
Bi minasebeta 49 emîn damezirandina YNK, serokê sererd û binerd yê YNK, kurê Hêro Xan û nevîyê Îmrahîm Ehmed Bafil Talabanî daxuyanîyek qerase da û dest bi lotikan kir.
Bafil Talabanî di avêtina lotikan de wek pizotê êgir germ bû û tiştên balkêş gotin.
Bafil Beg, destnîşan kir ku ew di hikûmeta nû de nîvê post û meqaman dixwazin. Yanî Fîftî Fîftî.
Bafilê min û we bal kişand ser dabeşkirina kursiyên li parlamentoyê û got:
„Em ji bo guhertina jîyana gelê Kurdistanê gavên xwe diavêjin. Dê hikûmet ku bê avakirin de em amade ne bi hejmaran biaxivin. Niha em 39 bi 39 in û em nîvê hikûmetê dixwazin. Em di vê mijarê de bibiryar in“.
Yanî, Bafil efendî dibêje yan emê Fîftî Fîftî bin, yan jî em nahêlin Hikûmeta Herêma Kurdistanê ava bibe.
Yanî, Bafil Beg ji PDK re dibêje, xirê min xeyarê tehl e kaka, yan hûnê bixwin, yan hûnê di xwe kin.
Ê baş e kaka, heger mijar Fîftî Fîftî be, naxwe hilbijartin ji bo çi ye? Ka demokrasî? Di hilbijartinê de kîjan partî zêdetir dengan bistîne, ew hikûmetê saz dike. Li seranserê cîhanê wilo ye canekem. Heger tu û partîya xwe bi xwe bahwer bin, di hilbijartinê de çi deng derketin rêzê lê bigirin. Yan na dev ji çîrokên Fîftî Fîftîyê berdin.
Axir..
Bafilê min û we di axavtina xwe de li ser namûsa xwe sûnd xwar û got: „Bi serê Melayên Tehranê, bi tirba Mam Celal, di siyaseta herêmê û cîhanê de rola YNK zêde bûye. Îro hemû alî guh didin YNK. Li gel hêzên mezin yên wek Amerîka, Ewropa, Rûsya û Çînê, cîranê me Îran û welatên Ereban jî guh didin dengê YNK“ filan û fîstan.
Bafilê me nabêje em guh didin Îranê. Yan nabêje em di xizmeta Îranê de ne. Mijarê berovajî dike û wek ku ne ew di xizmeta Îranê de bin, lê Îran di xizmeta wan de be diaxive. Lê heta bi mişk û pisîkên Silêmanîyê jî dizanin ku Bafil û YNK bêyî Îranê nikarin herin abdestxaneyê jî.
Di dawîyê de Bafilê me tiştekî xweş û maqûl got.
Got: „Divê em bi hemû partîyên li Kurdistanê re bereyek netewî ava bikin. Wek partîyên her çar parçeyên Kurdistanê divê em bên ba hev û polîtîkayên xwe nêzîkî hev bikin. Em incex wê demê dikarin bigihîjin wê Kurdistana ku em xeyal dikin“ filan û bêvan.
Ê baş e mêro, YNK û PDK hê nikarin bêm ba hev, Talabanî û Barzanî hê nikarin bên ba hev û bereyekî netewî ava bikin, tê partîyên her çar beşên Kurdistanê çawa bînî ba hev kaka?
Bafilê min û we piştre got: „Bi serê Mam Celal û Elî Eskerî, dema em nîşanî hemû cîhanê bidin ku em nûnerên 50 milyon Kurd in, li ser rûyê erdê ti hêzek namîne ku karibe ji me re bibêje na“.
Hey te serê min xwaro, em jî vî tiştî dizanin yabo qurban. Em hîna nikarin nûnertîya malbata xwe bikin, em hîna nikarin nûnertîya jin û zarokên xwe bikin, em hîna nikarin nûnertîya koxikek mirîşkan bikin, em hîna nikarin nûnertîya beşekî Kurdistanê bikin,. Bi serî û bi vî mejîyê malbatî, eşîrtî û berjewendîyên siyasî emê çawa karibin bên ba hev û nûnertîya 50 milyon Kurd bikin xwedêhişto.
Werhasilî kelam, dibêjin ziman bê hestî ye. Gotin hêsan lê kirin zehmet e kaka. Berê hesabê firotina Kerkûkê bidin û piştre behsa mafê 50 milyon Kurd bikin canekem..
Silêmanî

Xeletîya ku bi zanebûn tê kirin, xiyanet e
Wey Memê xayîn wey!
Xîret û şeref nemaye