Mihemed Soran

Di 2ê Hezîranê de li Silêmaniyê di navbera Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Nifşê Nû de protokolek hevpeymanîyê bi navê „Hevsengî û Pêşveçûn“ hat îmzekirin. Lotikvanên Tevgera Nifşê Nû di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê yên 2024an de 15 kursî bi dest xistibû û dabû lotik û zîtirkan. Tevgera Nifşê Nû û serokê wê Şaswar Ebdulwahîd gelek caran dijayetîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikir û herweha li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê î derketibû. Îro jî bi daxuyanîyên xwe ji Hikûmeta Bexdayê dixwaze ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê fesixkirin û nemîne. Herweha Sirwa Abdulwahîd (xuşka Şaswar Ebdulwahîd) jî wek brayê xwe di kesayetîya Barzanîyan de neyartîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye û îro jî dike. Ji bo rawestandina mûçeyên karmendên Hikûmeta herêma Kurdistanê her hewldan daye. Ji xwe pirsgirêk û nakokîyên navbera PDK û YNK (Barzanî û Talabanîyan) ne veşartî ne, heta bi mişk û pisîkên Kurdistanê jî pê dizanin.

Axir…

Wek hûn dizanin, Serokê Serokan Bafil Talabanî pismamê xwe Lahor Şêx Cengî û Serokê Tevgera Nifşê Nû Şaşwar Abdulwahîd bi minasebeta gendelî û bertîlê dabû girtin û ew dabûn ber lotik û zîtirkên bêîman. Bi vê yekê rê li ber mixalefeta xwe girtibû û xwestibû bibe Mîrê Mîran. Lê piştî ku li ser kursîyên parlamentoya Kurdistanê pirsgirêk di navbera YNK û PDK de derketin û sal û nivek e hikûmet nehatiye avakirin, YNK û Bafil dest avêtin taktîkek nû û bi  Şaswar Abdulwahîd yê ku di girtîxanê de bû, li ser asasê dijayetîya PDK û Barzanîyan peymanek îmza kir. Armanca sereke ya vê peymana ku wek „Hevpeymanîya Zindanê“ jî tê binavkirin, ev e ku YNK û Bafil Talabanî bi alîkarîya dengên Tevgera Nifşê Nû kursîyên zêdetir bi dest bixe û desthilatdarîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê têxe destê xwe.

Û heger hat û desthilatdarîya Hikûmeta Kurdistanê ket destê YNK û Bafil çi dibe? Wê wek xiyaneta li Rojavayê Kurdistanê bê serê Herêma Kurdistanê û wê hemû destkeftîyên heyî li gor hesabê Tirkîyê û Îranê entegreyî Hikûmeta Bexdayê bên kirin. Di vê dema ku navbera YNK û dewleta Tirko nerm û germ bûye, avêtina vê lotika Bafil û Şaswar manîdar e. Xuyaye zewaca wan ne ji bo xêra Kurdistanê ye. Hinek dixwazin dîsa Kurdan bera hev bidin û nakokîyên navbera wan kûrtir bikin da ku Herêma Kurdistanê jî wek Rojava bê firotin û  destkeftîyên Kurdan têk biçin.

Ez serê we neêşînim gurçikno, heger bi vî haweyî biçe, heger mezin û serhişkên YNK û PDK li hev neyên û dev ji berjewendîyên xwe yên malbatî û partîtîyê bernedin, dûr yan nêzîk wê aqûbeta firotin û xiyaneta li Rojava bê serê wan jî. Yanî bi taybet ewê pê bigirin, û bi giştî jî wê hemû Kurd pê bigirin. Hem jî heta bi qurmik..

 

Silêmanî

 

 

About The Author