Piştî firotina Bakur û Rojava, xuyaye dor hatiye Başûr jî. Neyartî û nakokîyên malbata Barzanî û Talabanîyan bi taybet Kurdên Başûr û bi giştî jî Kurdên seranserê cîhanê xistiye nav xeter û metirsîyekê. Ne tenê ev, Amerîka û hevpeynaên wê jî xistiye nav lêgerîn û alternatîfekê ku karibin ji vê ehmeqî û xwelîserîya Kurdan xilas bibin. Ji ber bêferasetî û ehmeqîya Kurdan Amerîka wek ku li Rojava kir, hewl dide ku hêzên pêşmerge entegreyî artêşa Iraqê bike û lotikek bêîman li Kurdekan bide. Ku di asasê xw de Kurdên Başûr misteheqê vê lotik û zîtirkê ne.

Zêdeyî salekê ye PDK û YNP (Barzanî û Talabanî) nikarin li ser postên hikûmetê li hev bikin û hikûmetê ava nakin. Ji xwe heger hest û hişmendîyek netewî, fikra berjewendîyên netewî bi wan re hebûya, ev xwelîserî nedikirin. Lê tuneye. Welleh û billeh tuneye! Gotinên Kurd û Kurdistanî, gotinên şahîk û girover hemû vir û derew in. Ji bo her du alîyan jî berjewendîyên malbatî û partîtîyê di ser her tiştî re ne. Tiştên din çîrok û çîvanok in. Ji xwe ji kiryar û praktîka wan her tişt li ber çav e.

Axir..

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê asasê Mizgefta Mezin ya Barzanî avêt û xwelîyek din li serê Kurdan kir. Nayê gotin bê wê lêçûn û mesrefa ku li vê mifgezta qerase biçe, çiqas e. Li Hewlêrê bi hezaran kes û malbatên hejar û bêmecal hene, bi sedan malbatên hejar yên şehîdên pêşmergeyan hene, hê wek mirovan nikarin mûçeyên karker û karmendên xwe bidin, heta mûçeyên xwe ji Bexdayê distînin çavê wan derdikeve, nikarin maddeya 140 çareser bikin û her roj dibin sebebê guhertina demografîya bajarên Kurdistanê. Lê xuyaye mezgeft ji bo wan ji her tiştî girîngtir û ferztir e. Hem jî bi navê Mizgefta Barzanî! Mixabin zarok û nevîyên Mistefa Barzanîyê nemir gotina Barzanî jî li ber çavên me reş kirin, Rêbaza Barzanî jî pûç û beravêtî kirin. Em behsa Talabanîyan nakin. Ji xwe rê û rêbaza wan ji 1966an ve xuya ye. Lê bermayîyên Barzanîyên resen gerek neketibûna dirûvê Talabanîyan û zêdetir Kurd û Kurdistanî bûna, ji berjewendîyên xwe zêdetir li berjewendî û pêşeroja her çar parçeyên Kurdistanê bifikirîna. Lê nekirin û nakin. Bi piştgirî û danezanên xwe bûn şirîkê sûc û gunehên paradîgmayên Ocalan û PKK û yek ji palpiştên xirabîyên li Bakur û Rojava.

Çima ne fabrîqeya çek û sîlehan, çima ne akademîya kîmyagerî û pisporîya çekên atomî, çima ne akademîya siyaseta navxweyî û navnetewî, çima ne sazîya xurtkirina hest û hişmendîya netewî, lê Mizgefta Barzanî? Ma li Herêma Kurdistanê mizgeft tunebûn? Ev çi hişmendî ye, çi xwelîserî ye, çi mesrefa fizûlî ye, çima û ji bo kê? Hûn bi vê yekê dixwazin çi bikin? Xwe ji Amerîka û dewletên Rojavayî dûr bixin yan dixwazin xwe li ber dilê kevneperestên Rojhilata Navîn şîrîn bikin û hefsarê wan têxin stuyê xwe? We bi vê lêçûn û mesrefa zêde aborî û debara hemwelatîyên xwe baştir bikira ma ne çêtir bû? Bi vê mesrefa fizûlî we li Bakur, Rojava û Rojhilat ji bo pêşeroja Kurd û Kurdistanê dem û dezgeh, alîgir û baregeh çêkiriba ne çêtir bû?

Û bi sedan pirs û guzilqurtên din.

Lê na…

Nakin.

Bi siyaseta herêmî û ne Kurdistanî, bi siyaseta partîtî û berjewendîya malbatî, ne Kurd û azad dibin û ne jî Kurdistanê serbixwe dibe wesselam.

Aqûbeta Bakur û Rojava çi be, xuyaye wê Başûr û rêvebirên wê jî misteheqê wê aqûbetê bin.

Mizgefta Barzanî li Başûrîyan pîroz û bimbarek be rebbî!

Belkî ji Mizgefta Barzanî ne sofîk û mela û mirîd, lê Endazyarên Fîzîk, Profesorên Kîmyagerî û Atomê, Pispor û Çeksazên Sarox, Dron û Balafirên şer û Astrologên Gerdûnê derkevin ma kî dizane!

Duhok

About The Author