Murat Ülgen
Çîrok hene ku ji vegotina jîyana kesekî bêhtir tiştan dikin; ew di heman demê de xemgînî, hêvî û xewnên şikestî yên gelek kesan jî hildigirin. Çîroka Mistefa Selîmî yek ji wan çîrokan e. Ew çîroka şervanekî pêşmerge, bavekî û zilamekî ye ku jîyana xwe ji bo xewna azadîyê terxan kiriye.
Ew di sala 1967an de li gundê Ilou, nêzîkî Seqizê ji dayik bûye. Wî zarokatîya xwe di nav çiyayên Kurdistanê de derbas kiriye, bi dengê şînên ku li ser darbestên bayê dihatin hilgirtin mezin bûye. Dema ew hîn ciwan bû, çîrokên pêşmerge yên ku ji hêla bavê wî ve hatine gotin, di dilê wî de agirê azadîyê pêxistin.
Di ciwanîya xwe de çû serê çiyê.
Tifingek hilgirt ser milê xwe û hêvîyên gelê xwe di dilê xwe de digirt. Ew pêşmergeyek bû ku jîyana xwe ji bo azadîya gelê xwe terxan kiribû. Ji bo wî, têkoşîn ne tenê hilbijartinek bû, lê şêwazekî jiyanê bû. Lê têkoşînê bedelên giran dixwest.
Di sala 2003an de li Nahawendê hat girtin. Dema ku di dadgehên Îranê de hat darizandin, bi tohmeta „şerkirinê“ cezayê mirinê lê hat birîn. Wi di dadgehê de, berxwedan li şûna tirsê hilbijart.
Got: „Ez dengê gelê xwe me“.
„Ez ji bo azadîyê şer dikim“.
Piştre, derîyên hesinî hatin girtin.
Sal derbas bûn.
Salek…
Pênc sal…
Deh sal…
Ew hevdeh salên dûvdirêj di zindanan de ma. Wî êşkence û zilm kişand, di bin gefa mirina domdar de jîya. Lê belê, ne tarîya hucreyan û ne jî sîya darvekirinê îradeya wî neşikand. Zarokên wî bûn yên ku ew bi jiyanê ve girê didan.
Her şev, dema ku çavên xwe digirt, wî kenê kurê xwe û rûyê keça xwe tanî ber çavên xwe. Li pişta dîwarên sar, bi dilnermî difikirî û digot: „Rojekê ezê vegerim… Rojekê ezê te dîsa di nav destên xwe de bigirim“.
Di bihara 2020an de, dema ku cîhan bi pandemîyê re mijûl dibû, li Zindana Seqezê alozîyek mezin derket. Girtîyan serhildanek li dar xistin. Di nav alozîyê de, derfetek çêbû ku Mistafa Selîmî û bi dehan girtîyên din karibin birevin. Derîyê azadîya ku ew bi salan li bendê bû, di dawîyê de vebû.
Ew ji çiyayên asê derbas bû.
Ew bi şevan meşîya.
Tevî birînên xwe jî, ew nesekinî. Ji ber ku hêvîyek li pêşiya wî hebû.
Di peyama ku ji kurê xwe re şandibû, nivîsandibû:
„Ez digihijim Başûr. Ez niha ewle me“.
Ev gotin hêvîyên wî yên dawî ji bo azadîyê dihewînin. Bi wê brîndarîya xwe dema ku gihîşt gundê Siya Gwuzê, nêzîkî Penjiwin, westîya. Lê dîsa jî, di çavên wî de bextewarî hebû.
Ew niha li axa ku Kurd lê desthilatdarin bû, li beşek azad yê Kurdistanê bû.
Di nav mirovên ku bi heman zimanî daxivin û heman êşê dikşînin de bû.
Wî wilo bahwer dikir. Wî xwe ewle hîhesiband.
Ev cîh, cîhê ku wî bi salan di zindanên Îranê de xeyal dikir, bû.
Wî bahwer dikir ku ew di dawîyê de azad bûye.
Lê tam li vir, çarenûsê derbeya xwe ya herî hovane lê da.
Mistafa Selîmî ji alîyê hêzên ku di bin kontrola YNKê de ne hat girtin.
Wî gelek caran got ku ew girtîyekî siyasî ye.
Wî gelek caran diyar kir ku ger ew vegere Îranê, ewê bi darvekirinê re rû bi rû bimîne.
Got: „Ez penaxwaz im“.
Got: „Min radestî Îranê nekin. Ewê min bikujin“.
Lê kesî dengê wî nebihîst.
