Li Hewlêrê di merasîmekê de Komara Îtalyayê madalyaya „Şovalyeyê (Swarçakê Xaça Mezin) Xaça Mezin ya Nîşana Stêrka Îtalyayê ((Stella d’Italia)“ da Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî. Tê gotin ku li Îtalyayê ev nîşan nîşana herî bilind ya rûmetdarîyê ye. Ev xelat ji bo pêşxistina têkilîyên dostane yên di navbera Îtalya û herêmê de, û di xurtkirina hevkarîya çandî, aborî û mirovî tê pêşkêşkirin.

Di merasîmê de Konsulê Giştî yê Îtalya yê Herêma Kurdistanê Tommaso Sansone, çend lotik avêtin û behsa dîroka madalyayê kir.

Tommaso Sansone, ragihand ku ev rûmetdarî li gor yasaya hejmar 13an ya sala 2011ê hatiye damezirandin û ji alîyê Serokkomarê Îtalyayê ve ji bo wan kesayetên ku di xurtkirina pêwendîyan de xwedî rol in, tê dayîn.

Tommaso Sansone, bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwar û got:

„Ev yek ji bo pêgeha wî ya siyasî ya taybet e.Nêçîrvan Barzanî çi wek serokwezîr û çi jî wek Serokê Herêma Kurdistanê, di hatina şirketên Îtalyayê, vekirina nivîsgeha balyozxaneyê ya sala 2011ê û herî dawî jî di bilindkirina asta konsulxaneya sala 2024an de xwedî rolek sereke ye“.

Lê Tommaso Sansone behsa makaronî û spagettîyê nekir. Gelo kak Nêçîr ji bo kirîn û firotina meqerna (makaronî) Îtalî çiqasî kar kiriye, behs nekir. Gelo ji bo pêşxistina çanda xwarina meqernayên wek Ravioli, Tortellini, Fettuccine / Tagliatelle û spagettî çiqasî hewl daye, negot.

Nêçîrê me jî di merasîmê de spasîya rayedarên Îtalyayê kir, kêfxweşî û serbilindîya xwe anî zimên.

Werhasilî kelam, me mijara meqerna û hevîrê Îtalyayê fêhm kir, lê çima navê wê kirine Siwarçakê Xaça Mezin balkêş e.

Em bêjin Nêçîrê me siwarekî baş e, ne siwar e. Ne li kerê siwar tê, ne li hespê.

Em bêjin xaçperestekî baş e, na. Erê dibe ku karibe rahije çend xaçên piçûk, lê xaça mezin, zehmet e.

Îcar Siwarçakê Xaça Mezin kuro!

Çima ma bûye Îskenderê Mezin ku Siwarçakê Xaça Mezin be kaka!

Duhok

 

About The Author