Mele Cemîlê Mûşî
Piranîya misilmanên tarikselat li ser navê xwedê û Mihemed, li ser navê îslam û qûranê, tiştek namîne ku nakin. Gûyek namîne ku naxwin. Berê jî û îro jî bazirganîya herî mezin bi dîn û olê tê kirin. Pare û dewlemendîya herî mezin bi olê tê bidestxistin. Bi taybet li Rojhilata Navîn de ev wilo ye. Ne li ser navê xwedê û Mihemed be, ne bi îslam û quranê be, kes nikare zikê xwe mezin bike, nikare xelê bixapîne. Mixabin ol û quran ji bo xapandinê bûne hacet û alavek mezin.
De binerin bê li Iraqê çi tofan rabûye.
Di mala Welîka Iraqî Hind El Ebasî de „57 milyon dolar, 27 kîlo zêr, 160 milyon TL û çend milyon dînar“ hatiye girtin. Xanimê hem misilman e, hem sergirtî ye, hem jî di meclîsa Iraqê de wekîl e. Tew Mêrê wê Wezîrê Petrolê ye.
Ev hemû li alîyekî, tew di mala xanimê de sîngpoş û binderpîyek zêrîn jî hatiye girtin. Xuyaye gava bi şev dest bi lotik û zîtirkên sexsê dike, wan tiştik û miştikên zêrîn li xwe dike ji bo qenc li wan rabe û wek lûla sobê bibeliqînin.
Gelo evqas milyon dolar ji firotina petrolê bi dest xistine (wek bertîl û gendelî) yan Şêxên Ereban berdêla lotik û zîtirkên sexsê dane wê, kes nizane. Gelo çend şêxên ereban di ser re derbas bûne û ew di bin xwe de kirine nanik, kes nizane. Lê bi allahwekîl ew pare û zêr ji asîmanan daneketine. Yan pareyên bertîl û gendelîyê ne, yan jî berdêl û xelata kutana ser doşekê ne û xelas.
Hînd El Ebasî kuro!
Ê baş e belqitîyê, te bi navê Ebasî ev tofana qerase rakiriye, gelo navê te Hind el Emewî bûya teyê çi qiyamet rakira keçko..
Mûş

Bela Kurdan li wî jî ket
Ufuk Uras da bin dûvê çepên Tirk
Piştî tirê kezîkurê