
Yek ji sersedemê asîmîlekirina Kurdan bêguman lotikvanên PKK û Partîya DEMê ne. Ewên ku qeyûmên dewletê ne û bi paraşûtên dewletê daketine ser serê PKK û DEMê, yan Tirk in, yan Ereb in, yan jî xêrnexwazên Kurd û Kurdistanê ne. Ji ber vê, piranîya wan bi Tirkî daxivin, bi Tirkî siyasetê dikin, bi Tirkî gerîlla perwerde dikin û evê yekê bandora asîmîlasyonek mezin li Kurdan kiriye.
Serokê gelê Tirk sayin û pir mezin Ocalan, di hevpeyvînên xwe yên berê de digot, heger em Kurdistanê azad bikin jî emê 40 salî bi Tirkî baxivin (ji bo Kurdan asîmîle bikin). Û di mikurhatinên xwe yên Îmralîyê de digot, ezê bikin ku heta bi Kurdên Colemêrgê (Heqarîyê) jî bi Tirkî baxivin. Û mêro gotina xwe bir serî. Îro heta bi Kurdên Colemêrgê jî bi Tirkî daxivin û asîmîle dibin, dibin Tirk.
Asîmîlasyon û otoasîmîlasyon parçeyek ji armanc û siyaseta dewletê û Ocalan (PKK, DEM) e. Ji ber vê Ocalan daxwazên kulturî (çandî) jî li Kurdan heram dike. Lê xuyaye brayê wî û qeraseyê zilaman xalê me Mihemed Ocalan yan mijara zimanê Kurdî bi zanîn berovajî dike, yan jî armanca brayê xwe Ocalan nizane.
Axir…
Xalê me Mihemed Ocalan, hevpeyvînek qerase û xweş bi Rûdawê re kir û toz û dûman rakir. Ocalan, da bin dûvê lotikvanên Partîya DEMê û got: „Ew xwedênehişt me dikin Tirk! „.
Mehmet Öcalan, rêveberîya (Partîya DEM) bi tundî rexne kir, ew dan ber lotik û zîtirkan û got: „Serokên Partîya DEMê di çalakîyên xwe yên siyasî de Kurdî bikar naynin, Kurmancîya wan tenê ji sê peyvan pêk tê. Ew dibêjin ‚Merheba, ser seran, ser çavan‘ (silav, sibeha we baş, şevbaş) û xelas. Piştre ew derbasî şildim bildima zimanekî din (Tirkî) dibin. Wan di pratîkê de Kurdî ji xwe re qedexe kiriye“ filan û fîstan.
Xalê Mihemed pê de çû û dîsa got. “ Bi şeş telaqên jinberdanê, min ji wan re got we em nekirin Kurd, we em kirin Tirk“ û lotikek bêîman li rêvebirên DEMê xist.
Xalê Mihemed gotina herî xweş di dawîyê de anî zimên û got: „Ger fikara wan Kurdistan bûya, ewê bi Kurdî baxivîyana“. Aha ji xwe mesele di vir de ye xalê Mihemed. Kesên ku ne Kurdistanî bin, helbet wê fikara wan jî ne Kurdistan be, helbet wê fikara wan jî ne zimanê Kurdî be. Lê ji rêvebirên DEMê wêdetir, divê tu pêşî vê pirsê ji brayê xwe Ocalan bikî bê ka ew çima ne Kurdistanî ye û çima fikara wî ne Kurdistan e ezbenî. Ma ne sergovend brayê te ye heyran…
Mêrdîn

Xîret û şeref nemaye
Exlaq û civaka têkçûyî
Kûçik mir, aqûbet li yên din be