên cehnemê dibêjin, niha hemû sofîk û melayên ku bi destê Dîko û Berano bi cehnemê şa bûne, di nav êgir de bi zimanê Kurdî dipeyivin û bi Kurdî dikin qêrîn û hawar. Bi taybet Ayetûllah Alî Xamaney bi Kurdî lava ji zebanîyan dike ku wî ji nav êgir derxin.
Werhasilî kelam, Serokên Dinyayê Dîko û Berano ahê Kurdan ji Ayetûllahan re nehişt û tir ji wan berda.
Aqûbet li serê hemû dijmin û neyarên Kurd û Kurdistanê be rebbî!
Mahabad


Kûçik mir, aqûbet li yên din be
Xaltîka me Mandana tir ji DBP berda
Leyloka me bûye JOKER