Pîrkemal
Xulamên herkesî êrîşî xulamê netukesî dikin.
Hûn zanin bê Hunermend Mem Ararat çi kiriye û ji bo çi Apocî û lotikvanên wan êrîşî wî dikin?
Ez ji we re bêjim…
Mem Ararat bi salan ji bo serxwebûna Kurdistanê şer kir, zêdeyî 100 hezar xort û keçên Kurd dan kujtin, piştre serxwebûna Kurdistanê firot û doza Komara demokratîk kir. Dêya xwe kir Tirk û got ezê têkevim bin xizmeta dewleta Tirk. Piştre bi paradîgmayên qulopilo got ji Kurdan re mafên çandî jî ne pêwîst e û Bakurê Kurdistanê beravêtî kir. Piştre bi çîroka entegrasyona demokratîk Rojavayê Kurdistanê firot û xist bin xizmeta dewleta Tirk û DAÎŞê (Colanî). Mem Ararat dibêje netew-dewlet ji Kurdan re heram e û divê Kurd bibin xulamên Tirk, Ereb û Farisan. Mem Ararat bû şirîk û destebrakê Devlet Bahçelî û Erdogan û ji bo asîmîlekirina Kurdan her tişt kir, her tiştî dike. Mem Ararat 27 milyar dolarên ku ji ser pişta Kurdan dabû hev, xwariye û revandiye, kes nizane bê ew pere çûne ku. Ketine xezîna dewleta Tirk yan dewletek din, ne diyar e. Û gelek tiştên ku nayên gotin.
Aha ji ber vê xiyaneta Mem Ararat Apocî û lotikvanên wan êrîş û şerê wî dikin we fêhm kir kezebno..
Henek li alîyekî, heçê Ocalan, PKK û Apocîyan nas dikin, dizanin ku ji bo wan Kurd û Kurdistan, huner û hunermend û her tişt çîrok in. Ji bo wan Ocalan û PKK di ser Kurd û Kurdistanê re ne û divê herkes, çi hunermend, çi nivîskar û rewşenbîr, di xizmeta wan de be û doza tu maf û heq û hiqûqê xwe nekin. Ev ne veşartî ye. Û yên ku doza mafên xwe bikin yan jî rexneyekê li wan bikin, yekser mohra Nebî Silêman (mohra xiyanetê) li pişta stuyê wan dixin.
Helbet gazind ji PKK û Apocîyan nabe. Ew ji bo berjewendîya xwe û partîya xwe çi rast bibînin, wê dikin. Normal e. Lê evên ku bi navê huner û hunermendîyê êrîşî Mem Ararat dikin, ji durûtîyê pê ve tiştekî din nakin. Evên ku bê pere dernakevin şahî û dawetekê û li ser pişta Kurdan bi hezaran dolar û euro qezenc dikin, êrîşî Mem Ararat dikin û dibêjin Mem doza peran dike. Bi taybet evên ku ji huner, navdarî û hezkirina Mem Ararat dihesidin û zikreşîyan dikin, hinekên ku li ser pişta Kurdan bûne milyoner û wek canbazên li ser du benan rojekê bi PKK û roja din bi PDK û Barzanîyan re ne, şûjina di çavên xwe de nabînin lê êrîşî derzîya di çavên Mem Ararat de dikin. Ev hunermendên ku di asasê xwe de „hevîrmend“ in, ne xwedîyê kesayetîyek resen û hestep in. Ji bo xwe bi PKK şîrîn bikin û dîsa li ser pişya alîgirên PKK biçêrin, êrîşî Mem ê reben dikin. Mem Ararat doza maf û heq û hiqûqê xwe dike û dibêje, „Ez ne xulamê bavê tukesî me„. Lê evên ku hevîrmend in û bi navê hunermendîyê xulamtîyê ji bavê her kesî re dikin, radibin êrîşên nemayî dibin ser Mem Ararat.
Ez serê we neêşînim gurçikno, Xulamên herkesî êrîşî xulamê netukesî dikin. Ne siyasetmedarên me wek yên xelkê ne, ne hunermendên me wek yên xelkê ne, ne jî nivîskar, rewşenbîr û bazirganên me. Halbûkî divê hunermend û rewşenbîr ne yekalî nefikirin. Divê alîgirên rastî û heq û hiqûqê rastîyê bin. Kî ji we belaş dixebite? Kî ji we peran nastîne? Kîjan siyasetmedar yan hunermend bi axê dijî, bi xwelîyê debara xwe û malbata xwe dike? Ev çi vir û derew in oxlim! Gerek ne wilo be heval..
Divê neyê jibîrkirin, her hewldana bêdengkirin, bêrûmetkirin û hedefgirtina hunermendekî Kurd xizmetê ji armanc û siyaseta dagîrkerên Kurd û Kurdistanê re dike. Huner ziman ê Kurdî ye, çanda Kurdî ye, nasname û nirxê herî pîroz e. Bêdengkirina hunermendekî bêdengkirin û bêrûmetkirina ziman û çanda Kurdî ye wesselam. Û Mem Ararat jî xizmetê ji wî zimanê, ji wê çandê re, ji wê nasnamê re dike. Û ev jî erka herî pîroz e.
Mêrdîn

Bafilê me bû pizot
Xîret û şeref nemaye
Xalê Mihemed da bin dûvê rêvebirên DEMê