Bavê Cengo

Hevserokê PYD Salih Mislim jî koça dawî kir û berê xwe da axreta gewrik. Dinya ji kesî re nemaye û ji wî re jî nema. Wek dibêjin, mêr dimire nav dimîne, ga dimire çerm dimîne. Îcar wê Salih Mislim bi navê xwe bimîne, yan wê bi xirabîyên xwe bimîne, nizanim. Lê tiştê ez zanim, Salih Mislim ji xirabîyê pê ve li doza Kurd û Kurdistanê nekir û yek ji damezrênerê teslîmkirin û têkbirina destkeftîyên Rojavayê Kurdistanê bû.

Berî her tiştî rehma xwedê lê be, cîhê wî bihuşta baqî be. Belkî xwedayê mezin wî efû bike, lê wê Kurd wî efû bikin yan nekin nizanim. Mislimê ku Kurd û Kurdistanîbûn ji bratîya gelan re kir qurban û jiyana xwe ne wek yekî Kurd lê wek mirîdekî paradîgmayên Ocalan terxan kir, berî koça xwe xizmetek mezin ji brayên xwe yên Tirk û Ereb re kir û bû yek ji wan kesên ku Rojavayê Kurdistanê radestî hikûmeta Enqerê û Şamê bike.

Ecêb e, Salih Mislim yek ji wan neyarên PDK û Barzanîyan bû. Gelek caran di daxuyanîyên xwe de neyartîya wan kir û digot, “em pelên çilo bixwin jî em muhtacî Barzanîyan nabin”.  Gelek caran digot, “Barzanî ji Hêzên Taybet yên Tirkîyê fermanê distîne“. Û gelek tohmetên din. Lê Mislimê min û we wek gelek caran dîsa muhtacî Barzanîyan bû û li Hewlêrê, di nexweşxaneyên Barzanîyan de hat dermankirin û di encamê de di hembêza Barzanîyan de koça dawî kir.

Dîsa rehma xwedê lê be, cîhê wî bihuşta nûranî be.

Gotinek heye dibêjin, “hinek kes dimirin xelk ji wan xilas dibin, hinek kes dimirin ew ji xelkê xilas dibin“.

Birastî derd û barê me Kurdan giran e, herkes nikare hilgire û xwe bide ber.

Îcar Kurd ji xalê me Mislim xilas bûn, yan ew ji Kurdan xilas bû, nizanim. Tiştê ez zanim ji Kurdan zêdetir Tirk û Ereb li ber koça wî ketin. Çunkî xizmeta ku ji berjewendîyên wan re kir, ji Kurdan re nekir.

Mixabin!

Bela serê malbata wî sax be.

Qamişlo

About The Author