Mihemed Soran
Di adet û kevneşopîya Kurdan de jin stûna malê bû, jin jîyan bû, taca serê mêrê Kurd bû. Tew jina pêşmerge parêzvan û canfedaya xaka welat û miletê xwe bû. Lê çi bi Kurdan hatiye nizanim. Êdî ne namûs û xîret maye, ne şeref, exlaq û wîjdan. Hest û nirxên Kurdayetîyê nemane. Berjewendîyên siyasî û partîtîyê namûs û şerefa mêrê Kurd jî pûç kiriye, exlaq û nirxên wî jî têk biriye. Êdî ji bo wan jina Kurd ne stûna malê ye, qîmetê wê bi qasî qerwaş (xulama nava malê) û cêrîya devê derî jî nemaye. Nîşana vê yekê jî şervan û pêşmergeya Kurd Xezal Mewlan e.
Şervan û pêşmergeya Kurd Xezal Mewlan ya 19 salî di êrîşa dolheramên Sîpaha Pasdarên Şoreşa Îranê de bi giranî brîndar bû. Ji ber nexweşxaneyek Silêmanîyê ji ber sedemên siyasî ( hem ji tirsa Sîpaha Pasdarên Şoreşa Îranê û hem jî ji bo berjewendîyên bi Îranê re) ew qebûl nekir û derman nekir. Ev yek bû sedema mirina Xezal Mewlan ya brîndar û ev helwest wek rûreşîyek mezin ket nav rûpelên dîroka Kurd.
Silêmanî yanî YNK û malbata Talabanî ye. Malbata Talabanî jî Tehran û Îran e. YNK berî niha jî Mistefa Selîmî radestî Îranê kiribû û Mistefa Selîmî di heman rojê de hatibû şeniqandin (darvekirin). Radestkirina Kurdan û xizmeta neyaran hema bêjin di nav hemû partîyan de çêbûne û îro jî dibin. Ji ber lawazî û kêmbûna hest û hişmendîya netewî, berjewendîyên malbatî û partîtîyê rê ji her xiyanetê re vekiriye. Belkî mirov karibe radestkirin yan dermannekirina mêrekî Kurd daqurtîne. Lê dermannekirina şervan û pêşmergeyekm jin, jinek Kurd rûreşî û şermezarîyek mezin e, bêşerefî û bêxîretî ye.
Werhasilî kelam, şeref û manûs, exlaq û wîjdan, nirx û pîrozîyên Kurd û Kurdistanî bûne bi qurbana berjewendîyên malbatî û partîtîyê.
Xwedê mala Kurdên xayîn bibe mîratê û hûn sax.
Silêmanî


Xalê Mihemed da bin dûvê rêvebirên DEMê
Exlaq û civaka têkçûyî
Kûçik mir, aqûbet li yên din be