Wî nikarîbû ewlehîya ku lê digeriya di nav mirov û brayên xwe de bibîne.
Li heman axa ku wî wek stargeha azadîyê didît, mirinê dîsa bela xwe jê venekir.
Û wê demê, trajedîya herî mezin derket holê. Mistafa Selîmî ji alîyê YNKê ve radestî rayedarên Îranê hat kirin.
Sînorê ku wî wek rêya rizgarîyê didît, jê re bû rêya zindan û girtîgehê.
Ji bo wî, êşa rastîn ne tenê girtin bû.
Êşa rastîn di vê rastîyê de bû ku, piştî ji dijminê xwe revîya û xwe avêt tor û bextê brayên xwe, ew ji hêla heman kesên ku wî ji xwe re wek xizm û bra didîtin, ber bi mirinê ve hat şandin.
Wî bi salan di zindanên êşkence yên Îranê de li ber xwe da.
Lê belê, piştî çend gavên dûrî azadîyê, hêvîyên wî şikestibûn. Di demek kurt de, ew birin Seqizê. Ew di hucreyek tenê de hat girtin.
Niha, ne rêyek ji bo revê û ne jî hêvîyek nû ji bo wî ma.
Di sibeha 11ê Nîsana 2020an de… Cara dawîn destûra serdana malbata wî hat dayîn. Dayik, bav, jin û zarokên wî hatin ku carek din wî bibînin. Giranîya salan li ser rûyê wî hatibû nexşandin.
Lê dîsa jî, di çavên wî de, serhildêrîya kesekî ku teslîmbûn red dikir ma.
Pêşî, wî zarokên xwe hembêz kir.
Bi destên lerzok destên xwe di ser porê wan re bir .
Û „Bibore“ got. „Ez nekarim te biparêzim. Lê serê xwe netewîne. Bi hêz be“.
Piştre, wî berê xwe da kurê xwe. Hêstirên ku ji çavên wî diherikîn li ser milê kurê wî ketin.
„Netirse, kurê min. Ez diçim, lê divê tu bimînî. Hêvîyê zindî bihêle“.
Wî destên dêya xwe girt.
„Dayê, ji bo min dua bike“, got.
Ev gotin xatirxwestinek bû.
Ev mîrateya dawîn ya ji bo zarokên xwe bû.
Piştî demek kurt, ew birin darvekirinê.
Çember li dora stûyê wî hat danîn.
Kes nizane di wan kêlîyên dawî de çi di hişê wî re derbas bû.
Belkî li ser zarokên xwe fikirî.
Belkî hêstirên dêya xwe.
Yan jî li ser xewna azadîya ku wî hemû salan ji bo wê şer kiribû…
Û piştre…
Cellad erkê xwe bi cîh anî.
Hawîrdor bêdeng bû.
Bavek ji jiyanê hat qutkirin.
Zarokek ji dêya xwe veqetiya.
Miletek bi xemgîniyek nû re rû bi rû ma.
Lê wê rojê ne tenê Mistafa Selîmî hat darvekirin.
Di çavên gelek kesan de, mafê penaberîyê, hestên bratîyê û hêvîyên ji bo yekîtîya Kurdan jî derbeyek giran xwarin.
Ji wê demê ve sal derbas bûn.
Lê dîsa jî zarokên wî hembêzkirina dawî ya bavê xwe bi bîr tînin.
Malbata wî hîn jî bi êşa wê hevdîtina dawî dijîn.
Û çiyayên Kurdistanê hîn jî çîroka wî ji hev re dilorînin.
Çimkî hin kes piştî mirina xwe ne tenê di nav axê de namînin. Ew di bîranîna miletê xwe de berdewam dijîn.
Mistafa Selîmî êdî ne tenê navek e.
Ew xemgînîya hevdîtinek neqediyayî ye,
Ji bo zarokên hisreta bavekî ye,
Ji bo azadîyê bîranîna têkoşîna pêşmergeyekî ye.
Û, di hişê gelek kesan de, sembola bahwerîya şikestî, nîşana kiryarên xizm û brayên xwefiroş e.
Çiya ji bîr nakin.
Milet ji bîr nakin.
Û bedela ku ji bo azadîyê hatiye dayîn di tarîya demê de winda nabe.
Navê Mistefa Selîmî, çîroka wî û êşa ku wî li dû xwe hişt, hemû wê bijîn.
Wergera ji Tirkî: Nûrî Çelîk


Bela Kurdan li wî jî ket
Ufuk Uras da bin dûvê çepên Tirk
Piştî tirê kezîkurê