Nûrî çelîk

 

Di civakên rizyayî û têkçûyî de nirx, prensîp, exlaq û hemû taybetmendîyên ku civakê û ferdên wê li hev radigirin, namînin. Di civakên paşketî û neguherbar de têkilîyên di navbera kes û civakê de qels dibin, bahwerî û hevgirtin namîne, nirxên mirovî cîhê xwe ji hesûdî, zikreşî, pevçûn, berjewendî, xweperestî, gendelî û bêexlaqîyê re dihêle.  Rizyana civakê pêvajoyek tevlihev û piralî ye. Rizyan û têkçûn di vê pêvajoya tevlihev û dûvdirêj de hem li ser beşên baş û hem jî li ser temamê civakê bandorek neyînî dike. Ango, ter û hişk bi hev re dişewitîne.

Têkçûna civakekê têkçûna miletekî ye. Milet bi têkçûna nirxên malbatî, civakî û netewî ji hev dikeve û ji hêjayîyên xwe dûr dikeve, hêvîşikestî û aloz dibe û ji bo karibe bijî hewl dide ku bibe diranek ji diranên çerxa dagîrkerên xwe. Şikestin û têkçûna hest û hişmendîya netewî yekîtîya milet ji hev dixe û berjewendîyên şexsî dide pêş. Ji ber tunebûna tifaq û yekîtîyek netewî yan jî ji ber tunebûna hêz û dezgehek ku karibe civakê li hev ragire,  herkes dikeve nav hewla xelaskirina xwe û malbata xwe û armancên netewî  di asta talî (dawî) de dimîne. Ji ber vê Ehmedê Xanê digot, heger yekîtîya we tunebe, qedera we di destê xelkê de ye.

Îro li Bakurê Kurdistanê ne exlaqê mirovî, ne jî exlaqê siyasî û wefadarî nemaye. Mabe jî kêm bûye û her ku diçe xapandin, gendelî, berjewendî, bêrûmetî, bêwefayî, bêxîretî û bêbextî bi ser dikeve. Ew exlaqê ku di salên 60, 70 û 80î de em pê mezin bûn û şexsîyetek bi me re çêkir, ew exlaqê ku bûbû bingeh û asasê şoreşgerî û Kurdewarîyê, îro bûye asasê henekpêkirin, xapandin û hemû nirxên dûrî nirxên civaka Kurd. Bêguman di vê guhertina ecêb û têkçûna exlaqê kesayet û civakê de rol û erka kesayet û sazîyên ku li ser navê Kurd û Kurdistanê siyaseta têkbirin û parçekirina civaka Kurd dikin, pir e.

Têkçûna exlaqê siyasî û paradîgmayên sazîyên ku li ser navê Kurdan siyasetê dikin, ji Kurdan re bûye modelek xirab û bûye sedema windakirina bahwerî û têkçûna exlaqê wan. Kêmbûna bahwerî û berjewendperestîya di navbera mirovan û sazîyên siyasî de, Kurd neçar kirine ku li çara serê xwe bigerin û evê yekê jî hiştiye ku azadîya xwe û malbata xwe di kiryarên bêexlaqî, bêbextî, bêxîretî, gendelî û xapandina hev de bibînin.  Ev yek hem berhema siyaseta dewletê û hem jî berhema siyaseta dezgeh û partîyên Kurd e. Helbet newekhevîya dahatê, kêmbûna derfetên aborî, lawazbûna girêdan, nirx û hevgirtina civakî jî di têkçûna nirx û exlaqê netewî de rola xwe dilîzin. Ev yek li Bakurê Kurdistanê xal û pirsgirêkek bi serê xwe ye û dibe ku erka herî mezin ya li pêşîya partîyên Kurd, rawestandina têkçûna exlaqê civakî be.

Evdilqadirê Koyî digot: Miletê ku xwe neguhere, wê heta hetayê bê birêvebirin. Berî ku dijmin zora te bibe, te zora xwe biriye.

Rewşa ku îro em Kurdên Bakur tê de ne tam jî ev e. Guhertina vê rewşê wê çawa be nizanim. Lê xuyaye berî dijmin zora me bibe, me zora xwe biriye.  Çi di warê têkçûna exlaq û nirxên civaka Kurd de, çi jî di warê asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê de, berî zijmin em tirba xwe dikolin û kefenê xwe amade dikin.  Têkçûna exlaqê civakî ne tenê kalîteya jîyana mirovan kêm dike, di heman demê de gefê li yekîtîya civakê jî dixwe. Pirsgirêkên wek bêkarî, xizanî, bêhêvîtîya ji partîyên siyasî û xeyalşikestina ji tekoşîna netewî, Kurd neçarî vê rewşa malkambax kirine .

Gelo gengaz e ku pêşî li têkçûna exlaqê civakî û Kurdewarî bê girtin, nizanim. Lê tiştê ez dizanim, miletek bi têkçûna nirxên xwe, malbatek bi têkçûna tore û adetên xwe, û civakek jî bi têkçûna exlaqê xwe ji holê radibe.

Tiştên ku miletekî li ser lingan dihêlin 3 nirx in.Çand (kultur, huner, nirx), dîrok û ziman  Hêmanên ku neteweyekê dikin netewe ziman, hişmendîya dîrokî, kevneşopî û huner in. Dema ku çand winda dibe, nasnameya hevpar ya civakê parçe dibe. Û exlaq jî parçeyek ji vê çandê ye. Neteweya ku ji van nirxan  bêpar bin,  yek ji damarên xwe yên herî girîng winda dike. Bi taybet jî çand û ziman asasê jîndarî û zîndebûna milet e. Û mixabin roj bi roj em ji van nirxên pîroz dûr dikevin, dûr tên xistin. Ev jî ji bo me şermek mezin û êşek dijwar e.

 

About The Author